Tirkî  |  Erebî

Bêguman qutbûna ji demên berê nedihate wateya nasnameyeke cûda. Lê ne nusxeyeke ji demên berê jî bû. Tiştên hatin jiyîn ji pêşketineke hejmarî zêdetir, pêşketineke fikrî bû. Ev tenê wekî nasnameya PKK’ê nehate jiyîn, di heman demê de dihate wateya veguherîna ku di civaka

Kurd de dihate jiyankirin. Ji xwe di encama diyalektîka di navbera herduyan de ev veguherîna nasnameyî pêkhat. Ji ber wê jî hebûna xwe ya dema pijandinê misoger kiriye, li ser vê bingehê jî em dikarin bi rengek rihet nasnameya PKK’ê pênase bikin û hinek encamên gerdûnî jê derxin; Beriya her tiştî bi giştî partî bi taybetî jî PKK ne partiya berê ya sosyalîzma reel ya netew-dewlete. Ji ber ku nabe partiyên sosyalîst xwe li ser armanc û bingehê dewletê înşa bikin. Ev weke rêgezeke bingehîn a tevahî partiyên sosyalîste. Sosyalîzm bi hîmên dewleta modern ve nikare bê avakirin. Hîmên dewletê dijberî xwezabûna sosyalîzmê ne. Dewlet-netewa modernîteya kapîtalîst ji kevirên bingehîn ên kar û berjewendiyên kapîtalîzmê ye. Pergala sermayeya kapîtalîst nikare bê dewlet- netew pêk were. Rewş di sosyalîzma pêkhatî de jî ne cuda ye. Heta hebûna kapîtalîzma bîrokratîk zêdetir pêdiviya xwe bi dewleta netew dibîne. Sosyalîzma pêkhatî nehate rewşa sosyalîzmê, di vê de jî avahiya dewleta netewe roleke diyarker leyîstiye. Her herikîna ku ji partiyê berbi dewletê û ji dewletê berbi partiyê ve diçe bi înkara demokrasiya sosyalîst ve bi encam dibe. Ji ber wê jî sosyalîzm ancax bi jiyandin û pêkanîna demokrasiyê ve pêk were. Lê di roja îro de em dibînin ku lîberalîzm jî bi dirûtiyeke mezin xwe bi navê demokrasiyê ser piyan dihêle. Lê di cewher û naveroka xwe dibe înkara herî mezin a demokrasiyê. Çawa ku bê demokrasiyê sosyalîzm nayê hizirîn ji derveyî demokrasiyê jî bi ti rêyên cuda ve qet û qet sosyalîzm nayê înşakirin. Sosyalîzm encex bi jiyana demokratîk a xwedî tevlêbûna herî berfireh ve bê înşakirin. Ji ber wê ye ku taybetmendiya destpêkê ya partiyên sosyalîst ewe ku divê wekî prototîpa demokrasiyê hatibe înşakirin. Partiyeke ku xwe demokratîk neke, nikare civakê jî demokratîk bike. Demokrasî nayê wateya bê otorîterbûnê. Ji otorîteya dewletê cuda, otorîteya demokratîk a civakê esas digre. Dema ku dewlet li ser bingehê înkarkirina civaka siyasî xwe ava dike, demokrasî dijberî wê pêdiviya xwe bi hebûna civaka siyasî dibîne. Civaka Siyasî jî civaka ku azadiya xwe pêktîne ye. Diyardeya siyasetê jî îfadeya hêza fikir, biryar û çalakiya civakê ye. Civakên ku siyasî nebûne hem nikarin qedera xwe diyar bikin, hem jî demokratîkbûna wan pêk nayê. Di navbera siyaset-azadî-demokrasiyê de girêdaneke ku ji hev qut nabe heye. Ger yek ji wan nebe, yên din jî nabin. Di vê rewşê de partiyên sosyalîst encex wekî prototîpa civaka siyasî, azad û demokratîk ve nasname qezenc bikin. Bi giştî desthiladarî bi taybetî jî modelên desthiladariya dewletê nikarin ji bo xwe wek mînak bigrin. Tevî ku hebûnên desthiladarî û dewletê cuda ne jî, di esas de yekdestiyên mêtîngerî û hêza lêhûrbûyî ya herî jorîne. Dibe ku unsurên rêvebirina karên civakê radike, lê ev unsur rolekî ji rêzê dileyîzin. Rola diyarker rewakirina yekdestiyên mêtîngerî, hêz û şidetê ye.

Ev hemû rastî têra xwe îspat dike ku partiyeke sosyalîst çima nikare li ser bingehê armancên dewletî û desthildariyê ve xwe înşa bike. Ji ber wê jî ji derveyî demokrasiyê nikare xwe bi ti rêyên cuda ava bike.

d-Partiyên sosyalîst tevî ku damezrînerên modernin erkdarin ku li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya alternatîf pêş bixin. Modernîte ne ferhengeke notr ya bê bandore. Ferhengeke ku bingehên xwe yên tebeqî, siyasî û îdeolojîk hene. Modernîteya serwer, tevî ku xwedî taybetmendiyeke kapîtalîste tîpên cuda ên modernîtê jî hene. Modernîteya demokratîk, destpêka van hemiyan tê. Modernîte, îfadeya serdemên civakî ye. Her serdemeke modernîteyê, li gorê xwe xweserî û avahiyeke xwe ya îdeolojîk, siyasî, ekonomîk, teknîkî û îlmî heye. Serdemên destpêkê, yên navîn û serdemên nêz hene. Her yek ji wan li gorê xwe modernîteyekê temsîl dike. Her wiha her modernîteyek li gorê xwe şeklên xwe yên sinifî, teknîkî, îdeolojîk, siyasî û ekonomîk ên cuda hene. Her yek ji wan li gorê pergala hakîm karekter digre. Di serdema me de ango di şert û mercên jiyana me ya modern de, ji destpêkê heya niha tevî ku daneheva kapîtalîst mora xwe lê daye,lê em nikarin vê serdemê bi giştî malê kapîtalîzmê bikin. Heger sosyalîzma reel a pêkhatî bi kapîtalîzmê bi encam neba, bi xwe jî dikaribû mora xwe li modernîteyê bida. Ji xwe heya demeke dirêj wiha hate famkirin. Ji ber wê ye ku heya partiyên sosyalîst hîmên diyarker ên modernîteyê ango heya tarzê daneheva kapîtalîst, yê dewleta-netewe û endustriyalîzmê derbas nekin, heya ku bi wan re têkoşîn nedin meşandin nikarin mora xwe li modernîteyê bidin. Ji ber ku sosyalîzma reel bi hîmên kapîtalîzmê re têkoşîn neda û dijberî wê her jêre astar dirût, bi kapîtalîzmê ve bi encam bû. Partiyên sosyalîst ancax heger hîmên xwe yên modernîtê yên mîna; netewa demokratîk, ekolojîk, endustrî û ekonomiya bazarên sosyalîst pêş bixin, wê karibin modernîteya kapîtalîst derbas bikin û rola sereke bi modernîteyên xwe ve qezenc bikin.

Nabe ku PKK tenê bi derbaskirina dewletbûna netewe ve xwe têr bike. Dikare xwe mîna prototîpa hîmên modernîteya demokratîk înşa bike û rola pêşengiyê bileyîze. Înşakirina civaka Kurd li ser esasê neteweya demokratîk, erka sereke ya PKK’ê ya serdema nasnameya nû ye. Ji bo karibe vê erka xwe bi ser bixe destpêkê divê weke alternatîfa hîmên modernîteya kapîtalîst xwe ava bike. Di navbera xwebûyîn û bûna prototîpa modernîteya demokratîk ferqeke girîng heye. Heya ku PKK nebe prototîpa modernîteya demokratîk zehmete ku karibe civakbûna xwe ava bike û rola pêşengiyê bileyîze. Ji xwe partî ji bo vê zorahiyê bi ser bixin hene. Vê zorahiyê jî encax bi avakirina naverokeke pêşeng ve derbas bikin. Di navbera hîmên modernîteyê de di qada îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û di her qadê de têkoşîneke dijwar heye. Wê kîjan modernîte rola serkêşiyê bileyîze encama têkoşîna di navbera wan de wê diyar bike. Partî hêzên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Di Marksîzmê de ji ber ku têkoşîn bi giranî di warê ekonomîk de dihate meşandin, encam neda. Ji ber wê bawer dikir ku heger ew mîna modernîteyê, heta heger mîna hîmên modernîteya kapîtalîzmê bijî wê karibe komunîzmê ava bike. Lê ya encam girt têkoşîna kapîtalîzmê bû. Ji ber vê sedema bingehîn pêdivî bi modernîteya demokratîk heye. Heger em bi hemû hîmên modernîteya kapîtalîst re têkoşîneke alternatîf nedin emê nikaribin bi serbixin û bighên encama pêwîst. Lê nabe ku partî tenê bi têkoşîna teorîk ve xwe bes bibînin. Tevî tekoşîna teorîk pêşxistina amûrên pratîkî, ango pêşxistina neteweya demokratîk, ekolojîk, teknîkên endustriyel û bi avakirina diyardeya bazara sosyalîst ve, wê karibin li hemberî unsurên modernîteya kapîtalîst bi serkeftî bin.

Di nasnameya PKK’ê ya nûbûyî de wekî berê ne agahiyên parçebûyî, divê bi awayek bitûnî teoriya modernîteya kapîtalîst bi rengek saxlem tehlîl bikin û paradîgmaya nû ya teoriya xwe ya modernîteya demokratîk pêşbixin. Li gel vê tevî bingehên dîrokî yên modernîteya demokratîk, diyarkirina unsurên roja me ya îro jî girîng. Ji bo ku ev unsur jî bi serkeftîbin pêşxistina bername, stratejî û taktîkên van unsuran jî erka hêzên pêşeng ên vê partiyê ne.

c- Her çiqasî bûna hêza pêşeng modelên partiya klasîk bîne bîra mirov jî, lê di navbera wan de ferqeke cewherîn heye. Hêza pêşeng a nû prototîpa civaka demokratîke. Ev modela pêşîn a civaka neteweya demokratîk ava dike. Stratejiya wê hîmên modernîteya demokratîk ji bo xwe wek bingeh digre. Bername di warê rêgezî de diyar dike ka wê çawa heman hîm bêne înşakirin. Taktîk jî diyar dike ka wê di bingehê stratejiya rêgezên programatîk de bi kîjan amûra hêzê û bi çi şêweyî têbikoşe vê jiyanî dike. Dema ku bername, hedefên polîtîk, ekonomîk, sosyal, çandî, dîplomatîk, parastina cewherîn bi rengekî ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk re guncaw be diyar dike, stratejiya wê jî ji pêşde dibîne ka wê ev hedef bi kîjan bingeh û hêzên textîkî ve pêkwerin. Ekonomiya ku li derdor neteweya demkratîk, endustriya ekolojîk û bajara sosyal ve kom dibe unsurên stratejîk ên esasî ne. Unsur, ango hîmên bingehîn ên textîkî jî hedefên bingehîn û hîmên stratejîk jiyanî û pratîkî dikin. Ji bo ev jî bi rengek şênber bêne înşakirin, rêxistin û rêbazên têkoşînê yên pêwîst têne diyarkirin.

Dema rêxistin û têkoşîn dibin mijara gotinê, pirsgirêka kadro derdikeve pêş. Di civaka modern de pêşeng û kadro girîngiya xwe winda nakin. Dijberî wê ji ber ku înşakirina civakê gelek berfirehe, rola wan girîngiyeke mezintir qezenc dike. Di vir de ya girîng ewe ka kîjan perspektîf ji bo xwe esas girtine. Heger nikaribin cîhana modernîteya kapîtalîst derbas bikin wê pêşeng û kadroyên partiyê zû yan jî dereng veguherin unsurên mêtîngerî û îktîdarê yên kapîtalîst. Heger di unsurên modernîteya demokratîk de bi israr tevbigerin wê li gorê wê şekil bigrin. Ji ber wê jî avakirina kadro û rêberên demokratîk, pêdiviya nasnameya nû ya PKK ye.

Erka PKK’ê ya sereke ya serdema nû, ji serdemên berê cuda ye. Bi bandoriya îdeolojîk a dema grûbê, bi bandoriya polîtîk ya dema şer û çalakiyê jî, wê nasnameya Kurdên qezenckirî û azweriya jiyana azad veguhere înşakirina neteweya demokratîk û rasteqîn bibe. Herdû pêvajoyên destpêkê ji bo înşakirina neteweya demokratîk gelek nirx komkir. Lê înşaya neteweya demokratîk hê jî wek erkekê li pêşiya PKK’ê ye. Ji ber wê jî bitunbûna bername, stratejî û taktîka dema nû bi pêkanîna vê înşayê ve erkdare. Wê ev mijar di pergala KCK’ê de bi hemû ziraviyên wê bêne jiyanîkirin. Têkiliya PKK’ê ya bi KCK’ê re di vir de girîngî qezenc dike. Erkên ku divê di berfirehiya KCK’ê de pêk werin, hêza PKK’ê ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ji bo vê bese ku ev erk bicîh bên.

d- Kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê mîna ku me li jor jî da îfadekir, bi rexnekirina pergala sosyalîzma ilmî û sosyalîzma reel ve bi hêz bûye. Li şûna nêzikatiya doxmatîk nêzikatiyeke lêpirsînî ya herdemî datîne holê. Di hizirîna diyalektîkî û derbasbûna çalakiyê de pêşketin heye. Nirxandina yê şênber û avakirina veguherînin pêwîst li gorê berê pêşketîtire, ev jî hêzê bi jiyana azad dide qezenckirin. Mesafeya di navbera îdeolojî û sosyolojî de kurtir bûye. Ferqa di navbera sosyolojî û sosyalîzma ilmî de jî kêm bûye. Dayîn û stendina di navbera hizra sosyalîst ya ilmî, îdeolojîk û sosyolojîk de bitunbûn qezenc kiriye û her diçe zêdetir veduguhere ilmeke civakî ya nû. Di vê mijarê de PKK di serê partiyên pêşeng ên bi biryar de tê. Hêza sereke ya vê partiya sosyalîst di nêzbûna wê ya ji ilmê civakî re ye. Di kapasîteya wê ya îdeolojîk û sosyolojîk de para wê ya ilmî çiqas pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî bi qasî wê pêşketin çêdibe. Asta PKK’ê ya polîtîk jî li gorê berê di serdema nû de pir pêşketiye. Ji ber ku PKK kapasîteya xwe ya polîtîk bi danehev û ezmûnan ve qezenckiriye, di vî alî de yek ji partiyên kêm ên cîhanê ye. Bi ruxmê dorpêçkirina hegemonîk a modernîteya kapîtalîst, lê nekarîn PKK’ê tesfiye bikin. Ev jî hêla ku hêz û tecrûbeya polîtîk pê bide qezenckirin. Polîtîkbûna di civaka Kurd de bi polîtîkbûna di nava PKK’ê de di nava hev de û li ser bingehê bi hêzkirina hevdû çêbûye. Yanî em dikarin bêjin ku hem gelê Kurd hem jî PKK di dîroka xwe de dema xwe ya herî polîtîk dijî. Polîtîkaya hundurîn û derve ya PKK’ê bi naverokeke pola ve tê jiyîn. Asta polîtîk a tê jiyîn di rewşeke wiha de ye ku têkiliya xwe hem bi rastiya dîrokî, hem jî bi rojeva gerdûnî ve avakiriye. Her wiha girêdana di navbera polîtîka û exlaq de jî bi rengek saxlem hatiye avakirin. Civaka exlaqî û polîtîk hundurînbûnê esas digre. Di bingehê polîtîkaya wê de bi qasî endambûna îdeolojîk, sosyolojîk û ilmî endamiya exlaqî û etîk jî pir girînge. Li gel vê jî girêdana xwe ya bi polîtîka, ango girêdana xwe ya bi hunerbûnê ve îhmal nake. Polîtîka ne tenê di warê îdeolojîk û exlaqî de, di warê hunerî de jî hebûn û wate pê dide qezenc kirin. Ji polîtîkayeke zuha xwe gihandiye polîtîkayeke dewlemend a ku wê dighîne heqîqeta jiyanê.

Di PKK’ê de di warê rêxistinî de tevî ku pirsgirêka kadro ya hejmar nîne, di hemû serdeman de pirsgirêka bingehîn çavkaniya xwe ji ne kolektîvbûnê digre. Ne rolên şexsî ne jî hêza kolektîvîzmê wekî tê xwestin nayê pêkanîn. Ji ber wê jî divê hemû kadro bi zanebûna ku rêxistinbûn ji kadroyên bi însiyatîf pêk tê xwe rast avabikin û ruhê kolektîvîzmê esas bigrin.

Kategori: Reber APO