Tirkî  |  Erebî

ji lenusa jin 11 2018

Dem diherikê. Bê ku tu astengiyan nas bike berê xwe dide warên dûr. Ji bo ku ez jî bikaribim dema xwe tije tije di van çiyan de derbas bikim, dixwazim di dilê Kurdistanê de şer bikim, jiyan bikim... Ev bû demeke em di rê de ne. Kelecana min di asta herî jor de ye. Dilê min mîna dilê zarokekî bi hesreta dîtina diya xwe ye, lê dide. Ji ber ku bi salane ez bi hêviya carek din berê xwe bidim axa Bakûr ve jiyan dikim.

Ez bawerim hestên min in, yên ku dihêlin ez gavên xwe bi lezek mezin bavêjim û bikevim pêşiya tevahî rêhevalên xwe. Ezê hewl bidim bi van hevalên xwe re tiştên xweşik di nava xweşikbûna Feraşînê de ava bikim. Ji ber wê, ez weke keçek Botanî, weke keça vê axê, hewl bidim ji vir û pêve hestên xwe yên di derbarê axa welatê xwe de weke nişeyekê ji dîrokê re bihêlim.

Niha berê min li warê Egîd, Zelal, Ronahî û Erdalan e. Ez ê di riyên ku ew lê meşiyane de bimeşim û di çeperên ku tê de şer kirine, şer bikim. Li serê lûtkeya herî bilind, li cihê ku ew rûniştibûn, ez ê jî rûnim, pênûs û lênûska xwe bigrim û hestên xwe yên herî paqij bi wan re parve bikim. Ez ê li wir gelê xwe bibînim.

Ez ê hewl bidim li van axên pîroz berpirsyariyên şoreşê hildim ser milê xwe û gaveke din xwe nêzî azadiya gel û Rêberê xwe bikim. Ji xwe Rêber APO jî dibêje; “Keçên ku ji min hezdikin, bila berê xwe bidin Botanê.” Ez ê jî bi tevlêbûna xwe hewl bidim xwedî li vê sozê derkevim...

Em Botanê bi evînên nû pêşwazî dikin. Di her gavekê de, tu şehîdan hîs dike, bêhna azadiyê digre û careke din keda Serokatî ya bê hempa dibîne. Ji ber ku berxwedanî li vir destpêkir û li vir wê berdewam bike û serkeftina me tacîdar bike. Dibe ku rojekê ez jî biçim warê van berxwedanvanan. Di axa welatê xwe de bi tilîliyên dayîkan ve ez ê biçim cem wan. Ez ê wê rojê rûliken bim. Ji ber ku ez ê rêhevalên xwe yên nemir bibînim.

Kêliyên ku nayên ji bîr kirin

Êdî ez li xaka Botanê me. Ev bû çend seat li pêşberî xwe dinêrim. Ango li xweşikbûna çiyayê Kato dinêrim, çiyayên wê ewqas xweşik û asê ne ku dihêle mirov carek din xweşikbûna Kurdistanê bibîne û evîndarê wê bibe. Kato ya ku tê wateya a bi lanet. Bi asîbûyîn, serbilindahî, bi latên xwe yên ku qed koletiyê qebûl nake, qed navê wê lê nehatiye... Ji ber ku serî ji Îskender re netewand û pir leşkerên wî li vir mirin, navek wiha lê kiriye.

Kato di heman demê de warê ku min zarokatiya xwe lê derbas kiriye, tê de mezin bûme ye. Vaye niha jî li serê girek bilind, di destê min de çeka min, ji bo zarokên welatê min weke min êşan nekşînin şer dikim, tekoşîna jiyanek azad a dûrî zilm û zoriyê didim.

Bîranînên min ên zarokatiyê yek bi yek li ber çavên min zindî dibin…

Niha jî lênûska min di destê min de ye û hewl didim van hestên xwe parve bikim. Ji xwe piştî ku hatim vê qadê, her tim li serê vî girî bi pênûs û lênûska xwe re dikevim nava hevpeyvînê de. Bawerim ger hûn jî li beramberî dîmenek wiha bedew bana, we yê jî ji bo nivîsandinê ev der bipejranda.

Ji zarokatiya xwe ve evîndara çiya me. Ji meşa li serê van çiyan pir hez dikim, bi taybet jî hilkişîna cihên asê, di bin barek giran de xwêdan dayîn û piştî westandinê vexwarina qedeheke çay, tevahî van tiştên ku jê hezdikim temam dike...

Min li van çiyayên pîroz gelek tişt jiyan kir û fêrî gelek tiştên bedew bûm. Min barên giran rakir û avên mezin derbas kirin. Ez ketim û bi hêza ku min ji rêhevalên xwe digirt dîsa rabûm ser piyan. Ji xwe pir caran bi xemgîniyekê ji hevalên xwe qut bûm û min cardin bi dilşadiyekê ew dîtin. Her wiha tevlê çalakiyan bûm û hilkişiyam girên herî bilind. Min li serê van girên bilind herdû destên xwe vekirin û silavek ji zarokên welatê xwe re şand. Bi rastî jî jiyanek pir cihêreng e jiyana PKK’ê.

Di van kêliyan de rojên min ên zarokatiyê ber çavên min zindî dibin. Ev bû du sê carin nivîsa rêhevala xwe Eylem dixûnim. Eylem him keç apa min e, him rêhevala min a zaroktiyê ye, him jî rêhevala min a tekoşînê ye. Ez û Eylem bi hev re mezin bûn. Xeyala me herdûya jî li xwekirina cil û bergên gerîla û bi hevdû re çeka me li milê me, li serê van çiyan gerandin bû.

Herî dawî min û Eylem ev xeyalê xwe yê zaroktiyê pêk anî û em bi hev re tevlê nava refên gerîla bûn. Her wiha me di heman dewreyê de perwerdeya xwe ya şervanê nû dît. Em pir germ nêzî hevalên xwe yên şervanê nû bûn. Bêgûman ew jî wiha nêzî me bûn. Li kêleka vê jî pir tiştên ku em pê matmayî man jî hebûn. Yek ji wan ew bû ku gerîla di derbarê pir tiştan de xwedî zanist bûn. Ya din jî ew bû ku hevalên jin tevahî jiyana xwe bi xwe ango bi hêz û îradeya xwe rêxistin dikin. Her wiha tişta herî pir ez pê bandor bûbûm, rêzdariya wan a li beramberî hevdû bû. Vaye niha jî ez û rêhevala xwe Eylem di heman qadê de tekoşîn dikin, ew li herêma Cûdî, ez jî li herêma Kato dimînim... Rêwîtiya min û rêhevala min Eylem bi vî awayî bi rojên xweş ve derbas dibe.

Belê rojnivîsa min, beriya ku bi dawî bikim û xatirê xwe ji te bixwazim, ez ê tiştekî ku ez pir şad kirim, bi te re parve bikim. Min îro bihîst ku birayê min ê ku salekê ji min mestire tevlê nava refên gerîla bûye. Ez ewqas kêfxweş bûme ku bi rastî jî nizanim vê kêfxweşiya xwe çawa pênase bikim. Bi rastî heyecanek pir cûda ez girtime. Ger niha li cem min ba, minê bigota tu bi xêr hatî heval, te xweşî û kelecan bi xwe re anî û min ê ew ji dil de hemêz bikira... Bi birayê xwe re di heman refên tekoşînê de cih girtin ji bo min rûmet û şerefeke mezin e.

Şehid Zozan Tolhıldan

Kategori: Ji Pênûsa Jinê