Tirkî  |  Erebî

BATUFA ÇEKDAR

JI PENUSA JIN2018mayis

18 Gulanê di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de xwedî nirxek giranbuhaye. Meha Şehîda ne. Di dîroka têkoşîna me de wateya vê rojê ji roja şehadeta pêşengê mezin rêheval Hekî Karer a di 18 Gulana 1977 de digire. Lê êdî hemû rojên meha gulanê bûne rojên şehîdan.

Ji ber di dîroka şerê me de bi hezaran şehîdên vê doza azadiyê çêbûne û meha gulanê jî meheke gelek pêşengên gelê Kurd ên hêja yên weke Hakî Karer, Mehmet Karasungur, Xalîl Çavgun, Îbrahîm Bîlgîn, dîsa berxwedana çaran a xwe kirin weke meşaleyeke serhildanê ji bo gelê Kurd, hevrê hozan Mizgîn, Rêberên şeroşa gelên Tirkiye Denîz Gezmîş û hevalên wî û hîn bi sedan hevalên din şehadeta wan rastî meha gulanê tê.

Rêbertiya me got; “PKK partiya şehîda ne.” Lewre rastiya şehîdan bi temamî rastiya Rêbertî ye. Hizir, hest, rêxistinbûn, kesayet, jiyan û encama rastiya têkoşîna Rêbetî ne. Ji ber Rêbertî û şêwaza Rêbertî ya têkoşînê tevahî pêngavên barsivdana ji bîranînên şehîdan re ye. Meşa Rêbertî meşa bêmiriniya şehîda ne, meşa xeyalên şehîdan zindîkirinê ye. Ji ber vê ye rastiya Rêbertî û şehîdan bi hev re bûye yek. Di rastiya Rêbertî û şehîdan de jî mirin hatiye bê watekirin, derbaskirin û ji mirinê jiyan hatiye afirandin. Şehîd wisa di her kêliya jiyana me de zindî ne û dijîn. Têkoşîna me jî li ser nirxên wê bêmiriniyê bilind bûye. Lewre meha gulanê bûye meheke hevpariya kombûna giyana şehîdan û di dîroka têkoşîna me de wate dîtiye.

Partiya me PKK jî ji bo bersivdana şehadeta hevrê Hakî Karer hatiye damezirandin û îlankirin. Lewre PKK partiyeke îro di vê cîhana ku manewiyata xwe di asteke gelek bilind de windakiriye de weke kombûna manewiyata civaka exlaqî û polîtîk hebûna xwe îspatkiriye û nûneriya hevpariya giyana civaka azad, dike. Bêguman bersivdana şehîdan û doza wan domandin bi gotinê nabe. Em di dibistana Rêber APO ya bi ked û xwîna şehîdan hatî vê rojê de beriya her tiştî vê ferbûn, xwedîderketina li şehîdan bûna şoreşgerek yekîtiya fikir-zikir û çalakiyê avakiriye ve gengaz dibe. Lewre em dibêjin; PKK dibistaneke mezin û gerdûnî ya bi xwîn û keda şehîdên nemir hatî avakirine û her kêliya jiyana me ya di vê dibistanê de xwe bi exlaq û çanda şehîdan perwerdekirine. Şopdariyeke rast a jiyana û felsefeya wan e. Lê ne tenê ew hema bêje her bihosteke axa welatê me bi navê şehîdek me hatiye binavkirin û wisa tê naskirin. Dîsa her sîstemeke me ya me di encama keda şehîdan de avakirî navê şehîdek me girtiye. Lê weke şêwazeke Rêbertî ku navê fermandarê nemir rêheval Mahsum Korkmaz-Egîd li akademiya ku bi hezaran fermandar û şervanên gerîla yên jin û xort perwerde dikirin, kir û ev kire çandeke jiyanê ji bo me.

Akademiya Hekî Karer a di bin banê akademiyên Apolon de jî bi salane weke berdewamiyeke vê çanda Rêbertî avakirî risteke mezin di avakirina hişmendî û çanda partîbûnê ya farmandarên artêşa me ya gêrîla de dilîze. Weke di kesayet û pêşengiya şehîdên me yên mezin de her yek ji wan bi jiyan û şehadeta xwe milek-lingek vê şoreşa neteweyî xurt kirin. Di van akademiyên bi navê wan hatin vekirin de jî rista xwe didomînin. Çawa me li Kurdistanê bingeha şoreşeke wisa bi partîbûneke rast a ku kesayet û milîtanên biqalîte û xwedî qabîliyeteke mezin a têkoşînê diafirandin destpêkir. Artêşa me HPG jî pêşî pêwîstiya wê bi vê giyana milîtantiya APOYÎ ya ku dikare di her şert û mercan de vîneke ji pola nîşan bide heye. Ew taybetmendî hemû di akademiya Ş. Hakî Karer de li ser bingehê felsefeya jiyana Rêbertî û şehîdan têne girtin.

Çawa akademiya Hakî Karer di artêşa me de weke domdarkirina ruhê partîbûnê ya Hevrê Hakî ye û ev akademî di avakirina milîtaniya gêrîlayê nûjen de xwedî risteke dîrokî ye. Akademiya Mahsum Korkmaz jî weke kevneşopiyeke akademiya Rêbertî li Rojhilata Navîn vekiribû rista gêrîla-fermandarên di taktîk-teknîk û bîrdozî de pispor avakirinê diliz e. Şehîd Bêrîtan jî akademiyeke di avakirina fermandar-qadroyên jin, ên xwedî ruhê Sara, Bêrîtan, Zîlan û Delalan ên xwedî zanista jin, bîrdoziya Rizgariya Jinê, taktîk-teknîkê de pispor, gihandinê ye.

Heta niha bi hezaran keç û xortên zêrîn û xwedî vîneke partîbûna hevrê Hakî Karer di şûbeyên vê akademiyê de perwerde dîtin û di qadên têkoşînê de bûn nûnerên felsefeya APOYÎ ya rastî û gelek ji wan gihan şehadetê. Weke giyana şehîdan akademiyên bi navê şehîdên me hatin avakirin jî risteke avaker ya motora domdarkirina têkoşînê ya li hemû qadan dilîzin. Jixwe ya me bi awayek rast bike şopdar û pêkhînerîn felsefeya jiyana nemiran, xwe di van akademiyên felsefeya jiyana azad de rast avakirin e. Erk û berpirsyariyên demê rakirin û pêşengiyeke bê dûdilî kirine.

Ji bo em çand û exlaqê APOYÎ bilind bikin û bikin hêzeke ku bibin nekeve roja 18 gulanê navê xwe gihandina vê rastiyê ye. Jixwe hevrê Hakî Karer bibîranîn jî bi temamî xeta partîbûnê fêmkirin û rastiya Rêbertî têgihiştin û jiyanîkirinê ve dibe. Çavkaniya me ya hêzê jî dîroka me ye, şehîdên me ne û rastiya Rêbertî ya di kesayeta şehîdan de hatî avakirin e. Ev sala têkoşînê ku partiya me weke sala fînalê ya bilindkirin û encamgirtina têkoşîna şoreşa gelê Kurdistan pênase kiriye jî tenê dikare bi rast jiyankirin û dana jiyankirina şêwaza Rêbertî û şehîdan ve pêk be.

Lewre divê em bi giyana hevrê Hekî û Sarayan a partîbûyîn bi serxistin, kesayeta fermandar Egîdan, hozan Mizgînan, Bêrîtanan, Berçeman, Azê û Delalan ve bi îdayeke mezin pêşengiya xeta tektîkê gêrîlatiya nûjen bikin. Bersiva em bidin hemû şehîdên xwe û bi taybetî jî şehîdên meha gulanê tenê tevlîbûneke wiha ji me dixwaze.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê