Tirkî  |  Erebî

ji pênûsa gerîla

felsefe

Hebûn ji bo çi tê gotin? Zindiyeke  an mirovek e? Çima hebûn? Ma hebûn nebe nabe? Ev pirs her tim  li benda bersivekê ne. Çawa ku hebûn her tim li xwe digere, ev pirs jî ji bo were zanîn li bersiva xwe digere. Di gerdûnê de tiştekî mirî nîne. Ji mirov bigre

heya hucre, ji darekê bigre heya kevirekî…Her tişt xwedî rihekî ye. Her tim di nava guhertin û veguhertinê de ye. Pêdiviya her perçeyekî gerdûnê bi gerdûnê heye. Tiştek weke xwe namîne. Ger neguhere wê di nava demê de winda bibe. Wê wateya xwe winda bike. Armanceke hebûnê heye. Watedarî, armanca wê ya herî mezin e. Ger wate nebe wê  hebûna wê neyê zanîn, wê were jibîrkirin. Wê neyê zanîn ku ev berê hebû û jiya bû. Wê di nava dîrokê de winda bibe. Desthilatdarî jî wê bi çavkorî û çavbirçîbûnê xwe li ser bide jiyandin û wateyê bê wate bike.

Ev rastiyeke, ger navê tiştekî hebe muheqeq rastiyek û hebûnek wê jî heye. Ku nebe ji xwe nîne û nayê zanîn. Navê wê hebe şikl û şemala wê ne girîng e, ji ber ku ew heye. Siya tiştekî hebe ya ku wê siyê ava dike jî heye. Ti hebûn ji ezmên bi zembilan daneketiye. Bi demê re her tişt li ser wê axê bi zindîbûna xwezayê, gerdûnê  hatiye afirandin.

Dema mirov li roja îro dimeyzîne dikare vêya bibîne. Pergala desthilatdar an jî mirovên desthilatdar tişta ku ne li gorî berjewendiya wan be dikarin bêjin ew nîne. Weke rastiya Kurd. Mirov dikare bêje Kurd nîne? Kurd geleke û hebûneke, destpêka wê jî heye. Weke her gelî ew jî li ser vê  xakê jiya ye. Mafê wan ê jiyanê heye. Beriya her tiştî xwedî ziman in, xwedî çand in. Dibe dîrokeke wan a nivîskî nebe, dibe ku nebûbin desthilatdar, lê ev nayê wateya ku ew nînin. Mirov dikare bi mînakekê  tenê vêya fêhm bike. Îmha û înkara ku li ser gelê Kurd hatiye meşandin, bawerim ku li ser çand û zimanê tu gelî nehatiye kirin. Rixmê hemû êrîşan Kurdan dev ji hebûna xwe bernedaye. Hê bêhtir serê xwe bilind kiriye û hebûna xwe parastiye. Xwestiye her tim bijî  û watedar bibe. Lê ev tekoşîna ku dide ne tenê ji bo xwe, biqasî ku ji bo xwe, ji bo gelên din jî dide meşandin. Lê mixabin ku Kurd her bi înkar û tinebûnê re rû bi rû hatiye. Ev yek jî çavkaniya xwe ji karekterê desthilatdariyê digre. Desthilatdar her tim xwe esas digre. Ev gelek be mirovek be, kî bibe bila bibe tenê xwe weke çavkaniya jiyanê dibîne. Lê ne wiha ye cihekî ku desthilatdarî lê hebe ew der ne çavkaniya jiyanê ye. Berovajî vê, çavkoriya jiyanê ye, armaca wê yek reng avakirin e. Yek rengî jî tinebûna civakê ye. Civak jî bi rengê xwe, bi karekterê xwe yê exlaqî û polîtîk xwe watedar dike. Wekî din civak bixwaze jî bi şiklekî din nikare bijî. Ji ber ku cewher wê demê winda dibe. Tenê bi yek civakî, bi yek rengî jiyan nabe. Em di gerdûneke ku destpêk û dawiya wê ne diyar de dijîn. Ewqasî mezin e, xwedî renge û tije ye ku fêhmkirina wê jî hêzeke mezin dixwaze. Ne tenê ji bo mirov û civaka wan, di heman demê de ji bo xwezayê, ji bo ajal, kevir, giya û axê jî wiha ye…

Divê em zanibin ku li gerdûnê ne em tenê hene. Gerdûn ne ya me tenê ye. Dîrok ne ya me kesa ye, ya me hemûya ne. Dîrok encex bi rengîniya xwe rastiya xwe watedar bike. Bê dîrok jiyan û wate nabe. Paşeroj, pêşeroja me jî diyar dike. Dîrokeke rast pêşerojeke rast ava dike. Dîrok ya me ye, ya civakê ye, ya  gerdûnê ye.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê