Tirkî  |  Erebî

Hevpeyvîn

xakurkeeeHevrêyên me yên ku di qada Xakûrkê de cihê xwe di eniyên şer ên pêşde digrin, asta amadekariyên xwe yên ji bo hemla 2017’an, her wiha coş û kelecana xwe bi me re parve kirin. Em jî van nirxandinên hêja yên hevrêyên xwe bi we tavahî hevalan re parve dikin…

Emê azadiya Rêber APO misoger bikin

Nalîn Evîn

nalin evinWek gerîlayên YJA Star’ê em di qadên şer ên herî pêşde cihê xwe digrin. Bêgûman em ji bo tevahî êrîşan amade ne. Ji xwe bi vê zanebûnê em di çeperan de cihê xwe digrin. Ji ber em îro li van çiyan, li tevahî qadan şerê heqîqetê dimeşînin. Ev heqîqet jî jiyana PKK’ê ye. Jiyana hevrêyên me yên şehîde. Heqîqeta jiyana azad a ku di pêşengiya Rêber APO de ava dibe ye.

Dema mirov li qada Xakûrkê be, helbet giraniya vê cûda ye. Erk û berpirsyariyên mirov mezintir dibin. Ji ber rastiya qehremaniyê ya heval Bêrîtan, heval Axîn Meşkan, Rojînda Ruken, Dîcle Avaşîn û bi dehan hevalên me yên ku li vê qadê heya guleya xwe ya dawiyê şerkirin û şehîdbûn heye. Ji ber wê ye ku em dibêjin erka me girantir dibe. Erka me ya sereke ewe ku divê em layîqê vê xeta berxwedanî û qehremaniyê derkevin. Ji ber wê baweriya me ya serkeftinê ji herdemê bêhtir mezin bûye. Bi felsefeya jiyana azad a Rêber APO re, bi sekna qehremaniyê ya heval Bêrîtan û Axînan emê xwe di serkeftinê de kilît bikin. Bi vî awayî bi baweriya ku emê bi hemleya sala 2017’an re dagirkeriyê ji holê rakin, emê heya dawiyê di van çeperan de bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin.Emê azadiya Rêber APO û gelê xwe misoger bikin.

Her sal feleka artêşa Tirk li vir şaş dibe

arin tolhildanArîn Tolhildan

Îro bi ruxmê tevahî zor û zehmetiyan, bi ruxmê ku şert û merc pir sînordarin jî, lê cardin em li ser bîrdozî û felsefeya Rêber APO perwerde dibînin.  Bi vê zanebûnê, li gel hemû zehmetiyan, em 24 seatan li ser pirsa Çawa Bijîn? dihizirin û li gor wê tekoşîna xwe hê xurtir didin meşandin. Yanî li hember her awayî hewldanên tunekirinê, li dijî her awayî êrîşan em li virin. Di çeperên herî pêşde ne. Bi salane gelek kesan got; “Me tune kir, emê tune bikin” Lê îro em li her derêne. Em li Şengalê ne, li Kerkûkê ne û di nav berxwedaniya Cizîrê de ne. Êdî li her derê hêzên parastinê, parastina welatê xwe dikin. Vaye em jî li virin, li qada Xakûrkê ne. Li qada ku her sal feleka artêşa Tirk a dagirker lê şaş dibe. Di sala borî de em jî li vir bûn. Bi rastî berê xwe da kîjan herêmê rastê berxwedana hevalên me hatin. Li milekî rastê berxwedana pîroz a hevrê Axîn Meşkan hatin, li milek din rastê hêrsa mezin a hevrê Evîndar hatin, li milek jî rastî ruhê fedaî yê hevrêya me Dîcle Amed hatin. Di vê salê de jî emê bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe layîqê van ruhên azad, van berxwedaniyên mezin derkevin. Heya ev ruh hebe, wê ti hêz nikaribe me tune bike. Di vê mijarê de em ji xwe bawerin.

Ji ber wê em dibêjin ku wê ev sal bibe sala serkeftinê. Emê di vê salê de berxwedaniyên mezin tevî berxwedaniya hevrêyên xwe yên şehîd bikin û cardin serkeftinê bidest bixin. Ji bo vê jî çi pêwîst be, çi ji destê me bê, bê teredut emê bikin.

Mîna Bêrîtan û Axînan, em jî amade ne

dersim bagerDêrsim Bager

Heval Arîn û heval Nalîn pir xweş anîn ziman. Raste, wek wan jî got em îro di warê Bêrîtan’an de li dijî dagirkeriyê şer dikin. Ev mijar bi serê xwe serbilindiyeke herî mezine ji bo me. Her kes berxwedaniya heval Bêrîtan baş dinase. Heval Bêrîtan bi helwesteke tund ve îxanet û radestiyê red dike. Di vê mijarê de heya dawî zelale. Ji ber wê bi wêrekiyeke pir mezin şer dike û dema guleyên wê namîne, bê ku çeka xwe jî bide destê dijmin, çeka xwe perçe perçe dike piştre jî mîna kevokekê ruhê xwe azad berdide û xwe ji zinarên Xakûrkê diavêje. Li hember vê sekna bi rûmet, li hember vê berxwedaniya pîroz, mirov çi jî bike kême. Di hemleya sala borî de bersiva herî xurt heval Axîn da. Heval Axîn jî li ser şopa Bêrîtan, qidûmên dijmin şikand. Dijmin şikandinek mezin jiyankir û neçar ma ku paşve bikşê. Em jî weke rêheval Bêrîtan û Axîn hertim xeta bi rûmet a azadiyê ji bo xwe dipejirînin. Emê jî li ser xaka rêheval Bêrîtan heya xwîna xwe ya dawiyê şer bikin, têbikoşin. Weke hêzên YJA Star’ê emê cardin bi pêşengiya xwe ya ji hemleya şoreşgerî ya sala 2017’an re mîna Bêrîtan û Axîn’an hemû êrîşan vala derxin.

Ez bawerim ev biryardariya me ye, ya ku hêzên dagirker har kiriye. Ji ber wê ye ku ji bo reşkirina vê tekoşînê, rojane bi riya medyayê rastiya berxwedanî û tekoşîna me berovajî dike. Bêgûman ev jî hêza tevgera me ya azadiyê, hêza gerîlayên Kurdistanê dide nîşandan. Di vê bingehê de weke gerîlayeke YJA Star’ê dikarim bêjim ku heya em azadiya Serokê xwe, azadiya gelê xwe û azadiya tevahî jinan misoger nekin, emê ti carî ji biryardariya xwe ya tekoşînê gav paşde neavêjin. Emê bi tekoşîna xwe, bi çalakî û jiyana xwe hemû êrîşan vala derbixin…

Kategori: Nivêsên Rojêvî