Tirkî  |  Erebî

Zaxo Zagros

BIRANINEN AZAD AVREL

Serokatî re jiyan kirin û bi Serokatî re parvekirin mirovan de hestên pir dewlemend dide avakirin. Her wiha li ser sekna min a di nava rêxistinê de û kesayetê min bandorê Serokatî pir heye. Birastî jî, ez deyndarê Serokatî me. Ji ber ku Serokatî, kedeke pir mezin ber me de pêşxist û her wiha bi kedeke pir mezin mirovan re mijul di be.

Serokatî pir bi hedef û kêliyên xwe bi tijî jiyandikir. Jiyana Serokatî li ser esasê zanabûyîn û fêmkirinê bû. Birastî jî pîr tişt heye ku, mirov encex jiyan bike û şîrove bike, lê Serokatî vegotin kirin pir zehmete. Beriya ku ez tevlê bibim min hin pirtukên Serokatî xwendi bû, lê di mejiyê mirovan de pir cûda zîndî di be. Çawa ku di pergalê de Serok pir cûda ne, xwe ji her tiştê qut dikin û nêzîkatiyên pir cûda didin raber kirin, di mejiyê me de jî wisa hati bû runişkandin. Wê de mê biryar hati bû girtin ji bo em biçin akademiyê. Dema em çûn Şamê me navnîşan ne dizanî ji bo vê ye kê, hevaleke li gel me telefon vekir, ji bo pirs bike em biçin kudere. Dema ew heval telefon vekir Serokatî telefon rakiri bû. Dema wê hevalê ji me re got jî, me got; “na, çima wê Serokatî telefon rake.” Dema em çûn cihê ku navnîşan daye me jî, deriyê malê Serokatî vekir. Birastî jî em pir şaş man ku Serokatî derî vekir. Me ne dizanî ku em ê Serokatî ewqasî zû bibînin. Piştre em çûn hûndirê odê. Serokatî pir bi rêzdarî me pêşwazî kir. Em hemû ji dibistanê çû bûn û birastî jî em pir lewçe bûn. Me bi hevre nîqaş dikir, kes dengê kesê ne di bihist û h.w.d. hevalên li wir dixwestin em pir cûda nêzîkati bidin raberkirin, lê Serokatî di got; “Wan rehet bi hêlin wê bi demê re fêr bibin.” Serokatî bi me re têkiliyek wisa da avakirin, me di got qey em bi salane bi hevre jiyan dikin. Ewqasî me rehet hêla. Ew hewaya “ez Serokatî me pêwîste hûn cûda nêzikê min bibin” tiştek wisa nîn bû. Her wiha li gor asta mirovan û fêmkirina mirovan nêzîkatî dida raberkirin. Pir bi zanistî me re dida distan. Di Serokatî de mirovan fêmkirin asta herê jor de bû. Bandora ku di destpêkê de Serokatî li ser me çêkiri bû jî nêzîkatiyên ji bo mirovan ê objektif bû. Serokatî mirovek pir mûtevazî bû. Heya niha jî zelal bûna wan nîqaşan di bîra min de ye. Demek şûn de em çûn akademiyê, di akademiye de hêjmara me pir bû. Di akademiya me de Konferensa Zîndanê hate çêkirin. Tempoya Serokatî pir bi lez bû. Serokatî, bê navber her tim dahûrandin dida çêkirin. Me zimanê Tirkî fêm nedikir lê, Serokatî li hember vê pir bi hişyar bû. Ji bo ku em jî fêm bikin her timî gotinên xwe dubare dikir. Serokatî pir bi baldarî nêzî mirovan di bû. Serokatî di Konferansê de dahûrandin dida çêkirin, navberê de yek bi yêk hevalan re jî nîqaş pêş dixist. Ti carî Serokatî mirovan teşhir ne dikir. Serokatî mirovan darizandin ne dikir. Bi rêbazên ewqasî dewlemend dida raberkirin, kesê ku bi Serokatî bandor ne bûba nîn bû. Ji bo rastiyê bide fêm kirin jî kedekê pir mezin dida raberkirin. Serokatî şêwazeke pir bi nerm li hember ferasetên ku derketi bûn nêzîk di bû. Him jî pir radikal. Armanca Serokatî li ser esasê di mirovan de lêhûrbûyîn dayîna çêkirin û dayîna fêm kirin bû. Serokatî ji bo bigihije encameke rast pir bi israr û bi biryar nêzikatî dida raber kirin. Mînak di me de li hember pirsgirêk û bûyeran pir zû pes bûyîn pêş dikeve, lê Serokatî bi sebirek pir mezin li hember pirsgirekan û bûyeran disekinî û çareser dikir.nBêguman, ev şêwazê têkoşînkirina Serokatî dide diyar kirin. Serokatî ji bo ku mirovan de guhertin bide çêkirin serî li her rêbazan dida. Her wiha, Serokatî li ser bûyeran jî pir serwer bû. Mînak, tiştên ku hevalên girtigehê de ne dizanî Serokatî dizanî. Her gotinê ku Serokatî bi kar tanî mirovan de bîr û baweriyên pir kûr dida avakirin.

Dewreya me ya perwerdê sala 1991 bû. Wê salê de Reel Sosyalîzim jî ber bi hilweşandinê ve di çû. Dema em nû çûn akademiyê, Serokatî ji me pirs kir û got; “ li gor we ketina Sovyet ji bo me başe an na? Her hevalek tiştek got, yêk got “ne başe” yêk jî got “ewqasî sosyalizim di parast ne başe” û h.w.d. Serokatî di derheqê her mijarê de mirovan de lêhûrbûyîn dida çêkirin û dixwest ku mirov zana be. Ango, hêza şîrovekirinê di mirovan de pêşdixist. Ruxmê ku em hemû heval nû jî bûn di derheqê sovyetê de nêrînên me girt û nîqaş pêş xist. Ev taybetmendiyên Serokatî ji bo her kesê û li her derê wisa bû. Nêrînên her hevalê jî digirt. Di aliyê kê de Serokatî mirovan de bawerî jî dida pêşxistin. Hêza fikrandinê ango ya felsefê pêşdixist. Serokatî ji bo mirovan de vînek serbixwe ava bike her tiştê pêş dixist. Têkiliyê Serokatî bi mirovan re her tim li ser esasê xurt kirina mirovan bû. Serokatî her tim jî di got; “her kes berbirsiyarê rêxistinê ye. Ev hevalek nû jî di bê û kevin jî di be tu ferqa xwe nîne.” Serokatî di me de hêsta berpirsiyartiyê pêş dixist. Li hember jiyanê jî di mirovan de hişyar bûyînên pir kûr pêşdixist.

Hevalek nû tevlê me bû bû, dibistan ne xwendi bû û piranî jî di metropolên Tirkiyê de kar kiri bû. Zehmetî jiyan dikir û ji Serokatî re jî got; “Serokê min ez zehmetî dikşînim.” Serokatî her tim nêzîkatiyên baldarî dida raber kirin. Serokatî jê re di got; “normale tu yî bi demê re fêr bibî. Min jî di demê xwe de zehmetî kîşand lê niha ez zana bû me. Tu jî bi demê rê bibî miroveke mezin.” Serokatî ji xwe minakan dida. Di mirovan de hêvî dida ava kirin. Kîjan heval wê di kîjan kar û xebatê de serkeftî be wisa nêzîk di bû. Her wiha, di Serokatî de hêza qanî kirinê asta jor de bû. Her mirovek pir rehet dikarî ziman û xitabetê Serokatî fêm bike. Zimanek pir sade û zelal di Serokatî de heye. Ev heya niha jî bi vê awayî ye. Di dewra me de her hevalek ji qadên cûda û welatên cûda cûda hati bûn. Birastî jî Serokatî temsilê mirovahiyê dikir. Serokatî xîtabê her perçeyek pir rehet dikir. Li gor psîkolojî û zehmetiyên wan û taybetmendiyên wan nêzîkatî dida raber kirin. Birastî jî di mirovan de hestên netewbûyînê avadikir. Serokatî kedek pir mezin dida ku mirovan de hezkirin û zanabûyîna netewbûyînê pêş bixe. Mirovan dida hîskirin ku PKK yê her kesê ye, hûn jî xwediyê PKK’ê ne. Serokatî ji bo ew perçebûyîna netewbûyînê ji holê rake pir hewildan dida. Yêkbûyîna her çar perçeyê Kurdistanê di mejiyê me de dikir yêk. Ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn bi giştî jî di me de lêhûrbûyîn dida avakirin.

Piştê akademiyê ez derbasê Heleb’ê bûm. Serokatî dem dem dihat ji me re civîn çêdikir. Serokatî ti carî hevalan ji bîr nedikir. Di her astê de jî rewşa hevalan dizanî. Her mirovek li gel Serokatî xwediyê nirxeke pir mezine. Serokatî pir civakî bû. Mînak; dema em demek şûn de ji hevalan qut di bin, ew hevalên ku me bi hevre jiyan kiriye em navê wan ji bîr dikin. Serokatî derheqê mirovan de her hûrgulî dizanî û derheqê her hevalekê de jî agahiyên pir kûr jî dizanî. Ev nêzîkatiyê Serokatî ji bo her kesê wisa bû. Dema mirov li gel Serokatî be ti carî hestê bê nirxbûyînê jiyan nake. Ez bi xwe neh meha koma hizrandinê de mam. Di wir de jî nêzîkatiyê Serokatî ê bi mirovan re mijulbûyîn di pêş de bû. Di mirovan de plansazî pêş dixist û nîzam dida avakirin û Serokatî bi xwe mijul di bû. Li gor her taybetmendiyên hevalan û mijarên ku ew heval tê de zehmetî jiyan dikir bi seatan bi wan re nîqaş dikir. Serokatî rojane, ji sedi heftê hemû wextên xwe dida mirovan. Di aliyê jin de jî ji bo ew taybetmendiyên koletî rake û di cihê wê de azadî pêş bixe her tişt dikir. Pergala zilam dayiye avakirin ji bo em bi her awayî fêm bikin bi me re mijul dibû, lê her tim Serokatî di got; “ ji bo ku hûn pergala desthilatdariyê baş fêm bikin, pêwîste hûn koletiya xwe hîs bikin.” Dema Serokatî dihat gel me her tim mijara koletiya jin vedikir. Di got; “ ger hûn niha mal ban hûnê bûban koleyê zilamekî an jî wê bavê we, we bidaba zilamekî ango hûnê bûbana memurê pergala desthilatdariyê, hûnê ji bo wan bibin kole.” Serokatî ji bo me di got; “ ger hûn pirsgirêka xwe ya azadiyê baş tespît nekin, hûnê nikaribin ramyariyê jî û leşkertî jî fêm bikin. Destpêka pirsgirêka we çiye di despêkêde wê çareser bikin.” Serokatî dixwest me bide fêmkirin ku ger hûn destpêkê de xwe nasnekin hûnê ne karibin bibin kesayetên polîtîk jî xwediye vîn jî. Serokatî di aliyekê de mirovan rexne dikir, lê di aliyekê de jî hêvî û bawerî dida mirovan. Serokatî her timî ji mere di got; “ ez li hember we vekiri me, min rexne bikin. Min dahurandinan re derbasbikin.” Serokatî herdem mirovan ber bi tiştên herê rast ve dibir. Serokatî her tim di got; “ hûn dikarin di serî de min û hemû zilaman lêpirsînan re derbas bikin.” Serokatî kesayetek pir bi nîzam bû. Serokatî di tempoyek pir mezin de xebat dida meşandin. Rojekê Serokatî çû cihekê, me hêvî ne dikir ku wê Serokatî zû were, me dev ji xwe berda bû. Dema Serokatî hat em ketin nava panîkê de, Serokatî ji me pirs kir û got; “ ev çi panîke, hûnê ti carî ji bo min xwe bi nîzam nekin, ger ku armanca we ya jiyanek azad hebe hûnê durûtî nêzîk nebin. Demek kî, hûn li hember min rûyêkîne, pişt min jî rûyêkîne. Ma hûn ji bo min jiyan dikin, na hûn ji bo xwe jiyan dikin. Dema hûn diçin welat jî wisa nêzîk di bin”. Serokatî hemû jiyan bi ayrintiyê wê re dest digirt. Serokatî di got; “ pêwîste kesayetek ti carî seknek ji rêzê ji bo xwe qebul neke. Ti carî weke koleyekê nesekinin, bila her tiştê we de ji xwe bawerbûyînek hebe, xwe balkêş bikin”. Serokatî her tim di got ji felsefê bigrin heya têşeyê jiyana we de bila zanabûyînek û kur bûyînek hebe. Birastî jî Serokatî hemû bedenê xwe xisti bû di nava nîzamekê de. Ev jî rastiyeke kesayetên me yê ku ne hatina terbiye kirin, em ji rêzê hatine mezin kirin, lê Serokatî her tiştek li gor wê watebûyîn di dayê. Dema Serokatî dihat gel mirovan, mirov di got qey cîhan hemû li gel meye. Pir heval hene ku, tiştên ku ne bi dayîka xwe re ne bavê xwe re û bawer dikim tu kesê re parvenekiri ye Serokatî re parvedikirin. Heval ti carî ne diketin dudiliyê. Serokatî di her milan de mirovek pir zanist bû. Di aliyê psikolojiya hevalan fêm kirin de psîkolog bû. Bi Serokatî re j jiyan kirin pir xweşîk, dewlemend û bi tijî armance. Birastî jî bi Serokatî re jiyan jiyan kirin şanseke pir mezine, dibe ku heya niha me deynê xwe yê li hember Serokatî bi her awayî ne karibe bidê, lê her tim jî ked û hewildanê min tê çêkirin ku ez layîqê wan rojên ku me bi Serokatî re jiyan kiriye û jiyana ku Serokatî daye avakirin der bikevim û xwe li ser birdozî û felsefeya Serokatî mezin bikim û xwe nûde avabikim.                                                                                                                                                                                                           

Kategori: Biranînên Gerîla