Tirkî  |  Erebî

Amara Ruken
PENUSA JIN CILEE
Mamosteyê me yê mezin, rêheval Xelîl Dağ li serê lûtkeya herî mezin ya Çiyayên Çarçella ev hevoka bi wate beriya niha bi 10 salan xêz kiriye. Vaye hêjî heya roja îro di mejiyê her gerîlayek de zindî maye û her çiyayê herî bedew yê Kurdistanê, Çarçella bi vê hevokê bibîr tînin...
Piştî 10 salan...
Vaye em jî di şopa rêhevalê xwe Xelîl de di şîverêyên deriyê zîv
yê Hîlala Zêrîn, ango di deriyê Çarçella de pêşde diçin. Ev deriyê Çarçella jî bi çiyayê xwe yê bi nav û deng çiyayê Malûm ve me pêşwazî dike. Çiyayê Malûm yê ku bilindahiya wê 4800 metre derbas dike, hembêza xwe ji rêwiyên Çarçella re vedike. Çiyayê Malûm jî mîna her çiyayek Kurdistanê çîrok û destaneyek xwe heye. Ev destane jî di heman demê de girêdan û evîniya rêheval Xelîl ya bi çiyayên Kurdistanê ve dide nîşandan. Ev destane, beriya niha bi 10 salan, ango di sala 2006'an de bi rêwîtiya rêheval Xelîl ya berbi çiyayê Malûm ve destpê dike.

Rêheval Xelîl bi grûbek gerîla re biryar dide ku di çiyayê herî bilind yê qada Çarçella de lênûskekê bicih bike, da ku her kesê ku berê xwe bide lûtkeyên Çarçella hest û ramanên xwe bi vê lênûskê re parve bike û bi vî rengî rêwîtiya xwe ya berbi vê qadê derbasî rûpelên dîroka Çarçella bikin. Ji ber ku Malûm çiyayê Çarçella yê herî bilinde, rêheval Xelîl û grûba gerîla tevî lênûska Çarçella riya rojekê didin ber çav û lênûskê di cihê herî asê yê Çiyayê Malûm de bicih dikin. Rêheval Xelîl pênûsa xwe dixe destê xwe û di rûpela destpêkê de hevoka "Çarçella, deriyê zîv yê Hîlala Zêrîn" xêz dike. Li vir rêheval Xelîl û rêhevalek xwe yê bi navê Egîd bi hev re soz didin ku piştî 10 salan kî ji wan jiyan bike, divê cardin berê xwe bide çiyayê Malûm û li ser navê grûbê ji bo bîranîna wê rojê hest û ramanên xwe bi lênûska Çarçella re parve bike...

Dibe ku rasthatinek be, lê vaye em jî piştî 10 salan gav bi gav di rêkên ku rêheval Xelîl têre derbas bûye pêşve diçin. Her gerîlayek dema me dibîne tişta destpêkê ya ku bi me re parve dike, ev bîranîna rêheval Xelîle. Bêgûman ger şert û mercên ewlekariyê dest bidin, emê jî wek şopdarên rêhevalê xwe û ji bo bîranîna rêheval Xelîl berê xwe bidin çiyayê Malûm.

Di çiyayên berfî de, jiyan afrandin...

Me di serî de jî got, Malûm çiyayê Çarçella yê herî bilinde, lê hun rastiyê bixwazin her çiyayekî Çarçella bi serê xwe bi qasî lûtkeyekê bilind û asê ye. Şîverêyên van deran ewqas asê ne ku wek gerîla jî ji me re dibêjin, bi rastî jî meşa li qada Çarçella fikrandin û baldariyek taybet dixwaze. Ji xwe berfa van deran vedughere kevî û wekî ku cardin li benda barîna berfê ye heta demsala zivistanê qet nahele. Her rêya ku tu berê xwe didê de, teqez yan kevî yan jî latên asê derdikevin pêşberî te. Ji ber wê ye ku her meşek me bi ketin û rabûnê destpê dike. Lê vê jî bêjim; dema mirov berê xwe dide çiyayên Çarçella û bi çavên xwe erdnîgariya wê tamaşe dike, wate dide ka çima ji bo van deran navên mîna "Çiyayên Bûzê" yan jî "Cihê ku mirov lê jiyan nake" tê gotin. Ji ber bi rastî jî jiyan kirina li van qadan vîn û eşqek mezin dixwaze. Lê vê jî bêjim, bi qasî asêbûna çiyayên Çarçêlla, xweşikbûneke wê ya ku mirovan dikşîne xwe, bi xwe de dide girêdan heye.

Gav bi gav şopên şer

Li kêleka vê jî Çarçella xwedî cihek ewqas stratejîke ku artêşa tirk a dagirker ji her çar milan de hewl dide vê qadê bixe nav çembera xwe, da ku serweriya xwe li ser bide çêkirin. Ji xwe bi vê armancê jî di sala borî de artêşa Tirk bi tevlêbûna 10,000 leşkerê xwe ve operasyonek berfireh li dijî qada Çarella li dar xist. Li vê qadê şerekî pir dijwar qewimiye û artêşa Tirk 40 rojan bê navber bi teknîka xwe ya herî pêşketî ve êrîş bir ser gerîlayên Çarçella. Ji xwe şopên vê operasyonê heya roja îro jî li ser her şîverêyek de, di nava her zinar û latekê ve xûya dikin. Hinek cih hene dema mirov meyze dike bi rastî jî ger gotin di cih de be, kevir li ser kevir nemaye.

Di her şopek şer de, berxwedaniyek jî veşartiye...

Lê li hember vê êrîşa hovane û dijwar her gerîlayek qala berxwedanî û qehremaniya rêhevalên xwe yên ku singe sing li hember van êrîşan şer kirin û bi ruhek fedaî gihan şehadetê dikin. Vaye niha em jî dibînin bi ruxmê van êrîşên dijwar, Çarçella bi vê berxwedaniya xwe ve rê neda ku hêzên dagirker yek gav jî bavêje van deran. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên qada Çarçella ji bo van êrîşên artêşa Tirk a dagirker vê dibêjin; "Ger Çarçella ji mirovek hez neke, ti carî deriyê xwe jêra venake." Bi vê gotina xwe jî, bi rûyek li ken hezkirin û girêdana xwe ya bi qada Çarçella re bi me re parve dikin...

 

Ji bilî serkeftinê ti rêyan nas nakin...

Li hember van êrîşên dijwar yên li ser qada Çarçella, gerîla li her qadê çeperên xwe xurtir dikin û her yek ji wan bi ruhê tolhildana şehîdên Çarçella bi ser kar û xebatên xwe ve diçe. Ji xwe wekî hemû qadên parastina Medyayê, li qada Çarçella jî çalakiyên gerîlayan bê navber didomin.

Emê jî hewl bidin rastiya şerê ku li vir diqewime, dîsa berxwedaniya ku li vir tê jiyan kirin bi riya pênûs, wêne û dîmenên xwe ve bi we re parve bikin. Ji ber ku li vê qadê ji bo parastina gelekî kedek bêhempa tê dayîn û her gerîlayek bi biryar û israre ku ji derveyî serkeftinê tu rêyek din ji bo xwe nepejrîne. Bi vê biryara xwe, bi serbilindî û bi rûyek li ken berê xwe didin objektîfa me da ku nemir bikin van kêliyên xwe yên dîrokî...

Kategori: Ji Pênûsa Jinê