Tirkî  |  Erebî

Bi Stêrkên geş ronî dibe welatê min

Bi Rûkenî pêşwazî dike zarokên xwe

Xweşikbûna te bela serê te ye

Kurdistana min

Bi Yilmaz bilind dibe dilê te

Her yek parçek ji te

Heskiriyên te evîndarên te

Her çar kulîlk piştî sermayên qerisokî

Serî radikin di bihara rengîn de

Wekî  Sosin, Binevş û Nêrgiz

Aram dike xweşikbûna wan

Sebrê dineqişîne di dilê dayîkan de

Bi Stêrk, Rûken, Cîhan û Yilmaz re

bedena we ya  bedew

Roj bi roj hîn xweşiktir dibe

Hêsrê dayîkan diherikin nav dilan

Hêviyên wan mezin dibin bi sebra welat

Keç û xortên çiyayên azad

Soz didin careke din

Naxe destên qirêj nav bedena welat

Û di Kurdistanê de reng bi reng

Kulîlkên nû vedibin …

Binevş Ceng

Kategori: Helbest