Tirkî  |  Erebî

 

Behs bike ey dîrok

Dagirkeriya desthiladaran bîne ziman

Behs bike û

Xwe ji nûve bide nivîsandin

Bi destê lehengên bê nav

Biçe Nisêbînê

Wê li pey te be serhildana Nisêbînê

Wê li pey te be Bêrîvana Cizîrê

Bila dilnizimî nav biguherîne ey dîroka

bila bibe Mazlûm, bibe Delal

bila bibe Gelhat, bibe Xebatkar

Ji bîr neke Cizîra Botan deryaya leheng û çelengan

Guhdar bike dengbêjên Botanê

Faraşîna Bêşebabê

Silav bide her çeperên berxwedanê

Yek bi yek binivîse ey dîrok

Biçe Amedê, berdewama Kela Dimdimê

Di nava kolanên Sûrê de bimeşe ey dîrok

Silav bide fermandarên demê

Behsa kenê şehîd Rêber bike

Behsa Memê Sûrê bike

Çiyagerê hêviya gelê Kurdistanê

Binivîsîne ey dîrok

Binivîsîne destanên qehremaniyê

Dawî çi dibe bila bibe ewê muhteşem be

Avşîn Serdem

Kategori: Helbest