Tirkî  |  Erebî

Evîndar Ararat

Rûmet çi ji bo gelekî, çi jî ji bo mirovekî xaleke devjêneqer e. Dema ku mirov rûmeta xwe ji dest da, tê wateya ku mirovbûna xwe jî ji dest daye. Ji bo vê ye ku di dîroka mirovatiyê de şerên ku hertim qewimîne, ango hatine meşandin her tim xwestine rûmeta xwe biparêzin. Bi armanca parastina rûmeta xwe hinek caran ber bi çiyayên bilind hilkişîne

, hinek caran mîna jinên Dêrsîm ê, Geliyê Zîlan xwe ji lat û zinaran de avêtine. Hinek caran jî heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine, mîna Çiyager û Pakîzeyan. Lê her tim xala ku esas girtine parastina rûmet û hesiyeta xwe û gelê ku mensûbê wê/wî bûne. Tê gotin ger mirov bê rûmet û hesiyet bi mîne wê demê tenê nasnameya xwe ji dest nade, di heman demê de dibe nûkerê derdorê, ji aliyê hêzên dijber ve mîna maşê tê bikaranîn û weke Rêbertî dibêje; “her tim leşkerekî baş ê dijminê xwe ye.” Gelekî bê rûmet hat hiştin êdî ne dikare xwedî li xwe derkeve, ne jî dikare li ser navê xwe bibe xwedî tekoşîn û berxwedaneke mezîn. Ji xwe ya ku vê bifikire dê mîsoger ne ev be; berovajî wê çawa bikaribe xwe bi neyarê xwe dayîna qebûlkirin û hîn zêde jê re xizmetkirinê be. Gelek caran di bin navê parastina maf ango derfetên gelê xwe de ya ku bike dê bi wateya gotinê xiyanet be. Ango ketina li pey berjewendî û derfetên xwe be. Êdî dixwaze bila ev li ser navê gel, partî, tevger ango şêx bê kirin tiştek ji naverokê nayê guhertin. Berovajî ketina berjewendiyên giştî yê kes çawa ku her tim weke xiyanet hatiye binavkirin, ji aliyê civakê ve weke binpêkirina pîvanên exlaqî hatiye hesibandin, berovajî ketina partî, rêxistinan jî di heman çarçoveyê de divê ku bê destgirtin û şîrovekirin.

 

Çiye xiyanet?

Dev ji berjewendiyên giştî berdan e, bi dûv planên ji rêzê gerîn e, deskeftên gelê xwe ji hêzên derve re pêşkêşkirin e, xwedî li rûmeta xwe derneketin e. Li pêy navê berjewendiyên takekesî kesayetiya xwe ji hêzên derveyî xwe re pêşkêşkirin e. Yanê bi kurtî ji xwebûn derketin û dûrketin e. Xiyanet weke ku dikare di nav kêlî û pêvajoyên demî de pêşkeve, dikare xwedî rabirdûyeke dûr û direj be jî. Dema ku em li gorî vê pênaseyê li rastiya xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê dinêrin dikarin bêjin xwedî dîrokeke xiyanetê a dûr û dirêj e. Ji roja damezrandina xwe heya roja me ya îro tiştekî li ser navê parastina berjewendiyên gelê Kurd kiribe hema bêje nîne. Rêxistin ango partiyek karekterê xwe, fikir û felsefeya xwe ji rastiya damezrênerê xwe; yanî ji serokê xwe digire. Dema ku PDK dibe mijara gotinê eşkereye ku divê ya bê şîrovekirin Mesûd Barzanî, ye. Bi kurtî be jî dema ku em li raboriya Barzanî dinêrin hemû liv û tevgerên wî yên ku li ser navê Kurdîtiyê pêşxistiye xizmet ji neyarên Kurdan re kiriye. Îro bûyerên di Şengalê de diqewimin hemû bi vê rastiya xiyaneta dîrokî ve girêdayî ne. Armanca derketin û damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê jî li ser esasê nûkeriya hêzên devre ye.

Ji serdema damezrandina Komara Iraqê heta roja me ya îro jî PDK’ê li Başûrê Kurdistanê di tevgerên Kurdî de mohra xwe li zêdetirî bûyeran daye. Ji bo berjewendiyeke biçûk firotina Kurdan êdî bûye çanda temenê xwe dirêjkirin û jiyana partiya Barzanî berdewamkirinê. Çawa ku di sala 1968’an de li beramberî vekirina zankoya Silêmanî û parêzgekirina Dihokê şerê navxweyî li beramberî partiyên Kurdî da despêkirin, îro jî li ser esasê destwerdena şoreşa Rojava û bûyîna xwedî maf di nav van destkeftan de hemû derfet û kerameta Kurdan pêşkêşî Tirkiyê û Erdoxanê ku polîtîkayên xwe li ser esasê linavbirina Kurdan pêk tîne, dike.

Weke ku em ji dîroka raborî ya Tevgera Barzanî rastî xiyanet, hevkariyên dijminatiya Kurd dibin di roja me ya îro de jî em dikarin domdariya heman siyasetê bibînin. Ji ber van rastiyên dîrokî ye ku bi giştî gelê Kurd, bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê PDK’ê weke partiya xiyanetkar bi nav dikin. Jixwe ev bi navkirin jî weke ku pêşiyên Kurdan dibêjin: “Li bejna wan hatiye.” Yanî pênaseya herî rast ya ku ji bo vê partiyê bê kirin ev bi xwe ye. Ji bilî xiyanet, nûkerî û hevkariyê ti hevokên din nînin ku pênaseya rastiya vê partiya nûker bike.

Dema ku em di rojahiya van nirxandinên dîrokî de bûyerên ku di roja me ya îro de bigrin dest û binirxînin em dikarin bêjin ev şerê ku niha di rastiya Şengalê de, li ser gelê me yê Êzîdî tê ferzkirin weke ku gelek derdor dibejin; ne şerê birakujiyê ye, berovajî şerê xwedî derketin li rûmeta gelê Kurd e. Ji ber ku Êzîdî gelê herî kevnar ên dîrokê ne, xwedî reseniya Kurdatiya ku her tim li beramberî fermanan rûbrû mayîne, ji aliyê pergalan ve tim di bin siya qirkirinê de mahkûmî jiyanê hatine kirin e. Weke ku ev rastiyeke dîrokî ye, di gel vê rastiya dîrokî de divê ku mirov şîroveyeke rast di derbarên wî şerî de jî pêş bixe.

Xala yekem;

 Ewe ku ev şer ne şerê birakujiyê ye, ne jî weke ku PDK bi nav dike şerê bi dawîkirina dagirkeriya PKK’ê li ser Şengalê ye. Divê em despêkê bikaribin pênase û şîroveyeke rast di derbarê têgeha dagirkeriyê de bikin. Ji kê re, ji bo çi û bi çi armancê peyva dagirkeriyê tê bikaranîn? Dema ku hêzekî bêgane, endamê netewekî din, bê vîn û îradeya gelên ku li wir dijîn û bi eslê xwe ne mensûbê wî netewî bin bikevin cihekî û li wir asê bibin di wê demê tê gotin ku ev hêzekî dagirkere. Li gorî vê pênaseyê hêza dagirkerî li Başûrê Kurdistanê ne PKK’e, hêza leşkerî yê Tirkan e. Lê em dema li pêvajoya derbazbûna hêzên me yên Şengalê dinêrin, rastiya Tevgera Azadiyê û paradîgmaya Rêbertiyê dinirxînin derbazbûna hêzên me ne dagirkerî, eşkereye ku mafdariyeke rewa ye. Ji rewabûnê jî wêdetir erka me ya sereke ye. Xwedî li Şengal ango her cihekî din ên Kurdistanê derketin em dev jê berdin dagirkerî be, berovajî erka me ya mîlîtantiya Tevgera Apoyî ye.

Di rastiya Şengalê de parastina derfetên şoraşa Rojavayê Kurdistanê, xwedî derketina li destkeftên gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku armanca partiya PDK’ê û AKP’ê ne tenê derxistina hêzên gêrîla ji Şengalê ye, ne jî Şengal mîna beriya hatina DAÎŞ’ê bi PDK’ê ve girêdane. Armanc ji van êrîşan di bin navê PDK’ê de bîcîkirina polîtîkayên dewleta dagirker a Tirkan di herêmê de ye. Eşkereye ku armanca vê êrîşê di naverokê xwe de pêkanîna polîtîkayên Erdoxan e. Çima polîtîkayên Erdoxan, AKP’ê?

Ev e ku Erdoxan dixwaze yekdestiya xwe li Tirkiyê rabighîne, ev rastiyeke ji aliyê me hemûyan ve eşkere ye. Lê ev êrîş tenê bi vê armancê nayên pêşxistin. Erdoxan di encama lihevkirinên xwe yên bi Barzanî re ji aliyekî dixwaze şerê navxweyî di nav Kurdan de bide destpêkirin û Kurdan bi hev bide qirkirin. Ji aliyê din ve jî dema ku Kurd bi hevdû re da şer kirin dê şêrê li Tirkiyê û Kurdistana Bakur sivik bibe ew ê weke ku dixwaze di meydana siyasî de hespê xwe bibezîne. Ji bo vê ji aliyekî ve bi rêya Şengalê dixwaze Tevgera azadiyê bikşîne nav şerekî ku dê qet li gorî berjewendiyên gelê Kurd nebe, ji aliyê din ve jî bi destê Barzanî dixwaze xeteke parastinê ji xwe re di van herêman de bide avakirin. Xeta ku dixwaze ava bike ji sînorê Mûsilê heta Efrînê ye. Yanî bi rêya Hewlêrê û Barzaniyê xiyanetkar Şengalê ji destê hêzên azadîxwaz derxe, di encama destwerdan û serweriya Şengalê di Rojavayê Kurdistanê de jî bibe xwedî par û destkeftên ku ji aliyê gelê me ve di encama berdêlên pir giran de hatiye destxistin ji bo damezrandina dewletoka Barzanî pêşkêşî Tirkiyê bike.

Xala duyemîn;

Bêtehamuliya Erdoxan-Barzanî li beramberî destkeftên Tevgera Azadiyê ye. Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve pêngav û polîtîkayên ku di vê dema borî de di çarçoveya paradîgma ya Rêbertiyê de li ser esasê Netewê Demokratîk hatin avêtin bû sedem ku ji aliyê gelê herêmê ve bên pejirandin. Di heman demê de bi pejirandinê ve jî sînordar nemînin, derbazî meriyetê bikin, rizgariya xwe di pêkanîn û pêşketina vê paradîgmayê de bibînin. Di herêmê de pratîzekirina pergala Netewê demokratîk, pêşxistina biratiya gelan, ji holê rakirina pevçûn û nakokiyên mezhebî tê wateya dawî anîn li polîtîkayên dewletên serdest di herêmê de. Ew dewletên serdest ên ku bi sedê salane hebûna xwe li ser vê rastiyê didomînin eşkereye ku wê bi hesanî vê qebûl nekin. Di gel ku wê qebûl nekin ji serneketin û sernegirtina vê paradîgma û felsefê ya ku ji destê wan bê dê bikin. Ji xwe ya ku îro di rastiya Şengalê de diqewime jî ev bixwe ye.

Eşkereye ku yek ji wan dewletên dixwazin serdestîya xwe di herêmê û Rojhilata Navîn de ava bike dewlata Tirkiye ye. Dewleta Tirk di kesayetiya Erdoxan û AKP’ê de bi hemû awayî destwerdana herêmê li gorî berjewendiyên xwe guncaw dibîne. Ger yekser li ser navê xwe bikeve nav şer û pevçûneke bi vî rengî weke ku wê ji aliyê gelên demokratîkxwazan ên herêmê ve neyê pejirandin, dê ji aliyê dewletên derve jî neyê pejirandin. Ji bo vê ye ku bi rêya hêzên xwe yên çete di bin navê PDK’ê û Pêşmergeyên Rojava de êrîşî destkeftên gelê Şengalê dikin. Êrîşa ku îro di bin navê çeteyan de li ser Şengalê tê kirin di cewherê xwe de êrîşî li ser destkeftiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev êrîşa ku piştî hevdîtina di navbera Barzanî û Erdoxan de pêk hatî ji planên daîreya Şerê Taybet a AKP’ê, êrîşên li ser Minbic, Efrîn û operasyonên ku li Bakurê Kurdistanê pêş dikevin serbixwe nînin û dê nebin jî. Ev dide diyarkirin konsepteke nû, komployeke nû ji aliyê van hêzan ve di meriyetê de ye. Bûyerên ku li Şengalê diqewimin, ji provakakirina hêzên Kurdan wêdetir tiştekî din nîne. Weke adetên caran gelê Kurd, hêzên Kurdî bi hev dayîna şerkirin û ji vî şerî sûd girtine. Hêza esasî ku ji van polîtkayan re dibe amûr PDK û derdora PDK’ê ye. Bi qasî ku planekî demdirêj û qirêje ewqas jî pêwîstiya hestyarî û hişyariyekê bi xwe re derdixe holê.

Kî û çima naxwazin yêkîtiya netewî bê avakirin

Yek ji xalên din ên ku divê mirov di planên pişt perdeya vî şerî de bibîne û binirxîne jî bi bangawaziyên rêxistinê yên di derbarê lidarxistina kongreya netewî de ye. Di dema ku rêxistinê bangewaziya lidarxistina kongreya netewî kir û ji bilî PDK’ê hemû aliyan erênî pêşwazî li bangawaziyê kir de, despêkirina alozî, gengeşî û şerekî bi vî rengî ji xwe tê wateya rê girtin li pêşiya avakirina yekîtiya netewî. Kî û çima naxwazin yekîtiya netewî bê avakirin, tifaq hevkarî di nav Kurdan de pêş bikeve ew jî diyar e. Hêza sereke (esasî) ku dijminantiya Kurdan dike, hebûna xwe bi tinekirin û ji holê rakirina Kurdan ve girêdayî digre dest; ji bo vê çi ji desta tê jî paş de namîne eşkereye ku hikûmeta Erdoxan û partiya wî AKP ye. AKP ya ku li ser esasê înkarkirina hemû mafên Kurdan di nava Tirkiyê de bi MHP’ê re li hev kir, bi armanca destwerdana destkeftên Kurdan ên li derveyî Tirkiyê re jî bi PDK’ê re ket nav hevkariyê û di encama vê hevkariyê de êrîşên xwe li ser hemû derfetên gelê me, rêxistina pêş xist. Dema ku em tenê pratîka vê meha borî bînin ber çavên xwe em dê bi awayekî zelal vê rastiyê bibînin. Di cewherê xwe de şerê ku li Şengalê tê meşandin ne şerekî fîzîkî yê navbera du hêzane, berovajî şer û pevçûnên di navbera fikir, felsefe û bîrdoziyan de ye. Li aliyekî bîrdoziya nûkerî û xwefiroşiyê, li aliyê din jî fikir, felsefe û bîrdoziya demokratîk- ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê ye.

Lê dîtina van rastiyan, şîrovekirina wan tenê dê têrê neke. Di gel nirxandin û şîroveyeke rast; pêwîstî bi qasî fêmkirinê bi tevlûbîneke rast a ji pêvajoyê re jî heye. Çawa ku êrîşên ji hemû aliyan ve weke Tevger li ser me tên pêşxistin û ferzkirin, divê bersivdayîna van êrîşan jî di heman çarçoveyê de pêş bikeve. Xwedî derketineke rast li Şengal û Şoreşa Rojava encax bi ruhê berxwedaniya Kobanê, Sûr û Cizîrê pêk were. Bi egîdiya Mehmet Tûncan, bi ruhê fedayîtiya Çiyageran, tekoşeriya Pakîzeyan em dê bikaribin hemû cûrên planên qirêj ên ku bi riya nûkeran li ser me tê ferzkirin vale derxin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî