Tirkî  |  Erebî

Zozan Çewlîk

zozan cewlik

Di vê pêvajoya em tê re derbas dibin, polîtîkayên dijmin yên înkar û îmhayê bi rengek herî dijwar li dijî gel û gerîlayên me pêktên. Li gel van êrîşan, me zivistaneke bi berxwedaniyên mezin dagirtî derbas kir.

Konsepta ku îro AKP-MHP'ê daye destpêkirin armanca wê ya sereke di şexsê Rêber APO de, tesfiyekirina tekoşîna azadiyê ye. Di vê bingehê de di serî de jin, êrîşeke pir berfireh li dijî tevahî gelên Kurdistanê û her kesên ku tekoşîna demokrasî û azadiyê didin hatiye destpêkirin. Li hember van êrîşên topyekûn, wek jinên Kurdistanê ji bo jiyaneke azad, ji bo welatek azad, her wiha ji bo ku gelê me bi awayek azad bi nasnameya xwe bijî, bi zanebûna ku emê bi bilindkirina tekoşîna azadiyê serkeftinê bidest bixin, em sala 2017'an bi hêvî û biryardariyeke mezin pêşwazî dikin. Ji ber wê wek hêzên YJA Star'ê bi ruxmê tevahî êrîşan di serî de li Kurdistanê, em bi biryarin ku tekoşîna azadiya jinên Rojhilata Navîn bilind bikin. Weke şervanên jin bi vê tekoşîna xwe, emê bi awayek xurt xwedî li tevahî nirxên xwe yên ku bi bedelên giranbiha ve hatine afrandin derkevin. Di roja îro de berxwedana Rêber APO, berxwedana ku li her çar parçên Kurdistanê pêş dikeve, ji me re fermana xwedî li van nirx û berxwedaniyan derktinê dide. Li ser vê bingehê weke rêhevalên şehîd Zîlan, Zeryan, Zinar, Doxa û bi sedan şehîdên me yên pêşeng ên ku ruhê berxwedan û zaferê bilindkirin, bi zanebûna ku wê tekoşîna me serkeftinê biafrîne, me bi biryardariyeke mezin xwe ji bo sala 2017'an amade kir.

Tekoşîna me bûye hêvî ji bo tevahî jinan

Şert û mercên vê pêvajoya ku em têre derbas dibin ji bo tevgera me gelekî girîng in. Îro di serî de li Kurdistanê, di Rojhilata Navîn de em tevgereke xwedî ezmûn û berxwedanên mezin in. Tekoşîna azadiyê ya ku em weke hêzên YJA Star'ê pêşengiya wê dikin, ji bo tevahî jinan bûye hêviya azadiyê. Ev hêvî ji bo rêxistinên şoreşger ên Tirkiyê jî mezin bûye. Tevahî jinên têkoşer di vê zanebûnê de ne ku, di serî de pergala mêrê desthiladar bi giştî li hember hişmendî û pergala kapîtalîzmê, rastiya jina ku şer dike û li berxwe dide heye. Ji ber wê ji bo ev rastiya berxwedêr a jinê bighe jiyana azad a ku em armanc dikin, pêdivî bi hevgirtin, yekîtî û rêxistinbûna jinê ya hevbeş heye. Di vê bingehê de me di bihara 2017'an de gelek xebatên girîng pêşxist. Ev xebat damezrandina KBDH, ango TYJŞ (Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger) û di pêşengiya YPJ'ê de lidarxistina komcivîna jinan a parastina cewherî bû. Li dijî sazîbûna pergala mêrê desthiladar ji sekneke perçebûyî zêdetir, Weke TYJŞ'ê li ser bingehê armancên hevbeş, di serî modernîteya kapîtalîst, li dijî şideta ku li hember jinan pêşdikeve, her wiha li dijî tepisandinên li ser gelan, li ser nasname û cinsan weke jinên şoreşger em li hev civiyan û ji bo bîranîna 8'ê Adarê, ji xwe -8'ê Adarê roja berxwedana jinên cihanê ye- me yekbûneke bi vî rengî pêkanî. Ji ber em baş dizanin ku emê bi vê yekbûnê re ji herdemê zêdetir xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya jinan derkevin. Di vê bingehê de di bin sîwana KBDH, ango TYJŞ de emê karibin êrîşên pergala desthiladar vala derxin. Bi vî awayî wê ev rêxistinbûn bibe temînata serkeftina tekoşîna jinan a ku xwe dispêre vîn û hêza cewherî. Em wek jin bi biryarin ku di 2017'an de bi rêxistinbûneke xurtir ve tekoşîna xwe bilind bikin.

Rêya yekane ya rizgariya jinan parastina cewherî ye

Li gel vê yekbûna watedar, di Rojavayê Kurdistanê de bi pêşengiya hêzên YPJ'ê yên ku bi felsefeya APO'yî ve xwe avakirine, komcivîna jinan a parastina cewherî pêkhat. Di serî de gerîlayên Kurdistanê, hêzên YPJ'ê li dijî DAİŞ'ê berxwedaneke bê hempa raber kir. Her wiha bi berpirsyariya ku di nava şoreşê de girtiye ser milê xwe, îro ji bo tekoşîna azadiya tevahî jinên cihanê bûye çavkaniya îlham û hêzê. Li her çar parçên Kurdistanê jinên Kurd bi nasname û vîna xwe şerê parastina cewherî didin meşandin. Di vê bingehê de jî me ezmûn û mîraseke giranbiha ya berxwedanê bi destxist. Ev xebata ku di sala 2017'an de pêkhat, ji bo jinên Kurdistanê û di esas de ji bo azadiya tevahî jinên Rojhilata Navîn xebateke pir girînge. Pergala mêrê desthiladar komkujiyên xwe herî zêde li ser jin û zarokên ku bûne qurbanên şer pêk tîne. Ji ber wê di herêma Rojhilata Navîn de jin û zarok pêvajoyên herî bi êş û giran jiyan dikin. Li hember van êrîşan, bi rêxistinbûn û zihniyeteke alternatîf, diviyabû ku jin ji van komkujî û destdirêjiyan re bêje, na. Ji ber wê weke hêzên tekoşînê, ji bo avakirina pergaleke alternatîf, me pêwîstî dît ku em li hev bicivin û pirsgirêkên jinê yên azadî û parastina cewherî nîqaş bikin. Li ser vê bingehê di pêşengiya hêzên parastina jinê YPJ'ê de, jin li hev kombûn û di derbarê yekbûn û tekoşîna jinan de biryarên hevbeş girtin. Ev biryar ji bo tekoşîna me biryarên girîng bûn. Bi zanebûna; "Çawa ku ti zindî bê parastina cewherî nîne, jina ku li dijî koletiyê tekoşîna azadiyê dide meşandin jî, ne mumkine ku bê parastina cewherî be", nîqaşên gelekî girîng pêşketin. D vê bingehê de jî biryar hatin girtin û hevgirtineke xurt a jianan çêbû.

Li gel vê ji ber ku di bingehê vê xebatê de tekoşîna li dijî hişmendî û pergala desthiladar a faşîst heye, her wiha ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê jinên Rojhilata Navîn, tevahî jinên cîhanê eleqedar dike, wê ev rêxistinbûn li dijî kolekirina jinên ku weke amûra sermayê tên bikaranîn, bibe bersiva herî xurt. Ji ber wê em dibêjin ku, rêya yekane ya rizgariya jinan tekoşîn û parastina cewherî ye.

Ev herdû xebat, ango xebatên TYJŞ û Komcivîna jinan a parastina cewherî li dijî hişmendiya mêrê dersthiladar û li dijî pergala Kapîtalîzmê gaveke girîng bû. Her wiha li hember her awayî komkujiyan bû bersiveke herî mezin. Em jin bi bawerî û zanebûna ku wê ev rêxistinbûn me bigihîne serkeftinê, tekoşîna xwe ji herdemê zêdetir mezin dikin.

Gel biryara xwe da

Li gel van xebatên me yên girîng, li Tirkiyê gelê me pêvajoyeke referandûmê jiyankir. Ji bo referandûma ku di meha Nîsanê de pêkhat, gelek nirxandin hatinkirin. Referandûmeke ku bi dek û dolabên mezin, dengê "Erê" tê de serket. Helbet divê em şert û mercên pêvajoya ku referandûm tê de pêşketî, binirxînin. Pêvajoya referandûmê, pêvajoyeke ku li Kurdistanê rewşa awarta hê jî dewam dikir de pêşket. Her wiha ti mafên mirovî ne li ser karbûn. Şer gihabû asta herî dijwar. Tevahî çapemeniya Tirkiyê tenê ji bo dengê "Erê" dixebitî. Ji xwe mafê xwe îfadekirinê jî hatibû qedexekirin û pêla şovenîzmê gihabû asta herî bilind. Lê cardin jî bi ruxmê vê pêla şovenîzmê a ku di pêşengiya Erdoxan û Baxçelî de pêkdihat, çalakiyên 8'ê Adarê yên ku di pêşengiya jinan de pêkhatin, bersiva herî mezin a li hemberî vê pêla ku li tevahî Tirkiyê tirs û xof dabû avakirin. Her wiha vîna ku di Newrozê de di serî li bajarên ku berxwedanî lê pêşketin, li tevahî Kurdistan û metrepolên Tirkiyê helwesta gel a li dijî van êrîşan da nîşandan. Ji ber wê jî di 16'ê Nîsanê de di pêşengiya ciwanan de li Kurdistan û Tirkiyê helwesta rasteqîn a gel û jinan, ango dengê "Na" bi rengek zelal derket holê. Li hember vê helwesta demokratîk AKP û MHP ev referandûm ji bo xwe wek şensekî dawî didît. Ji ber wê bi darê zorê û bi hezaran hîleyan bi ferqeke pir kêm dengê "Erê" bi serxistin. Piştî referandûmê mesaja destpêkê ya ku dan wekî herdem yek ziman, yek welat û yek milet bû. Her wiha îdam xistin rojevê. Ji nûve nirxandina vê rewşê girîng e. Ji ber di roja îro de bi qasî ku li hemberî me rastiya rejîmeke nû heye, rastiya MHP a AKP'yî bûye û AKP ya ku MHP'yî bûye heye. Ev hevkariya faşîst di serî de li dijî Rêber APO, li dijî gelê Kurd û tevahî hêzên demokratîk e. Her wiha ji bo gel û jinan tê wateya zêdetir şer, zêdetir mirin û zêdetir kuştin. Em bi rastiya AKP-MHP ya ku dixwaze tevahî nirxên heyî înkar bike û faşîzmê li her derê belav bike re rû bi rû ne. Ji ber wê her çiqasî bi darê zorê dengê "Erê" derxistibin jî, ji ber ku nîvê gelên Tirkiyê gotin "Na" rewabûna encama referandûmê nîne. Ji ber wê li hemberî siyaset û polîtîkayên ku xwe dispêrin qirkirin û derewan ji her demê zêdetir bi gotina "Na" ji pergalên faşîst û netewperest re divê em vê helwestê bixin navenda tekoşîna xwe. Divê em bi rengek radîkal li dijî her awayî polîtîkayên înkar û îmhaya gelan dengê "Na" hertim bilind bikin.

Ji bo me jinan dema bilindkirina tekoşînê ye

Her çiqasî Erdoxan dibêje qey bi encamên referandûmê re hertişt kete destê wî û li hember vê jî wê ti tişt neyê kirin, lê di esas de pir vekiriye ku wê ji vir û pêve li bajarên Tirkiyê tekoşîna azadî û demokrasiyê bilintir bibe. Ji bo jinan redkirina zihniyeta destdirêjî û zewcandinê, li hember wê jî tekoşînkirin, wê bibe nîşaneya siberoja azad a ku jin bi vîna xwe lê bijî. Ji ber wê ji bo me jinan li hemberî zihniyeta tekperest, olperest, miletperest, cinsiyetperest, şovenîst û faşîst êdî dema bilindkirina tekoşînê hatiye. Di vê mijarê de jî wek jin divê em vê yekbûna xwe xurt bikin û veguherînin hêza çalakiyê.

YJA Star û HPG pêşengên vê pêvajoyê ne

Li hember vê pêvajoya ku rojeva wê ya sereke bûye tunekirina vîn û hêza jin û gelan, gerîlayên me li her çar parçên Kurdistanê di çeperên herî pêşde, bi çalakiyên xwe ve ji van êrîşan re bê deng namînin. Wek hêzên gerîla me di şerê gelê şoreşgerî de ezmûn û tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Bi taybetî di van herdû salên dawî de li dijî êrîşên dijmin ên topyekûn weke hêzên HPG-YJA Star'ê, her wiha hêzên YPS-YPS Jin ên ku pêşengiya berxwedaniya bajaran kirin, me pêvajoyeke şerê giran jiyankir. Hêzên gerîla yên ku pêşengên vê berxwedanê ne, di vê demê de jî pêşengiya pêvajoyê hilgirte ser milê xwe û gelek çalakiyên bi bandor li darxistin.

Ne tenê çalakiyeke tolhildanê ye, destpêkirina demeke nû ye

Dema em ketin sala 2017'an weke hêzên HPG û YJA Star'ê bi giraniya pêvajoya ku em têre derbas dibin, me tarz û taktîkên xwe yên gerîla cardin nirxand. Di derbarê tarz û taktîkên ku wê zaferê ava bikin de biryardariyên girîng derketin holê. Me gelek encam ji çanda xwe ya berxwedanê ya bi salan derxist. Li hember şert û mercên şerê ku tê jiyan kirin, me milên xwe yên nebes berçavan re derbas kir û nirxand. Bi vî awayî jî li ser bingehê tespîtên dîrokî yên ku wê van nebesiyên me derbas bike, amadekariyên nû pêşketin. Di serî de li dijî Rêber, li dijî gelê me û hêzên gerîla îro li her çar parçên Kurdistanê êrîşên dijwar pêktên. Bi tespîta ku emê di vê pêvajoya dîrokî de bi gelek şerên dijwar re rû bi rû werin, di derbarê amadekarî û pergala çepergirtina gerîla de gelek nîqaş û nirxandin pêşketin. Li gor vê tarz û taxtîkê dema nû hate diyar kirin. Çalakiya Baxlar, Amedê jî bi rengekî pratîkî ev tespîtên dîrokî şênberkirin. Her wiha li hemberî tespîta dijmin a "Me ew xilas kirin" çalakiya Baxlar'ê bersiva herî mezin bû. Vê çalakiyê bi tarzek profesyonel, bi ked û disiplîneke xurt, bi sebreke mezin, hemî teknîka dijmin vala derxist. Bi vî rengî di dîroka tekoşîna me de jî bû destpêkirina taktîk û feraseta me ya nû ya di derbarê çalakiyên gerîla de. Ji ber wê çalakiya Baxlar'ê ne tenê çalakiya tolhildanê ye, di heman demê de destpêkirina demeke nû ye. Çalakiya Baxlar'ê bi ruhê APO'yî di tarz û tempo de xuluqkarî, di şêwzê lêdanê de jî serkeftin afrand. Em dikarin bêjin ku çalakiyeke mukemel bû. Bi qasî pêşxistina tarzê demê, ji bo tevahî hêzên me yên YJA Star û HPG'ê bû çavkaniya moral û îlhamê. Di heman demê de ev çalakî bû rêya derketina ji tarzên ku bi me dide wendakirin û avakirina tarzê zaferê. Çalakiya Baxlar'ê bi ruxmê hemû istixbarat û teknîka dijmin, çalakiyeke ku xurtbûna gerîla da nîşandan. Weke gerîlayên YJA Starê jî bi ruxmê her awayî êrîşên dijmin ên dijwar, ji bo em ji Rêber APO yê ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji gelê xwe yê ku rastê êrîşan tê û ji rêhevalên xwe yê şehîd re bibin bersiv, em di pêvajoyeke lêhûrbûnê ya xurt re derbas bûn. Li ser vê bingehê jî hêzên me yên YJA Star'ê bi israr û biryarariyeke mezin berê xwe dan qadên tekoşînê.

Em çûn biryara jinûve avakirinê

Di pêvajoya zivistanê ya awarte de, di serî de li bakûr, dijmin li tevahî qadên me êrîşên pir dijwar pêk anî. Dijmin tevahî hêza xwe ya teknîk û îstixbaratê xiste dewrê. Di dîroka HPG'ê de operasyonên herî berfireh û yên herî zêde di zivistana 2016-17 de pêkanî. Me pêvajoyeke wisa giran li pey xwe hişt. Di vê mijarê de ne ji ber hêza dijmin, ji ber tarzê me yê tevgerê û ji ber nebesiyên me şehadet çêbûn. Ev rewş ji bo me mijareke rexnedanê ye. Lê me şert û mercên dîroka şer û tekoşîna xwe ya ku di van herdû salên dawî de hatiye guhertin di berçavan re derbaskir. Di vê bingehê de em çûn biryara ji nûve avakirinê. Me di partîbûn, di pergal û profesyonelbûnê de, di tarz û taktîkê gerîla de gelek nûbûn û guhertin çêkir.

Di şer û jiyanê de partîbûn esas e

Weke gerîlayên jin bi derbaskirina van nebesiyên xwe, bi ruhê Zîlan, Devrîm, Zeryan û Stêrk'an hem di qadên me yên xweser, hem jî di qadên giştî de me partîbûn esas girt. Li ser vê bingehê wê hêzên me yên YJA Star'ê di partîbûnê de, di tarz-taktîk de, di tevlêbûna aktîf de, bi awayek profesyonel rola xwe ya pêşengiyê bileyîzin. Wê YJA Star bi disiplîneke mezin di serî de çalakiyên me yên xweser, wê bê hesap tevlê tevahî qadên tekoşînê bibe. Bi zanist û berpirsyariyeke mezin wê têbikoşe. Weke hêzên YJA Star a ku temînata guhertin û veguhertinê ye, wê perspektîfa Rêbertî ya; "Emê ne wek berê şer bikin, ne jî wek berê bijîn." ji bo xwe esas bigre. Ji ber ku YJA Star di nav HPG'ê de hêzeke bingehîne, wê ji herdemê bêhtir xwe di tarzê demê de kûr bike. Di vê mijarê de berpirsyariya YJA Star'ê ya li hember dîrokê heye. Bi vê zanebûnê bi qasî ku erka me ya layîqê şehîdan, Rêber APO, jinên berxwedêr û gel heye, erka me ya tola rêhevalên xwe yên şehîd girtin jî heye. Ji ber wê divê em bi ruhê tolhildanê derbên giran li faşîzma AKP-MHP û hêzên wê yên çete bidin. Bi vî rengî emê karibin tevahî êrîşên dijmin vala derxin. Bi vê biryardariyê emê bi rengek hê aktîf tevlê hemleya sala 2017'an bibin û berpirsyariyên ku dikevin ser milê me, bicih bînin. Li ser vê bingehê di şexsê pêşengê partiya me rêheval Heqî de, em bejna xwe li hember tevahî şehîdên meha Gulanê û tevahî şehîdên şoreşê ditewînin û soza tolhildan û serkeftinê didin. Her wiha li hember keda Rêber APO, li hember tekoşîn û berxwedana jinan, emê bi erka xwe ya pêşengiyê rabin. Emê bi tekoşîn û çalakiyên xwe ve sala 2017'an bixin sala zaferê. Di vê bingehê de em ji tevahî şervanên ku ji bo azadiyê di çeperan de têdikoşin serkeftinê dixwazin. Her wiha em bang li tevahî jinan dikin ku bi tekoşîna xwe xwedî li rêxistinbûna jinan a hevbeş derkevin û pêşengiya demê bikin. Em bawerin ku emê di vê bingehê de bikaribin siberojeke azad diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî