Tirkî  |  Erebî

Şerda Mazlûm

cinse xwe hezkirin u naskirin serda mazlum

Kesên dixwazin azad bijîn, tişta herî watedar a divê bikin ewe ku ji şêwazê têkiliyên teslîm dibin, yên ku teslîm digrin, yên tên girêdan û girê didin xwe jê xilas bikin û bikevin pey lêgerîna avakirina têkiliyên azad. Ev lêgerîna azadiyê jî lêgerîna xwebûna xwe ye. Ji bo mirov karibe bi xweza, gerdûn, jiyan, mirov û dîrokê re têkiliyek rast avabike, beriya her tiştî pêwîste

karibe bi xwe re têkiliyeke rast avabike. Kesên ku nikarin bi xwe re rast têkilî daynin, mirov nikare ji wan têkiliyeke rast a ku xwe dispêre bingehên azadiyê bendewar bike. Di vê wateyê de şerte ku mirov destpêkê bi xwe re têkiliyeke rast pêşbixe. Dema bixwaze bi xwe re têkilî avabike tişta divê bike ewe ku li bersiva pirsên; “Ez kîme, çime, ji kur têm û çawa dixwazim bijîm” bigere û bê ku demkurt, seranser nêz bibe, pêwîste van lêgerînên xwe veguherîne tarzê jiyaneke domdar û bi riya bersivan berê lêgerînên xwe bide lêgerînên jiyana azad.

Di avakirina kesayet de dema zaroktiyê pir girînge. Jiyana mirovan a ku em dikarin weke dîroka wan pênase bikin, pêvajoyên ku di nava malbatê de derbaskirine û şêwazê mezinkirina wan a di nava malbatê de gelek girînge. Ji ber wê zanyar îro jî gelek helwest û nêzikatiyên me yên xapînok, nebes çavkaniyên wê dispêrin şaş mezinkirina me. Ango dispêrin perwerdeya malbatê. Ev perwerdeya ku tê dayîn, ger ne li ser bingehek rast be dihêle ku mirov xwe binepixîne, seranser nêzî xwe û derdor xwe bibe û baweriyeke vala bijî. Ev jî dihêle ku herdem ji kûr de psîkolojiya perçiqandinê bijî. Dema Yehûdî zarokên xwe mezin dikin, ji wan re dibêjin ku hun zarokên xwedê ne û bi vî rengî baweriyeke ecêb pê didin qezenc kirin. Ev jî dihêle wisa hîs bikin ku pir pîrozin û ji derveyî wan ti neteweyeke din din a pîroz nîne. Lê gelek netew û çand hene ku herdem zarokên xwe biçûk dixin, leqebên ne baş li wan dikin. Ji ber wê jî kesên ku di temenê zaroktiyê de vîna wan dişkê, psîkolojiya bê nirxiyê dijîn an jî dijberî wê dihêle ku mirov xwe bixapîne, bi vî rengî jî kesaytên bê bawerî derdikevin holê. Ev jî dihêle ku mirov ji xwe naskirinê dûr bikeve.

Derdê mirov yê herî girîng pirsgirêka xwe famkirin, xwe naskirinê ye. xerîb bûna mirov a ji xwe re dihêle ku ew li hember jiyanê jî xerîb bimîne. Mirovên xwe nezane, xwe nasneke, li ber afrandina jiyana azad dibe astengî. Rêgeza herî bingehîn a pêşxistina kesayet û jiyana azad xwe naskirine. Beriya her tiştî bê ku xwe bixapîne û derewan bike pêwîste bikeve nava têkilî, nakokî û bandoriyekê. Pêwîste pir ser xwe de biçe û di lêhûrbûnek xurt re derbas bibe. Lê helbet pêwîste mirov bi rengek stratejîk nêzî xwe bibe. Yên ku bi rengek textîkî nêzî derdorê xwe dibin, bi çavek textîkî nêzî têkiliyên xwe jî dibin. Yek ji rêbazên bingehîn ên naskirina mirovekê/î ewe ku pêwîste mirov li tevna têkiliyê ya ku ew însan ketiye nav de binêre. Têkiliyên mirovan kesayet û bijareyên wan jî dide nîşandan. Gotina; “Ji min re hevalê wî bêje, ezê ji te re bêjim mirovek çawa ye” yek ji dersên fêrker ên jiyanê ne ku divê mirov li ser bihizire.

Di têkiliyan de ya ku divê di cewher de bê avakirin hevkariya dil û mejiye. Lê tarzê têkiliya serwer, li derdor seranseriyê tê hûnandin. Di têkiliyan de li şûna bihevrebûna azad û wekhev, şêwazê têkiliyeke cûda xwe dide pêş. Tarzê têkiliya ketiye nav de li şûna ku kesayet azad bike, ji azadiyê dûr dixe û koletiya heyî kûrtir dike. Tarzê têkiliya ku cem me tê jiyan kirin, tarzê têkiliyên erzan, têkiliyên seranser ên ku xwe naspêrin kedê ne. Yên ku pir zû diecibînin, xwe bi sewdaya reş ve girêdidin, yên ku pir zû dev jê berdanê dijîn, nikarin azad bibin. Bi qasî ku ev girêdanên erzanin, nîşan dide ku mirov dikare pir hêsan ji hev qut bibe û wekî mal nêzî hev bibe. Di bingehê van ferasetên xapînok ên ku tên jiyankirin de xerîbûna mirov a ji xwe û derdor xwe re heye. Ji bo ku kesayet vê xerîb bûnê derbas bike, pêwîste bi xwe re bikeve nav lêpirsîneke rast de…

Weke jinên ku me azadî ji bo xwe xistiye wek armanc, têkiliyên me yên bi cinsê me re di sekna me ya azadîxwaz de girîngî qezenc dike. Bi felsefeya azadiya jinê ya ku hewl dide vê têkilî û hezkirinê pêş bixe, emê hê zûtir nêzî azadiya xwe, nêzî xwebûna xwe bibin. Li ser vê bingehê tekoşîna azadiya jinê hêlaye ku cara yekê di Kurdistanê de jin ji cinsê xwe hez bike. Çawa ku kes bawer nedikir dema du Kurd bêne cem hev, nikarin bi hevre bijîn û ji hev hez bikin, kes bawer nedikir ku du jin jî karibin bi hev re bijîn. Wiha digotin ku wê ji hev bihesidin û nikaribin çend rojan jî bi hev re bijîn. Kesên ku ji cinsê xwe hez nake, jê bawer nake nikare azad bibe. Bê guman pêwîste ev hezkirin jî rêgezên xwe yên diyarker hebin. Şexsê ku bi pîvan, rêgez û bi rêzdarî nêzî cinsê xwe nebe, di têkiliyên xwe yên di cinsê beramber xwe de jî wê heman nebesî û kêmahiyan bijî. Jina ku li beramber cinsê din di pîvan û rêgezên xwe de dîqet bike, lê bi rengek seranser nêzî cinsê xwe bibe, ew di tarzê têkiliyên xwe de xapandin û şaşiyan dijî. Yanî em dikarin bêjin ku di têkiliyan de jiyankirina koletiyê, yan jî nejiyankirina têkiliyên azad, tenê di têkiliyên li hember cinsê din de nayê xûyakirin.

Tarzê têkiliya mirov a bi cinsê xwe re jî pir girînge. Şikandina bawerî û hezkirina ku jin li hember cinsê xwe dijî, xerîbûna ku pergalê di dil û mejiyan de daye avakirin û pirsgirêkên ku ji ber hev nefamkirinê pêş dikevin gelekin. Di têkiliya jinê ya li beramber jinê de nêzikatiya seranser, ya ku zêde cidî nagre, nêzikatiyên ku taybetmendiyên paşverû derbas nake, bi rengek rihet û erzan nêz dibe derdikevin pêş. Di têkiliya jinê ya li beramber jinê de hest li pêşin. Dema ku meyzandin û nêzikatiya zayendîperest bi temamî di dil û mejiyê jinê de neyê perçekirin, wê jin nikaribe azad bibe û wê herdem bê bawer nêzî xwe û cinsê xwe bibe. Bi qasî ku jin di warê biyolojîk de jine, ya girîng ewe ka di warê sosyolojîk de jî çiqasî jinbûn afrandiye. Di nava jiyanê de gelek caran tê xuyakirin ku me xwe ji mentiq û meyzandina zilamê desthiladar xilas nekiriye.

Jinên ku di bingehê rêgezên azadiya jinê de têkiliyan pêş dixin, zanist û hezkirina cins di eksenê tekoşîna azadiyê de rêxistin dikin û jiyana xwe li ser vê bingehê ji nûve bi tarzê nû ava dikin, pêwîste têkiliyên bingehîn ên ku jiyana azad ava dikin biafrînin. Divê neyê jibîrkirin ku ji bo em ji hev hez bikin pêwîste em hevdû hîs bikin û ber hev de ked bidin. Beriya her tiştî jî pêwîste em bi paşverûtiyên xwe re şer bikin. Di têkiliyan de bawerî jî bi hezkirinê re pêş dikeve. Çiqasî mirov ji hev hezbike ewqasî li beramber hev ked dide, her ku ked dide jî hezkirin û girêdan kûr dibe.

Dema jin jinê wek hêz bibîne û jê bawer bike, wê bihêle ku jin hê xweşiktir û bi hêztir bibe. Û ev têkilî jî ne demdemokî ye. Ev têkilî wateya azadiyê ya di jinê de bilind û domdarî dike. Jinên ku bi xwe re û bi cinsê xwe re têkiliyên azad diafirînin, dikarin bi rengek xurt tevlê xebatên înşakirina civaka exlaqî û polîtîk bibin. Dikarin rolê pêşengiyê hilgrîn ser milê xwe û mîsyonên xwe yên pêşengiyê di înşaya netewa demokratîk de pêk bînin.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê