Tirkî  |  Erebî

reberti cotmeh1

Yê ku ev lîstok nivîsand Rojava bû, aktorê bingehîn Rojava ye. Rolê girtin û kuştinê jî dane Tirkiyê. Di dawiya sedsala 20. de li hember vîna azadiya gelê Kurd, di giştî cîhanê de plansaziya komplo û derbeyê gav bi gav kiryarî dibû.

 

Dema em filîm bînin serî û lê bimeyzînin emê bibînin ku ev plansazî di bingehê xwe de, ji salên 90’î ve destpêkiriye û bingehê xwe ji Londrayê girtiye. Her wiha dê bê dîtin ku ev plansazî guncaw hate dîtin û di asta navnetewî de kete meriyetê. Milên vê plansaziyê yê Tirkiyê hinekî tê zanîn, lê milê wê yê Awrûpa û ABD’ê bi zelalî nehatiye têgihiştin. Ger em milên wê yên navnetewî nebînin, dê nirxandinên me kêm û kurt bimînin.

Peymana Washington ya 17’ê Îlona 1998’an nîşaneya vê yekê ye. Li gel ku di şert û mercên Awrûpayê de gelek xeterî hebûn, bi têgeha siyasî, demokratîk û çandî kêm be jî hinekî bawerî bi hiqûqê hebû. Gava ez di 9’ê Cotmeha 1998’an derbasî Yewnanîstanê bûm, min qet hêvî nedikir û nedihizirîm ku wê hikûmet ewqas ketî be. Di vê bingehê de serpêhatiya 9’ê Cotmeha 1998’an destpê dikir.

DYE (Dewletên Yekbûyî Emerîka), Brîtanya û Îsraîl wekî baskekî cuda disekinîn. Awrûpa hîna belav bû. Ji xwe di pirsgirêkên wiha girîng de ji polîtîkayeke hevbeş dûr bû. Brîtanya ev dused sale jê re pêşengî dikir. Polîtîkaya li ser Kurdan a ku dihat pêşxistin, bê Brîtanyayê nedihat hizirîn. Bi derketina Îsraîlê re êdî ev kontrol bi destê MOSAD’ê dihate meşandin. Bi Barzanî û Talabanî re gelek Kurd bi pergalê ve hatibûn girêdan. Tenê tekoşîna PKK’ê pergala ku wan afirandibû xera dikir. Ji ber wê jî derketina PKK’ê ji bo xwe wek tehdîdek mezin didîtin. Ji ber vê yekê ez berpirsyar hatim dîtin û ez di polîtîkayeke tecrîtê de hatim hebiskirin. Bi hevpeymana 1996’an re rolên operasyonî jî dan Tirkiyê. Me ev rewş baş hesab nekir, ev jî ji bo me wek kêmasiyekê bû. Dema ez li Romayê bûm, me hîna jî ew cidî nedigirtin. Ev yek çavkaniya xwe ji necidî dîtina hêza Îsraîlê digirt. Dê pişt re bihata fêmkirin ku, Îsraîlê Moskova di kefa destê xwe de digirt. Ev yek jî bi piştgiriya DYE ya madî û dîplomatîk ve dimeşandin. Ji bo ku ez li Moskovayê bimînim krediya İMF ya 8 mîlyon dolar hate xerckirin.

Weke kesayet komploya ku li dijî min hate kirin bi piranî çavkaniya xwe ji Awrûpayê digre. Bingehê vê yê dused salî heye. Brîtanya û Fransa dused sale bi vê ve têkildar e. Piştî salên 90’î bi navbeniya hêzên başûr ve hinek rê hatin vekirin. Dixwestin vê lîstokê di salên 90’î de bidin meşandin. Lê min destûr neda vê yekê. Tu dibêjê qey DYE û Yewnanîstan min diyarî Tirkiyê dikin. Dema vê yekê dikin jî ne bi peymaneke hevbeş, wekî pêsanekê diyar dikin. Ji Tirkiyê re dibêjin; “Hûn jî pirsgirêka Qibris û Egeyê çareser bikin”. Ne peyman û bazereke jî. Wekî qutiyeke diyariyê didin. Ev pir tiştekî ketî ye. Helwesta DYE’yê bi vî rengî bû; “Tu dixwazî bikuje, dixwazî bide şixulandin, tu dizanî.” Lê ger tu pirsgirêka Kurd li gorî me çareser bikî dê baş be. Helwesta Yewnanîstanê jî yeka yek li ser kuştina min bû. DYE û Yewnanîstan dîsa di ser min re digotin; “Bila ew hevûdu bikujin, qetil bikin.” Almanya ev pêvajo hîna ji 1995’an ve dabû destpêkirin. Tevlîbûna Almanyayê ji komployê re sînordar e. Berjewendiyên Brîtayayê radestkirina Apo pêwîst dikir. Ji pênc şeş salan û vir ve ev yek dihate meşandin. Clinton rojane dida meşandin. Hevdîtina wî ya ku bi Hafiz Esad re kir, ji çar seaten, sê seat li ser min bû. Îsraîl û Tirkiyê di sala 1996’an de peymana leşkerî bi hev re kirin. Di vê bingehê de Sûriye tengezar kirin. Tawîz dan Sûriyeyê. Dûv re Yewnanîstan xistin dewreyê.

Ev pêvajo ji 1993’an û vir ve destpêkiribû. Ji ber di sala 1993’an de me xwest bi Ozal re çareseriyeke aştiyane pêk bînin. Ev jî kar û planên hêzên komploger da guhertin. Ji vê dîrokê û şûn ve helwestên Yewnanîstan û Brîtanya hate guhertin. Em jî ji 1993’an û vir ve ketin nav lêgerînên cuda.

Gava mirov derketina 9’ê Cotmeha 1998’an binirxîne, axa Rojhilata Navîn tê çi wateyê divê mirov pir xurt û ji dil çareser bike. Min li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 salan pratîkek jiyan kir. Gelek têkiliyên me çêbûn. Di asta girîngbûna dîrokê de pêşketin derketin holê. Di van xebatan de min bi çi zorî û zehmetiyan pêşketin afirandin, divê ev mil jî misoger bê fêmkirin. Plansaziya ku li ser kuştina min hatibû çêkirin, wê bi dizî li ser Tirkiyê bihata hiştin. Di dewletê de çetegerî pêşketibû, ger ez hatibûma kuştin dê çi bûbûya? Wê Tirkiyê ji Yekîtiya Awrûpayê bihata avêtin, PKK bihata tunekirin û wê Tirkiye biketa tengezariyeke pir mezin. Heke komplo wekî ku hatibû plankirin pêşbiketaya, ma wê Tirkiye serbixista? Na! Agahiya Çîler ji vê hebû. MHP tahma vê rantê kiribû. Çîler digot; “Min di sala 1993’an de, da destpêkirin.”. Wê bi vê re civak serûbinî hev bibûya. Dê ne bi sedan, bi sedhezaran kes bimraya. Wê di encamê de kê bi serxistaya? Wê kesên hevkar pêncî salê din Tirkiye mijul bikirana. Wê kesên çeteger û dizek li serê Tirkiyeyê bibûna bela. Dixwestin şerê Kurd û Tirkan sed salekî din jî dirêj bikin.

Du rê li pêşiya min hebûn. Yek ji van, berê xwe dana serê çiya bû û ev vebijarkek (seçenek) bû. Lê belê ji ber ez gelekî dereng mabûm, hem jî pîrozbûna hêzên çekdarî li milekî, min dît ku çûna min a serê çiyê wê encamên dijber bi xwe re bianiya. Vê yekê jî hêviyên min a serkeftin û çareseriyeke dem kurt tune kir. Her wiha di çepergirtina hêzan de, ji çareseriya hêsan zêdetir, wê tenê di diyardeya “Bimre û bikuje” de asê bima. Çûna min a çiya dibe ku di aliyê teknîk û taktîk de rê ji sererastkirinan re vekiribaya. Lê wê rê ji çareseriyeke bingehîn re vekira ya na, ev yek bi guman bû. Çûn û hatinên min di nav van her du meylan de bû. Pîvanên xwînê û yên rewşenbîriyê di min de, di nav pevçûnekê de bûn. Têgeha çetegeriyê ya ku PKK’ê jiyan dikir û pêşiya wê girtin êdî bê derfet bûbû, meyla min a di vî warî de xurtir dikir. Pir zêde dubarekirina şer, çerçoveya rantekî mezin û kesayetiyeke sexte derdixiste holê. Wekî ku ez dibûm du perçe. Di encam de derfeta çûna Atînayê û êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Sûriyê rê ji derketina ku tê zanîn re vekir.

Ev komplo wekî perçeyekî ji plansaziya dagirkirina û mêtînkirina gelê me bû. Ev rewş ji Sumeriyan û vir ve dihate pêşxistin. Ev komplo ji komployên herî berfireh ên ku bi destê hevkarên ku xwe wekî dost diyar dikirin ve dihate meşandin. Komploya 9’ê Cotmehê-15’ê Sibatê ji encamê ku plan dikir gelekî dûr e. Ev komploya ku hemû xayîn û hevkarên sedsala 20. di bin vîna emperyalîzmê de li hev kom kir, vala derxistin û ev dîrok kirina dîroka Mezopotamya û Anatoliya wekî erkekê li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirsyar disekine. Xwedî li vê erkê derketin, hem ji bo yekîtiyeke xurt a welêt, hem jî ji bo yekîtiya komara laîk û demokratîk helwesta herî rasteqîn e. Ev yek di heman demê de rêya aştiyeke bi rûmet xêz dike û hêviya biratî, wekhevî û azadiyê xurtir dike…

Kategori: Reber APO