Tirkî  |  Erebî

Siya Bagok

PENUSA JIN ADAR

 Pêl bi pêl bilind dibe rihê jinê yê ku ji axê, ji avê, ji kûrbûna behran, ji bilindiya azmanan ji dilê gerdûnê te. Diherike jiyan weke çemekî dema ku diçe di wê nabeynê de gelek tişt diqewimin. Û ev çem dibe şehdê gelek tiştan. Geh baran dibarê çem bi ser ve diçe geh tav lê dide weke keçeke bedew xwe dide

ber tîrêjên rojê, rihê xwe bi tirêjê rojê re diherikêne nav daran, nav gul û giyan. Bihîstina gotina jinê di hişê mirov de, di hestê mirov de xweşiyeke jibîrbûyî derdixe. Hebûneke ku ewqasî xweşî û hêvîyê di dilê insên de ava dike, ji dîrokê de her tim bi tiştên herî nexweş re rû bi rû maye. Birastî însan dema vê difikire jî laşê yekî direelê. Û êşeke zîz dide der di dilê yekî de. Dayikê bifikirin, çiqa zehmete jiyana wê, çiqa zore ji bo wê jiyan û ya rastî jiyan jî nîne ya wê. Hema tenê dide û dide. Û xelas dibe. Dide zarokan, dide, mêr dide civakê lê tiştekî ku distêne, difikirim û nagihim ti tiştî ku dayikek distêne. Ma kî dikare bi van êşan bijî, kî dikare rakê vê zilmê. Ev bi serê xwe berxwedaneke ji ber ku, mirov bi taybet jin hebûneke ku hiskirinê ava dike û jê ava dibe û rewşa ku dijî berepaşî vê xwezaya wê ye. Wê çawa ewqasî dûrî xwezaya xwe karibe li ber xwe bide kî?

          Bi taybet sîstema kapîtalîzmê jin  çawa helandiye û çawa kirî  tişteke din ku, pir dûrî jinbûnê ye. Ji ber vê ye ku nayê hiskirin, ji  tiştekî nayê hesibandin. Tenê tê lewazkirin tê nexweşikkirin. Li cem evqa zehmetiyan,tekoşina ku di dîrokê de û di roja me de tê dayin mirov nikarê piştguh bike. Û asta ku niha gihaye jî hema hema ber bi azadiyê ve diçê.  Bi taybet Rêber Apo ji bo azadiya jinê bi bîrdoziyeke ku xwe dispêre dîrokê, feylesofiyeke ku xwe li ser rastiya jiyanê şên dike, şoreşekê awarte derdixe. Jinên gerîlla, jinên siyasetmedar, jinên hunermend û her wekî din. Bi PKK re, bi artêşbûna jinê re vîna jinê derdikeve holê. Him li qadên siyasî him jî li qadên cûr bi cûr xwe îfade dike, fikrê xwe dibêje û jiyana xwe bi xwe hildibijêre. Ev bi serê xwe şoreşek e. Him jî bingeha vê şoreşê xwe dispêrê xwedawendiyê xwe dispêrê heyama neolîtîkê. Heyama ku berhemê civakê yên destpêkê bi destê jinan hatine çêkirin. Ew kedeke û kedeke wilo ye ku civakbûn ava kiriye.  Ew ked heta îro jî winda nebûye. Naxwe însan ji vê yekê bawer bike. Tu carî xwehdana hatî rijandin vala naçe, diherike nava axê dikeve rihê jiyanê û ev rih her tim dijî. Ji heyaman diçê heyamên dî. Çax çax digere û di jiyanê de xweşikbûnê her tim geş dihêle. Pêl bi pêl bilind dibe rihê jinê yê ku ji axê, ji avê, ji kûrbûna behran, ji bilindiya azmanan ji dilê gerdûnê te.

          Ya rastî însan ger rojekê tenê bikê behra jinê, niheqiyeke mezin e.  Û bêguman ji bo ava jiyanê (jinê) ev nabê tişteke bi watê. Ji ber ku rojek bê jin, kêliyek bê rengê jinê nakevê serê însên. Rojeke ku jin tê de nebe, rihê wê tê de nebe kûrbûn û hestên wê yî heskirinê nebin wê jiyan bê av û bê nefes bimîne. Ê jiyan wilo jî nameşê wê bifetise.  Ji xwe rewşa ku a niha li dinyayê serwer jî ev fetisandin e, jiyan, civak di nava fetisandinê de ye bi taybetî jî ji bo Rojhilata Navîn ev halo ye. Û heta ku ev serdestiya zilambûnê ji holê ranebe jî wê bêhtir bikeve nava buhranê.

          Niha ji bo jinê û giştî civakê sîstemeke alternatîf rêxistinbûneke alternatîf heye. Parastina jinê ya cewherî heye. Li her qadên Kurdistanê şerê li himber desthilatdariyê tê kirin. Berxwedaneke awarte jî derketiye. Ev gavê mezin in û wê bibin serkeftinê.  Ya girîng jî em bi hemû hebûna xwe vê rêxistinê hê bêhtir xurt bikin û jiyanê bênin asta ku lê bê jiyandin. Em dema behsa vê sîstemê dikin nikarin xuliqkarê wê Rêber Apo ji dervî vê yekê bifikirin. Divê em berî her tiştî di her çalekî û her xebatî de rizgarkirina wî bikin armanca xwe. Ji xwe her tişt bi serbestiya vî ve girêdayî ye. Yê ku rih daye azadiya jinê ew e. Naxwe mirov dema behsa azadiya jinê û ya civakê bike di serî de rêxistinbûn û tekoşîna bi bigeha bidozî û feylesofiya Rêber Apo divê esas bigire.  

          

              

Kategori: Ji Pênûsa Jinê