Tirkî  |  Erebî

Gulan Avrêl

PENUSA JIN SIBAT

Ez dixwazim bi gotinekê Serokatî bi dest nivîsa xwe bikim. Serokatî dibêje; “mezinahiya min ji ne firotina ruhê min tê. Tê zanîn min weke we di wateyekê çors de şer jî ne kiriye.” Beguman her ku mirov dahurandinên Serokatî dixwîne ewqasî jî li hember xwe

lêpirsînan pêşdixe û pirsan ji xwe dike. Ji bo ku mirov bikaribe rast bersivên pirsê xwe bide jî pêdiviya herê sereke ewe ku mirov xwe baş nas bike. Gelo me çiqasî xwe nas kiriye? Ji bo ku em bikaribin xwe baş nas bikin tekoşîn û berxwedaniya me di kîjan astê de ye? Ger ku mirov li pey pirsa bikeve wê tu dem têrê neke. Ji ber sînorê pirs kirinê nîne. Lê ya herê giring ewe ku em tenê xwe bi pirsan re sînordar nehêlin. Qandî ku em pirsan dikin ewqasî jî bersivên rast bidin pirsên xwe.

Em weke mirovên Kurd hebûn û xwebûna xwe di kesayetiya Rêber APO de dibînin. Serokatî vegotina tevahî serdeman û demên dîrokî dike. Komploya Navnetewî çi bû û çima derket holê? Ev ji bo fêmkirina komplo gelek giringe. Komplo bi her awayî berdewam dike. Dibe ku şêwaz û teşe de guhertin were çêkirin lê di cewher de û armanc de guhertin nîne. Ev komplo êrîşeke di asta hêzên navnetewî de bi awayekî rêxistinkirî û plankirî hatiye pêkanîn. Armanc ewe ku rastiya Kurdistan û civaka Kurdan îmha bikin. Di şexsê Rêber APO de li Kurdistanê zayina Rêberê demokrasî û azadiyê pêkhat. Ji bo vê yekê ye ku di şexsê Rêber APO de xwastin vîna azad, bi taybetî jî jina ku azad dibe û bi xwe re jiyan, civak û cîhanê azad dike komplo dan meşandin.

Di demekê wisa de ku peyvên Kurd û Kurdistan ne dihatin ser ziman di warê Pêxemberan de mirov û rêberekê pîroz ji bo sosyalîzmê û tevahî mirovahiyê derket. Rojbûna Rêber APO ji bo tevahî gelan bûye ronahiya jiyanê. Weke ku Rêber APO di paraznameya xwe ya bi navê “modernîteya demokratîk” te jî aniye ser ziman. Rêber APO di zarokatiya xwe de ketiye wê zanabûyînê de ku gelê Kurd di pênca qirkirinê de ye. Tekoşîna xwe ji di vê aliyê de gerdûnî kiriye. Damezrandina têkoşîna azadiya Kurd bû hebûn, vejîna gelê ku di betonê de hatine binpêkirin. Bi tekoşîna azadiyê re di tevahî gelê Kurd de zanabûna dîrokî, civakî pêşxistiye. Cardin tevgera me ya azadiyê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûye hêza pêşeng. Di heman demê de birdozî, felsefe û paradîgmaya Rêber APO tevahî ol, bawerî û civakan dinava xwe de digre, jiyanek û pergalek alternatîf ji bo gelan ava dike. Ji bo vê jî tevahî hêzên dagirker, netew dewlet, modernîteya kapîtalîzm cihê xwe di nava vê komployê de girtin.

Gelo çi hişt ku em 15’ê Sibatê jiyan bikin? Ma qey ev çarenûsek bû? Na ne çarenûse. Lê ger ku me di wextê wê de Serokatî fêm kiriba li gor felsefe û birdoziya Rêber APO jiyan kiriba, xwe rêxistin kiriba û rêxistina xwe jî li ser wê bingehê mezin kiriba wê ew dem seknê me yê ku rê li 15’ê Sibatê re vekir pêşneketiba.

15’ê Sibatê roja qirkirinê ye… Roja bê henase hiştinê… Roja radest girtina ruhê mirovên azad e… Roja seknandina dilê ji bo azadiyê lê dide… Roja tunekirina vîna xwebûyînê ye… Komplo xwest ji nişkave rojê bide seknandin. Ji nişkave henaseya jiyanê qut bike. Em ji bîr nekin ku henaseya jiyanê û roja ku jiyan dide tevahî gerdunê li Îmralî yê ye. Ango em tevahî li Îmralî yê ne. Xwestin me di taritiyê de bi fetisînin. Li wir rengê jiyanê nîne, her tişt bê reng e. Em bi dengê çûkan şiyar nabin û li ber kaniyên jiyanê nikarin bi tewin û kulma xwe tijî av bikin û vexwin. Belê tevahî nirxên ku mirov ji bo jiyanek bi rûmet û azad rêzbike di kesayetiya Rêber APO de heye.

Serokatî Rêberekê ku jiyan û tevahî cîhanê daye guhertin. Di qadeke weke Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinê xistiye rojeva gelan, ji bo vê jî tekoşîn û berxwedaniyek bêhempa daye raber kirin. Di jinê de ruhê azadiyê afirandî ye. Jina ku haya wê ji jiyanê û ji wê nîn bû, niha ji bo xwebûyîna xwe, nirxê xwe û jiyanê tekoşîn dide, bedelan dide û bi ruhê berxwedaniyê xwe û jiyana xwe ji nû de di afirîne. Di rastiyê de pêwîsti yê me yê ketina ferqa xwe de heye. Em her tiştan jiber dikin, bê ku wateya wê bizanibin û rast penaseya wê bikin em jiber dikin ji bo wê jî em nikarin mijaran bitûnî bigrin dest û şîrove bikin. Gelek cara jî bûyer û mijaran em tenê di asta agahî de digrin dest. Lê ger ku agahî bi zanabûyîn re nebe yek û jiyanî nebe emê çawa bikaribin jê sûd bigrin.

Gelo em çiqasî rast komplo şîrove dikin? Piranî bi awayekê hestiyar digrin dest û şîrove dikin. Ev jî bi xwe re encam û şîroveyên rast nayne. Ji xwe kesên ku dîroka xwe, raboriya xwe rast şîrove neke wê nikaribe dahatû û roja xwe jî rast şîrove bike. Bi rêya komplo re xwestin ruhê netewek radest bigrin û bê hêvî bihêlin. Gava ruh were radest girtin û mirov bê hêvî bi mîne ew dem tu ferqa xwe ji kukla namîne. Hêzên navnetewî, sermayedar, desthilatdar ji bo ku pergala xwe avabikin û mayînde bikin yekser destê xwe tavêjin jinê. Bi rêya jinê pergala xwe pêş dixin û civaka xwe ava dikin. Bêguman civakek tevahî ruh, vîn, fikir û hestên wê hatiye radestgirtin û tenê weke teşe mirov dikare bibêje civak û ferd in. Lê Serokatî li hember vê yekser tevahî nirxê jin û civakê ji destê wan derxist û xiste destê jina azad û civaka azad de. Jina azad bi xwe re civaka azad diafirîne. Serokatî li ser vê bingehê paradîgmaya xwe de lingê herê sereke azadîxwaziya jinê girtiye dest.

Em ji bîrnekin ku modernîteya kapîtalîst ji bo jin û mirovahiyê tevneke gelek zirav honandiye. Ji bo ku ev tevin xirab bibe û em jin û mirovahiyê rizgar bikin pêwîste em pergala Îmraliyê hilweşînin. Ev hilweşandin jî bi hişmendiyekê demokratîk wê pêk were. Cardin tevnê ku hatiye honandin nas bikin, bizanibin û di kesayetiya xwe de wan tevnan yek bi yek vekin û guhertinek, veguhertineke bingehîn û mayînde biafirînin. Jiyan û nirxê me yê ku ketiye di nava vê tevnê de rizgar bikin. Belê mirovên şoreşger ew kesin ku beriya her tiştê ruh, fikir û hestên xwe rizgar dikin û xwe ji nû de diafirînin.  

Hêja jî li ser jiyan, hebûn û nasnameya me êrişê tûnekirin û îmhakirinê berdewam dikin. Ji bo vê li ser xaka xwe di asta herê jor de li hember tevahî desthilatdarî, faşîzm û dagirkeriyê tekoşîna parastina cewherî û ya rewa dayîn mafê me yê herê bingehîn e. Vala derxistina komplo xwe gihandina kesayetekê/î xwebûn û hebûnekê azad ve girêdayî ye. Karê herê mezin lêhûrbûyînên ku mirov dike û ji bo ku xwe bigihîne pêdiviyên demê jî derbas kirina çalakiyê ye. Ya herê sereke ewe ku em Serokatî ,ya ku afirinêrê jiyanê ye bikin navenda jiyana xwe. Di hişmendiyê xwe de guhertineke mayînde pêkbînin û bibin hêza çêker a jiyana azad. Wê ew dem ruh, fikir û hestên me jî ji radestbûyînê rizgar bibin. Gava me vê biserxist ew dem emê komploya navnetewî a 15’ê Sibatê, pergala Îmraliyê têk bibin û serkeftinên dîrokî û mayînde bi dest bixin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê