Tirkî  |  Erebî

NALÎN AŞÛĞ

Bi asêbûn û sekna Gilîdaxê û bi hestên bedew yên rêhevaltiyê, min xwest ji warê Dîcle, Arjîn, Sîdar û Zagrosan silavekê ji we re bişînim, hevrêyên min ên hêja… Heval Can, di serî de dixwazim kêmekî behsa Serhedê ango Gilîdaxê bikim... Ew bejn û bala Gilîdaxê ya bi heybet

bi qasî ku ewrên asîmanan dikişîne lûtkeya xwe, mirovan jî dikşîne nava bihişta dilê xwe. Ew dilê wê yê ku bi qîrên reş xwe xemilandiye, me di hundurê xwe de hembêz dike. Gava mirov xwe berdide nava dilê wê yê xweş, mirov di nava wan kevirên komirî de winda dibe. Berê ji min re wisa dihat ku Serhed bê darbû, lê nebêje ku ez bi gilî û gazinên hevalan xapiyame. Belkî kêm be, lê darên wê hene. Xwezî te bidîta kêliya ku çavên min bi wan derana ket ez çendî kêfxweş û hestiyar bûm. Bi rastî jî min ji Gilîdaxê pir hezkir. Tenê tişta wê ya nexweş, bê avbûna wê ye. Ji derveyî wê min pir zêde ji asêbûn û hişkbûna Gilîdaxê hezkir. Dema mirov ji dil ji Gilîdaxê hez dike, ew jî xwe li ber me nerm û şîrîn dike. Bes gava yek wê negre nava dilê xwe, ew jî xwe tirş, hişk û asê dike. Ji lewra jî ew te di nava bihişta girên xwe yên wek sengerên xwezayî ne, diparêze. Pêwîste tu jî wê di paytexta dilê xwe de bi hestên giranbiha ve hembêz bikî.

Yanî heval, ez bêjim ku aşiqê Gilîdaxê bûme herhal wê nepixandî nebe. Vêca ji bona ku hun wate bidin van hestên min ez kêmekî qala dîmen û xwezabûna van deran bikim. Ango vê dîmena xwezayî bi dilê we re parvebikim. Niha herdû Gilîdax bi serhildêrên xwe yên bi heybet ji hemû gir û çiyayên hawîrdora xwe re meydanê dixwîne. Di navbera herdû Gilîdax’an de girê Bê çare heye. Di demên îsyanan de gelek kes ku piraniya wan jin ango dayîkbûne, wî girî ji xwe re dixin star. Bes dijmin wana dixe nava çembera xwe. Ew jî naxwazin bikevin destê dijminê dagirker. Nikarin xwe jê xilas bikin, lewma ji neçariyê xwe ji lat û zinarên wî girî diavêjin. Vêca piştî berxwedaniya bi rûmet navê wî girî dibe Girê Bêçare.

Îcar di milekî Gilîdaxê de Bazîd, di milekî wê yê din de jî Îdir heye. Di hêleke wê de Ermenîstan, di hêla din de jî Dembat heye. Berê bajarekî mezin ê maden bû ye ku hêna jî bermahiyên wê hene. Ew bajarên ku min rêz kirine, hemûyan xwe di nava dilê deştan de mezin kirine. Li derdora van bajaran de rêzesirayên çiyayên pir dirêj hene. Rêzeçiya ewqas pirin ku heyanî çavên te dibirin dixûyên. Vêca ev derana biharê ew cilên xwezayî yên ku bi gulên rengareng neqişiye li bejn û bala xwe dike û xemleke dîlber dide şikil û şemala xwe. Ew xemla xwezayî jî neqşeke bedew dibexşîne xalîçeya hestên dilê me. Nizanim belkî jî ez bi çavekî rind û xweşik lê dinêrim. Lê bi rastî jî bedewiya vî cihî hêjayî dîtinê ye.

Dema li van çiyayên Serhedê yên bi heybet û bedew dinêrim, hema çi ji dilê min tê, wisa pênûsê direqisînim li ser rûpelên lênûska xwe. Ev pênûs û rûpel jî ji hest, bêrîkirin û atîfeyên min re bûne amûrên herî binirx.

Di rêwîtiya min a berbi Serhedê ve gelek caran ew xatirê me yê hevaltiyê yê tije manewiyat hate berçavê min. Her dema ev kêliyên me yên xwatir xwestinê di dil û mejiyê min de zindî dibûn hêzeke bê hempa dibexşande giyana min. Yanî ew tişta ku dihişt ez berbi Gilîdaxê ve gava xwe bavêjim, yek jî ew xatirên manewî bûn. Di vê rêwîtiyê de me hestên cûr be cûr jiya. Em jî di nava dualîteya jiyanê û mirinê de berbi Serhedê ve herikîn. Di nava wê herikînê de, pir tiştan reng dida rêwîtiya me ya tije macere. Ji bo ku ew rengê rêwîtiya me winda nebe ango nemir bibe, min hewlda ku kêm ji wan rengena ango beşek ji wan serpêhatiyan parvebikim. Bi we re parve bikim…

Careke din we hemû hevalên xwe ji dil û can de silav dikim. Wekî hemû heval dibêjin, min jî çayek daniye ser agir û li benda hatina we me. Bi hêviya siberojên azad di têkoşîna we hemû hevalan de serkeftinê dixwazim.

Kategori: Lehengên Jin