Tirkî  |  Erebî

Şehîd Rozerîn Herekol

JI PENUSA JIN

Gava dixwazim we pênase bikim peyv zêde dibin û rê nadin hev, lê ti peyv ji bo vegotina we têrî nake û nebese. Rêberê min tu ji bo me bûyî mamosteyê her tiştî. Wê çawa hûcreyên mejiyên me kar bike we da diyar kirin. Serokê min hûn di dil û mejiyê her kesê de bûne ronahî. Dîtina we îro di nava dilê her kesê de bûye hesret.

Li ser zîmanê tevahî gelanî. Hûn bûne ew kêliyê hêza watedayînê ya ku jiyanê afirandiye, watedar kiriye. Hûn bûne henaseya azad ya ku vegotina heqîqetê dike. Hûn bûn ew civaka ku xweşikbûna çiya, jiyan û nirxê hevaltiyê parvedike.

Serokê min yê azad

Gava yekem car min navê we bihîst di min de heycan û coşek mezin ava bû. Ev heycan wisa ne ku tenê yê jiyan dike dizane. Ev heycan min bi xwe re anî serê çiya. Her roj ev heycan mezin dibe û min jî bi xwe re mezin dike. Di min de vîn, wêrektî, bawerî, hêvî û hêz avadike. Bûyîna PKK’liyek û bûyîna şervanê Rêber APO rûmetiya herê mezine. Ji vê bi şanaztir ti tiştek nîne û wê nebe jî. Nava PKK’ê de tenê saetek jiyan kirin gelek giranbiha ye, bêguman bi wate jiyan kirin jî. PKK ew e ku di mejî û dilê xwe de her tim Serokatî jiyan kirine. Vê ruhê di kesayetiya xwe da avakirin û cîvakbûyîne PKK. Rastiya xwe naskirin û li gor wê jiyan kirine. Kesê ku li hember tevahî paşverûyan yê ku berxwedide û di agirê PKK yê ku mirovan ji nû de di afirînin de di şewite û di avê de xwe ji nû de ava dike.

Serokê min ez her tim bi we re dest bi jiyana xwe dikim. Di hûcreyê mejiyê min de enerjiyek bê penaseye. Roja ku min we naskiriye û beşdarê PKK’ê bûme heya roja me ya îro min ti carî dudilî jiyan ne kiriye û ezê ti carî jiyan nekim jî. Tevahî tiştê ku ez lê digerim hemû di nava vê jiyana pîroz de ye. Ez êdî ne kesekim, civakek, netewek, gerdûn û bûme xweza. Bûyîna zimanê xwezayê heqîqet bi xwe ye. Gerdûn û xweza xwe bi we re tîne ser ziman û bi wate dike. Em jî bi vê awayîne Serokê min. We me bi me da nasîn. Civaka ez jê hatime di wir de weke koçerek em her tim dihatin biçûk xistin, me nezan didîtin, lê we da diyar kirin ku koçer mirovên herî civakî û kesên herî nêzî azadî û nirxên xwe ve girêdayîne. Serokê min ez îro şervanê we me, her tiştî fêr dibim û dinivîsînim. Ez her dem ji xwe re dibêjim her tim bi wîjdan tevbigere, kedkar be, bi rêgezên azadiyê jiyan bike. Ez ti carî ewqasî kêfxweş ne bûme. Weke keçeke Koçer bûyîna şervanê we, xwe gihandina eşqa watebûyînê ye.

Li ser dîka dîrokê û li hember tevahî mirovahiyê ezê bi serbilindî bisekinim, bi cesûr, bi rûmet û şanazî bibêjim ez, şervanê azadiyê yê Rêberê azadim. Min navek gelek giran rakiriye, ezê layîqê navê xwe derbikevim. Weke jinek, weke PKK’liyek, şoreşgerek, gerîlayek, weke kadroyek ya herê girîng bûyîna hevale. Mirov çiqasî mejî û dilê xwe bidê ewqasî mirov giraniya wê dizane. Serokê min tevahî hêviyên min ewe ku ez tenê rojek rojek bi we re jiyan bikim. Ji xwe ez di wê baweriyê de me ku bi we re jiyan dikim. Ne tenê rojek tevahî kêliyên jiyana xwe de.

 

Kategori: Ji Pênûsa Jinê