Tirkî  |  Erebî

BESÊ ERZÎNCAN

Dema em damezrandina PKK’ê ya 27’ê Mijdara 1978 dinirxînin soza Rêberê me ya; “Me bi jinê re dest bi kar kir” tê bîra mirov. Bi rastî jî sozeke pir watedare û cewherê PKK îfade dike. Di 1. Kongreya damezrîner a PKK’ê de tevlêbûna 2 jinan nîşaneya vê yekê ye. Rêber APO meşa xwe ya azadiyê bi jinê re destpê kir û ev ji bo xwe kire wek rêgezeke bingehîn a felsefeya jiyana azad.

Rêberê me di warê rêxistinî û civakî de timî derketinên xwe yên hemleyî bi kûrbûna xwe ya di xeta jina azad de pêk aniye. Ji ber wê ya ku em dibêjin damezrandina PKK’ê di heman demê de ji nûve vejîna jinê ye. Rêbertiya PKK’ê ji destpêkê de bi baweriya ku wê jiyaneke nû bi azadkirina jinê ve pêk were, tevgeriya ye. Di vir de sekin û nêzikatiya Rêbertiya me ya azadîxwaz pir girînge. Her ku jinên Kurd tevlê rastiya Rêbertiyê bûn, azadî ji kûr ve jiyan û bi vî rengî di meşa xwe ya azadiyê de serkeftin avakirin.

Di roja îro de hêjî gelek hawîrdor di watedayîn û famkirina têkiliya Rêbertî ya bi azadiya jinê re zorahî dikşînin. Ji bo ku Rêber APO jinê ji rewşa mal û milkbûnê derxe têkoşîneke giranbiha daye meşandin. Ji ber wê jî ji destpêka damezrandin û pêşxistina partiya me PKK de azadiya jinê ji bo xwe kire wek rêgezekê û di vî warî de jin pêşxist. Di nava têkoşîna azadiyê de bi ruxmê dijberiya zilam a ji vê re û bi ruxmê hemû zorahiyan ev rêgez jiyanî kiriye. Di vir de şerekî azadiyê yê wêrek, xuluqkar û mezin mijara gotinê ye. Di çerçoveya heqîqeta xwebûna jinê de têkoşîna bê eman ya ku li dijî zilam hatiye dayîn milê PKK’ê yê herî xwesere. Di nava ti partiyeke cuda de nakokî û şerê jin-zilam ewqas kûr nehatiye jiyîn û li gel vê jî têkiliyeke hevaltiyê ya ewqas xurt pêş neketiye. Ev dualîteyeke ku bi rastî jî famkirina wê pir zore. Lê belê her ku mirov bi hîmên modernîteya kapîtalîst re têdikoşe hevaltî, hezkirin û manewiyat zêdetir dibe.

 

Azadiya gelê Kurd û ya jinê mîna keziyekê heya dawiyê di nava hev de ne. Têkoşîna jinan û ya gelê me di nava bitunbûnekê pêş dikeve. Em nikarin wan ji hev cuda bigrin dest. Heman polîtîkayên ku dewletên dagirker û statûkoparêz li dijî Kurdan didin meşandin, pergala kapîtalîst li dijî jinan daye meşandin. Şekilgirtina gelê Kurd a avahî, sosyolojîk û psîkolojîk jî dişibe ya jinê. Ev di warê dîrokî de çavkaniya xwe ji avahiya Kurdan a dayîksalarî digre. Ji ber wê ye ku em dibêjin azadbûna jinê tê wateya azadbûna gelê Kurd. Di vir de azadiya jinê rola kilîdê dileyîze. Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku PKK di dualîteya azadî-koletiyê de bi pergalê re şerekî mezin dide meşandin.

Di helbesta Rêberê me ya ku di sala 2000 de li Îmraliyê nivîsandiye, wekî ku pênase kiriye li hemberî xwedayên zilam şerekî; “Bedelê hemû Prometeusan” daye meşandin. Di vî şerî de azweriyeke xwe ya mezin a gihandina eşq û jiyana azad heye. PKK kevirên bingehîn ên avakirina jiyana azad bi têkoşîna jina azad û zilamên azad ve lêkiriye. Rêberê me xwe, jin û civak azadkir, têkoşîna hundurîn bi afrînerî û cesareteke mezin da meşandin û di afrandina alternatîfê de serkeftin jiya.

Di PKK’ê de ger em ji heqîqeta jinê bikevin rê, emê karibin ji girêka kor a Kurdan û ji pirsgirêkên tevahî mirovahiyê re bibin çareserî. Di vî warî de em dikarin bêjin rengê jinê mora xwe li pêşketinan dide. Ji ber her ku jin azad dibe tevgera me PKK pêşketinên mezintir û dîrokî jiyan dike. Pêşketina PKK’ê ya li derdor jinê ew xistiye tevgereke cewherîn ya gerdûnî.

Di bingehê têkoşîna azadiya jinê de PKK’ê cîhana xwe ya watedayînê ya manewî timî pêşxistiye û wiha mezin bûye. Gotina Rêbertî ya; “Jina azadbûyî Kurdistana azadbûyî ye” rastiyeke pir cewherîn dide nîşandan. Rêberê me di dema xwe ya zaroktiyê de, ango ji dema ku dest bi wateya jiyanê kir û heya roja îro li ser sekna jinê ya di nava jiyanê de û bandora wê ya li ser derdor rawestiya ye û di vê mjiarê de xwe kûr kiriye. Ango wê çawa careke din xweşikbûn û ahengiya jiyanê ya ku bi kolekirina jinê re xirabûye, ava bibe? Wê jin çawa azad bibe? Wê çawa zilam bê rêgezên jiyana wekhev û azad? Di vê bingehê de wê jiyana azad a nû çawa bê avakirin? Li ser bingehê heqîqetên mirovî wê eşq çawa bê afrandin? Di van mijaran de lêhûrbûnên mezin jiya ye û bûye xwedî bersivên pir watedar. Ji ber wê ye ku em dibêjin; “Rastiya Rêbertî di heman demê de rastiya afrandina jina azad û civaka azade.”

Li ser vê bingehê jî Rêberê me pêvajoya avakirin û bilindkirina jiyana azad her bi pêşxistina xebatên jina azad ve xurtkiriye. Di vê wateyê de Rêbertiya PKK’ê ji bo pêşxistin û azadkirina jinê timî firsend avakirine, pêşiya jinê vekiriye, her çiqas şaştiyên wê hebin jî timî şensek nû dayê de, di vê wateyê de jî jin parastiye, xurtkiriye û bi rexnekirinê re mezinbûna wê esas girtiye.

Cewherê rastiya kadrobûna tevgera me ya azadiya jinê xwe dispêre têkoşîna giranbiha ya Rêberê me. Hevdîtina dîrokî ya watedar a jina Kurd bi cewherê xwe re bi nasîna rastiya Rêbertiyê re destpêkiriye. Dîroka berxwedaniya jina Kurd heya serdema neolotîkê dirêj dibe. Lê divê em zanibin ku wêrekiya di rastiya jina Kurd de, girêdana watedar a di navbera hêza fikrî, ked û fedekariya wê de, huneriya wê ya otorîteriya xwezayî ya di jiyanê de bi tevlêbûna wê ya ji rastiya Rêbertiyê re ji nûve avabûye. Li ser vê bingehê hemû jinên ku tevlêbûneke durust ji rastiya Rêbertiyê re nîşan dane karîne pêşketin û azadbûneke mezin bijîn.

Şehîdên me yên jin ên qehreman û pêşketina fedaîbûna jinê îfadeya vê têkoşîna giranbiha ye. Bi vî rengî bi fedekarî û lehengiyeke mezin tevgera me ya azadiya jinê bûye xwedî mîrasekî pir mezin. Ev mîras ji afrîneriya jina azad a ku bi Sakîne Cansiz destpêkir, ji Binevş Agal û Zekiye Alkan’an heya Bêrîtan, Zîlan, Şîrîn Elemhulî û Arîn Mîrkan’an heya Gulnaz û Berçem’an bi lehengî û fedekariyeke mezin dewam dike. Xebatên jinê di dînamîkên civakî de rê li ber guhertinên mezin vekiriye. Jin ji malê derketiye û tevlê hemû qadên jiyana civakî bûye.

Li ser vê bingehê bi damezrandina PKK’ê re dîroka me ya azadiyê ji yekem tevlêbûna hevala jin heya roja me ya îro bi bedelên giranbiha ve gerdûnî bûye. Ji ber wê jî em dibêjin heya ku gavên ji bo azadiya jinê hatine avêtin, pêvajoyên artêşbûn û partîbûna jinê, pêvajoyên pergala hevserokatî û nûneriya wekhev neyên famkirin, emê nikaribin asta ku em îro gihanê rast pênase bikin. Di vir de têkoşîna jinê qet hêsan nebûye, êş û sanciyên pir mezin kişandiye. Bedelên pir giran hatine dayîn, bi hezar û yek zorahiyan ve jin giha vê astê…

Jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin, zilamên di nava PKK’ê de yên ku bi vê baweriyê têdikoşin û gelê me yê ku PKK’ê wek pêşeng ji xwe re dipejrîne; heya ku pirsgirêk, nakokî û pêşketinên dîrokî yên jinê fam nekin, heya ku van zorahiyan ji kûrahiya dil û mejiyê xwe de hîs nekin, wê nikaribin qezenc û nirxên heyî biparêzin. Ji ber ku famkirina PKK’ê di famkirina dîroka têkoşîna jina azad re derbas dibe. Di PKK’ê de heya ku dîroka jinê neyê famkirin cewherê rasteqîn ê PKK’ê nayê famkirin. Ji ber wê jî pêwîste pênaseya Rêber APO ya; “PKK partiyeke jinê ye” bi rengek kûr bê famkirin. Ger têkoşîna azadiya jinê nebe, ne mumkine PKK bê fikrandin. Ji ber ferqa partiya me di têkoşîna wê ya azadiya jinê de veşartiye.

Ji xwe di Kongra Gel a 10. de kotaya jinê ya ji sedî pêncî kete meriyetê. Di rêveberiya KCK’ê de rewşa nuneriya nîvî bi nîvî cara yekê bû mijara gotinê. Pêşketina vê pergalê tê wê wateyê ku têkoşîna me ya azadiya jinê ketiye serdemeke dîrokî ya nû. Ev projeya Rêbertiya me bû. Rêber APO îrade û rengê jinê derxiste holê û bi vî rengî plansaziya azadkirina Kurdistanê çêkir. Ji ber Kurdistaneke ku jinê tê de azad nebe, ne mumkine Kurdistana PKK’ê be.

Bi şerê Kobanê û Şengalê yê sala 2014’an de tevgera jinê di şerê azadiyê de pêşketineke pir mezin jiya. Di vê şoreşê de hêza YPJ ya ku xwe dispêre mîrateya artêşa YJA Star xeta berxwedêr û azadîxwaz a jina Kurd bi rengek xurt derbasî jiyanê kir û bi vî rengî roleke mezin leyîst. Di Rojava de şoreşa jinê asteke pir mezin qezenckir. Ev encama têkoşîna PKK’ê ya 40 salî ye. Ev têkoşîn îro ji bo hemû cîhanê bûye çavkanî û hêviya azadiyê.

Tevgera me ya azadiya jinê KJK û hêza vê ya pêşeng PAJK îro xwe bi rengê pergaleke jinê bi rêxistin dike. Di avakirina hemû hîmên neteweya demokratîk de dibe hêza pêşeng. Di pêşengiya jinê de jiyaneke nû tê afrandin. Bi şer û têkoşîna azadiya jinê ve derbên mezin li pergala modernîteya kapîtalîst a ku tenê girîngî dide çanda madî dide. Em gihane asteke wiha ku gelek tevgerên femînîst û yên azadiya jinê vê astê ji bo xwe wek mînak digrin. Lê belê weke tevgera jinê hem di warê zihniyetê de hem jî di warê pergal de, gelek milên ku divê em xwe tê de bigrin dest û xwe kûr bikin hene.

Tevgera me ya azadiya jinê li her derê Kurdistanê û li Awrûpa rêxistinbûna xwe heye. Li her deverê cîhanê dostên me hene. Divê em vê hêza xwe ya rêxistinkirî baş binirxînin. Di qadên siyasî, dîplomatîk, ekonomîk, çand û hunerî de, di çapemeniyê de bi kurtasî di her qadên jiyanê de divê em roleke hê xurtir bileyîzin.

Vaye îro jî wek tevgera azadiya jinê di salvegera 40. ya damezrandina PKK’ê de, em bi coş û kelecaneke mezin têkoşîna xwe bilindtir dikin. Ji bo em di sedsala 21. de plansaziyên pergala mêrê desthiladar ên talan, şer, hilweşîn, koçberî û feqîrbûnê berovajî bikin, têkoşîneke hê mezintir ji me tê xwestin. Divê hemû heval bi vê zanebûnê erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi rengek serkeftî pêk bînin. Li ser vê bingehê em bawerin ku wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê.

Kategori: Nivêsên Rojêvî