Tirkî  |  Erebî

reberti cotmehHer roja diçe, hewldanên xwe yên li ser azadiya jinê didomînim û di vê mijarê de xwe kûr dikim. Di vê bingehê de girêdana xwe ya bê dawî pêşkêşî tevahî jinan dikim. Min hemû dîroka mirovahiyê ya ji dîroka şaristaniyê kevintir, tehlîl kir. Li ser bingehê van tehlîl û dahûrandinan ez xebateke romanê pêşniyar dikim.

Niha hevalên zindanê dikarin vê xebatê bidin meşandin. Bila li derdor fîgûra Medya’yê lêkolînekê bikin. Dikarin ji Înanna bigrin dest û heya çanda Meryem ya di Îsa de û çanda hezretê Ayşe û Fatma ya di Muhamed de bînin. Dikarin heya cem me bînin.

Dikarin rastiya jina azad ji dîrokê de bigrin dest û di nava pevçûneke dijwar bînin roja me ya îro. Xebata jina azad, rewşeke balkêşe. Rewşa ku jina Kurd di sarayan de ketiyê de Medya temsîl dike. Di serî de Kesîre, di nava me de jî Medya hene. Dikarin romana Harpagos jî bê lêkolînkirin. Fermandarekî navdare, Harpagos împaratoriya Med’an radestî Kîlyos dike.

Ez xebatên romanê girîng dibînim. Romana Harpagos xebateke girînge. Dîroka îxanetê ya 2500 salî dikarin heya roja îro bînin. Romana Medya jî girînge. Wê lêpirsîn bikin ka jin di nava pênc şeş hezar salî de ji kur hatiye kuderê, dikarin ji Înanna û Îştar heya roja me ya îro bînin. Nivîskarê Ewrûpî yê ku romana Înanna nivîsandiye baş nenivîsandiye. Yên me dikarin baştir binivsînin. Bila danehev û dokûmanên xwe amade bikin. Hevalên jin ên di zindanê de jî dikarin vê xebatê hilgrin ser milê xwe.

Ez projeya xwe ya şaristaniya nû li ser du lingan didim rûnişkandin. Li ser ekolojî û şoreşa cinsiyetê. Encamên ekolojî û yên cinsiyetê heman encamin. Ez girîngî didim şoreşa cinsiyetê, ji ber wê jî dibêjim pêdivî heye ku mirov pirsgirêka cinsiyetê berfireh bigre dest. Gelek caran di gazeteyan de dixwînim. Dibêjin ku zewac ji sisiyan 1 an jî ji sisyan 2 îflas dibin. Helbet wê wisa bibe. Ji ber zewaca roja me ya îro dişibe li hevketina 2 kesên çavkorî. Di zewaca roja me ya îro de cehalet û dirûtiyeke mezin heye. Di zewaca roja îro de bê rêzî, desthiladarî, şidet, zilm û komkujiyeke mezin radize.

Ferqa min eve ku, ji zaroktiya xw de li beramberî van têkiliyan ketim gûmanê û jê ecêbmayî mam. Gotina dayîka min pêk hat. Ji min re her digot; “Tu bi vî halê xwe nikarî bi ti keçê re bizewicî”. Ev ji bo min veguherî tarzekî jiyanê. Piştî wê min bingehê vê yê teorîk jî dît. Min ti carî bawerî bi çanda jinbûn-mêrbûnê neanî. Çanda jinbûn-mêrbûnê pir bi tahlûke ye. Ma eşqên mezin wiha daduqurtîne? Wiha dikuje?!... Madem dibêjin malbata pîroz wê demê çima li hevdû didin û dikevin qirka hev da? Ya rastî çima tişta herî pîroz tê dîtin rê li ber zilm û komkujiyeke wiha mezin vedike?... Vaye em dibînin pêşketin jî van gotinên me piştrast dikin. Pirsgirêk îdeolojîke. Têkiliyên cinsiyetê dîrokeke xwe ya xirab ya pênç hezar salî heye. Jin jî name dinivîsînin. Bi rengek kûr qala van pirsgirêkan dikin. Divê ew jî van mijaran binivsînin. Dîroka têkiliya cinsiyetê ji Sûmeran destpê dike. 104 Me’yên Înanna hene, işte her tişt di nav vê de heye. Çandinî, ajal xwedîkirin, zarok mezinkirin, ango gelek rêgezên jiyanê xwe dispêrin dayîksalariyê. Înanna ji Enkî re wiha dibêje; “Te ev hemî ji min dizîn, te hemû nirxên min girtin”. Di vir de pevçûna herdû cinsan girînge. Di encam de jin hemû nirxên xwe, ango Me’yên xwe winda dike. Bûyera cinsiyetê tê asteke wisa ku nayê jiyankirin, ji ber wê jî rêzdarî û hezkirin wiha bi hêsanî çênabe, şoreş pêwîste. Heya mirov vê şoreşê pêk neyne, xweşiya jiyanê jî nabîne. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka fîzîk û xweşikbûnê ye, ne mesela vekirîbûn-girtîbûnê ye, ji xwe ferqa herdûyan ji hev nîne, herdû jî tekrarê hevin, di herdûyan de jî sextekarî heye. Pirsgirêka cinsiyetê milên wê yên îdeolojîk, felsefî û siyasî hene. Bila keçên me van hemû mijaran lêkolîn bikin. Ji bo bîranîna yên durust, bi navê rêzdariyê vana careke din diyar dikim. Ya rastî ez di vê xalê de pir kûrbûm. Dikarim çend pirtûkan jî binivsînim. Hinek xeyalên min hene, lê naxwazim bêjim; dibe ku şaş bê famkirin, hun dikarin nenivsînin. Hevdîtina min a bi jinê re di warê îlahî de ye. Ez ji vê re dibêjim “hevdîtina îlahî”. Xeyalên min ên mezin hene. Ez nikarim mîna Nazim bijîm. Ez helbestên wî yên evînê yên di zindanê de nivîsandine besît dibînim. Di çanda Rojhilata Navîn de cureyên zewaca pîroz hene. Îsa û Mûsa jî jinê dixînin. Di Meryem de xwedawendiyeke lewaz heye. Em mirovên Rojhilata Navîn jinê di şexsê Ayşe û Fatma de û mirovên Rojavayî jî di şexsê Meryem de dibînin. Çanda Meryem ji çanda Ayşe-Fatma pêşdetire. Jordebûna çanda Rojava jî di vir de ye. Gotineke Ayşe ya navdar heye; “Xweda! şûna te ez wek jinek anîm dinyayê xwezî te ez kevirek bianîbama”. Ev gotin pir girînge. Jineke di bin zilmê de vê dibêje. Zorahiya bûna jinekê ewqas baş ferq kiriye ku bi ruxmê hevjîna pêxembere wiha dibêje. Lê tiştekî ku li beramberî vê bike jî nîne. Ji ber vê ye ku bi israr dibêjim, şoreşa cinsiyetê nebe nabe. Bila keç vê mijarê baş lêkolîn bikin, bila xwe di rastiya jinê de kûr bikin.

Şoreşa cinsiyetê tenê jinê eleqedar nake. Ev pirsgirêka şaristaniya dawî ya pênc hezar salî ya civaka tebeqî ye. Zilam di rewşeke ji jinê jî xirabtir de ye. Ev şoreşa cinsiyetê di heman demê de rizgariya zilame jî. Min rastiya jinê dît, jin gihaye asteke ketî. Sê dînên mezin ên semawî, serdemên kolebûn, feodalîzm û herî zêde jî kapîtalîzm jinê wek metayekê dibîne. Kapîtalîzmê jin istîsmar kiriye, xistiye wek meta û amûreke firotinê. Ji ber wê ye cardî bi israr dibêjim şoreşa cinsiyetê şerte. Divê têkiliya jin-zilam bi riya mejî ve bê rêvebirin. Ne bi riya hestan. Bi meyzandinên cinsî ve nabe. Divê xwe bispêre bingeheke ilmî. Di van têkiliyan de ne mumkine ku dev ji ilmê berdin. Nabe ku tenê bi hestan bigrin dest. Min ev sparte bingeheke ilmî. Divê têkiliya jin-zarok jî bi vî rengî be. Pêwîste jin nêzikatiya xwe ya ji zarok re jî li ser vê bingehê ava bike. Ev ji rizgarkirina malbat û cinsan zêdetir xilasiya civakê ye. Ji ber wê jî divê hestên me ji fikrandin û meyzandina me ne qutbin. Şoreşa jinê wê ji bo mirovahiyê bibe ronahiyeke beriqandî. Serkeftina me ya herî mezin di tekoşîna jinê de çêbû. Min ji jineke bi navê Leyla Atabay nameyek girt. Di zindana Muş’ê de dimîne û bi eslê xwe ji Wan Çaldêranê ye. Di nameya xwe ya balkêş de wiha dibêje; “Çi şadî û şerefe ku wek jin hatime dinyayê”. Min beriya niha gotina Hezretê Ayşe ya; “li şûna jin xwezî ez kevirek bihatama dinyayê” ji we re gotibû. Hazretê Ayşe vê tenê li beramberî zilma zilam nabêje, li beramberî leyîstokên siyasî jî dibêje. Heger Leyla Atabay vê dibêje ev pêşketineke pir girîng nîşan dide. Ev asta ku jin hatiyê dide nîşandan.

Belê, helbet ev asteke girîng nîşan dide. Di warê biyolojîk de jî ev bûyereke ku jin û zilam derbas dike. Ev pênaseyeke ilmî ye. Li gorê meqaleyeke bilîmsel piştî 132 hezar salî wê cinsê zilam ji holê rabe. Ji xwe kromozoma Y kromozomeke ku piştre hatiye dîtin. Divê jin jî xweseriyê ava bike.

Min hewl da ku keçan perwerde bikim û mejiyê wan ê fikrî pêş bixim. Beriya niha min di radyo de li Fatmagul Berktay guhdarkir. Bi coş û kelecan li ser jinê diaxivî. Wisa xuya dike ku kêmekî cewherê xwe famkiriye. Dibêje ku raste em têdikoşin lê belê em hêjî nikarin azad bibin. Pirtûka Fatmagul Berktay ya bi navê “Cinsiyeta Dîrokê” bixwînin. Misoger keçên bi nirx hene. Ji zindanê jî name tên. Ez di warê danehev û hejmar de baş dibînim. Cewherê reforma Sosyal bi vî rengî ye; Ger hun dixwazin bizewicin hun dikarin zewaca koledar bikin. Evana ne ji sosyalbûnê ne jî ji reformê ti tiştî fam nakin; wek gotin jî nikarin vê çareser bikin.

Ger hun baş lê binêrin, hunê jî bibînin ku ev serdem serdemeke tije kolebûne. Emê serdemê derbas bikin. Em dibêjin ku emê çawa tarzê jiyaneke nû ava bikin. Wek mesaja min niha van diyar bikin. Hê jî azadiya jinê fam nekirine. Min vala vala qala xeta Bêrîtan nekir. Berxwedana Bêrîtan di me de tarzeke. Heval Bêrîtan radest nebû, xwe ji zinaran avêt. Neh hevalên jin hebûn, heya guleya xwe ya dawiyê şer dikin. Dema ku guleyên wan xilas dibe, ji bo ku radestî dijmin nebin her neh heval li hev dicivin û bombeya xwe bi xwe de diteqînin. Ev hemû ji bo me qehremanin, wan bi vê berxwedana xwe destanên lehengiyê nivîsandin. Gelek jinên me yên berxwedêr û leheng hene. Li vir hemû di şexsê van hevalan de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim.

Yên dixwazin modern bin bila biçin modern bibin. Dixwazin biçin Ewrûpa, ya jî nizanim dixwazin biçin kur bila biçin. Ez xwedawendiyê wek çand dibêjim. Bi zimanê megazînê nabêjim. Ev çand wê li her derê zindî bibe. Zilam qet naxwaze vê fam bike. Ji derveyî vê jiyana azad nabe. Naveroka jinê girînge. Pêwîste kûrbûna îdeolojîk, nasnameya jina azad di şexsê xwe de temsîl bikin. Ev mijara hêz û zanistiyê ye.

Pirsgirêkên pratîkbûnê hene. Divê xwe pêş bixin. Yên lewaziyên wan hebin û naxwazin kar û xebat bikin, dikarin xwe paşde bikşînin. Lê yên girêdayî jî hene, ewê li ser xeta xwe lêhûr bibin. Helbet avahiya navendî ya hiyerarşîk ji van re astenge. Tu hewl didî desthiladariya zilam a 5000 salî hilweşînî. Her roja diçe milek nû yê cenewarbûna zilam derdikeve holê. Ji ber wê jî pêwîste jin her roj, ji nûde zilam bikujin. Ji xwe di nav partiyê de pîvan û rêgezên wan hene. Teqez divê rêxistinên wan ên kîtlê jî hebin. Hem dikarin bikevin komîteyan, hem jî dikarin bi navê yekîneya jinên azad rêxistinên xwe yên kîtle yên cûda ava bikin. Evê di hundurê xwe de navendî bibe. Di kongrê de dikarin di nava komîteya siyasal de bin. Jinên bi hêz dikarin di nava hemû komîteyên Kongra Gel de cih bigrin. Ji xwe wê parastina wan a cewherî hebe. Bila perwerdê bigrin dest, bila dest bavêjin xebatên demokratîk çandî. Divê tengavî jiyan nekin. Tevgera jin, heta yên di zindanê de jî di nav de, divê rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî wan hebin; divê van bixin xizmeta civakê.

Ezê azadiya jinê rêxistin bikim û jinê perwerde bikim. Ev jî wateya xwe ya pratîk heye. Ezê di malên jina azad de jinên xurt û jîr avabikim. Ez nabêjim malên xwe spartinê, dibêjim malên azadiyê. Jinên di van malan de wê fêrî her tiştî bibin, wê civak, perwerde, huner û resim fêr bibin, piştre jî wê weke miroveke azad xwe ava bikin. Em di bingehê xwedawenda de jinên xurt biafrînin. Bila bi sedan keçên me yên ciwan werin, pêşbikevin. Şûna tu jinê bixînî, jinê perwerde bike ku bila bi zilam re wekhev bibe mirovek azad. Tu keçeke biçûk a feqîr digrî, didî zilamekî heftê salî. Tu li ser pere digrî, piştre dikujî. Tu navê vê jî dixî tore. Tişta herî xirab eve. Ev çanda mêr a li ser jina nezan tê ferzkirine.

Helwesta min eve; yên ku li ser bingehê felsefeya azadiyê xwe ava nakin, em nikarin bi zorê û bi çek wan bînin rê. Lê heger bi rengek vekirî îxanet dike, ji paşde lê bide ev cûda ye, wê demê ewê hesabê xwe jî bidin. Mirovek ger ji dil de baweriya xwe bi felsefeya me ya azadiyê nîne fayda xwe jî nîne. Ev kar bi bawerkirinê dibe.

Ez li vir xwe çawa didim jiyîn? Ger ez li vir dikarim wiha mezin bijîm, ew dikarin çil qetî mezintir bijîn. Hunê van ji ciwanan re vebêjin. Bila zanibin ku berxwedanî wiha dibe. Di vê bingehê de cardin silav, bêrîkirin û hezkirinên xwe ji tevahî jinan û tevahî ciwanan re dişînim…

Kategori: Reber APO