Tirkî  |  Erebî

REBER APO SIBAT

Sextekariya dewleta Yewnan di vê leyistikê de jî serkeftî bû. Di rastî de demokrasiya gelê Yewnan her tim bi vê sextekartiyê ve hat xapandin û bûye sedema trajediyên pir mezin, pêwîst dikir ku ez di vê çarçovê de nêz bûbame. Bi pakbûyîna zarokekî bawerkirina min a bi dostaniya wan re bandoriya xwe ji vî helwesta min girt. Di vir de xuya dike ku qomplo di şexsê min de tenê ne ji bo Kurda, li hember Tirkan jî pêk hatiye. Şewazê radest kirinê û mebesta hêzên ku di vê leyîstikê de rol leyistine ji bo ku teror çareser bibe, an jî bibin çareser, lê çareser nekirine, berovajî bûne sedema pirsgirêkeke ku bi sedan sal qed naye çareser kirin. Dixwestin vê fersendê heya dawî bî kar bînin. Berovajiya vê fikrandin ne mimkûne. Ger wan xwestiba dikaribûn bûbana hêza çareseriyê, lê belê her tişt ber bi xirabûyînê ve birin. Hiqûq, bi serê xwe ne rasteqîniyek e. Dîroka bingehîn a civak û asta siyasî, exlaqî ya dewletekî diteyisîne. “Qewitandin” lêkereke dijminî ye. Di vê rewşê de, pêwîst e bi peyitîne ku ez dijminekî komara Helenim. Her wekî ku hatiye peyitandin encam ji darvekirinê hezar car xirabtir e, bêgav e ku eşkere bike ka vê çalakiya “qewitandinê” disipêre kijan pîvanên hiqûqî yên weke cezayê herî giran. Çalakiyeke wisa ye ku, rê xwe ji şewitandin, kuştin û girtina bi sedan kesan re vekiriye. Bi paşçavkirina van rastiyan, darizandin tu car nikare bi dadwerî bê çêkirin. Tewanbarkirineke di bingehê “xirabkirina aştiya di navbera dost û hevgirtiyan de” ku razber e, dikare bi hêsanî bê ragihandin ku, ji binyadê pêmen e. Bûyera ku di vir de dixwazim vebêjim, çi eleqeya xwe di puxteyê de bi wî teşeyê ku dozger dixwaze vebêje re tune. Qet pêwîstî nîne ku  gotinên xwe bi teşeyî bipeyitîne. A diyarker puxte ye. Ew jî di ciherengiya naverokeke de ye. Hema dixwazim mînaka Îtalyayê bidim. Ji Atînayê betîr bi têketineke bêhay û têkilî çûme Îtalyayê. Lê Serokomarê dewleta Îtalyayê dît ku, wêrekî û karbidestiya wan a “qewitandinê” nîne, ya herî zêde dane çêkirin, li cihekî di statûya nexweşxanê de, bi deh rojan binçavkirinê bersiveke hiqûqî dan. Heman demê Ewropa û dewleta Helen ku bi krîterên hiqûqa netewî ve girêdayî ye, ji vê zêdetir ne xwedî karbidestiyê bû. A herî hindik ku dikarî bikira, ji ber têketina bêdestûr girtina min bû. Di vê rewşê de, qaşo ew gef xwarina Tirkiyeyê ku pir jê dihate tirsandin wateyeke xwe nedima. Her wekî ku ez nehatime girtin, “soza rûmetê” ya komara Helen hatiye dayîn û ber bi nêvengeke “bêtir bi ewle” ve hatime rêkirin. Gelek dane û nasdar hene ku dikarin vê bipeyitînin. Her wekî ku rastî ev e, dozger qet bala xwe neda vê, ev yek qasî ku dide hizirandinê, ewqas jî eşkere ye ku veşartina tewanekî giran ê mirovatiyê armanc dike. Heke hiqûq; tevahîtiya rêpîvanên bingehin ên ku dewletê jî girêdide be, yê ku li ser navê wê tev digere jî girêdide. Ji bo berjewendiyên pîroz ên dewleta xwe, em bi kirina her tiştî ve peywirdar in” em berdin di dewleteke hiqûqî nûjen de derbasdarbûna wê, ew e ku di hundirê kevneşopî û hiqûqa eşîrî ya kêm de jî, jê re cih tune. Di hemû dîroka mirovayetiyê de ne xwesipartina dewletekî, xwesipartina çadireke Bedewî jî, ger li ser mêvan gef xwarinek hebe, em dev ji qewitandinê berdin, hetanî mirinê parastin rêpîvan e. Wekî din jî komara Helen endamê NATO û YE’yê ye. Bi DYA’yê re têkiliyên xwe yên dumendî ên hêzdar hene. Gelê xwe yê birûmet jî heye. Di rûyê min de ku welat bikeve metirsiyekî, di bin roniya van rastîyan de ne objektîf e. Dikaribûn bi mehan min biveşartana. Dikaribûn bibûyana alîkar û maweyekî guncav dabana û ji bo çûyîna welatekî sêyemîn ango welatê ji min re bibana alîkar. Ger qet tiştek nekin dikaribûn ez bigirtama. Tê wê wateyê ku “qewitandina” ku tê sipartin hereşeyê, ew nirxandineke bêberpirsiyar e ku eleqeya xwe ne bi hiqûq, ne bi siyaset û ne jî bi exlaqê heye. Rûpoşa tewişandina rastiyê ye. Mercên ku bûyer bi objektîfî û subjektîfî pêk hatine; ji aliyê girêdanên biratî ku di navbera gelên me de divê bi ruh bê parastin, pêdivî heye ku bi kûrahî bê destgirtin. Li vir ê parastina xwe û rayedarên dewleta Helen xistina rewşa zor wêdetir, ji bo pêşxistina dostaniya sexlem di navbera gelên me de, ji her tiştê bêtir kişandina baldêriyê, girîngiyê hildigire. Ezê nekevim kitekitan, lê ez nikarim xwe jê bidim girtin ku, bi hindek mînakên dîrokî berawird bikim. Saînt Paul ku ji Damascusê dertê, demeke dirêj li bajarên Helen bangawaziyên pîroz teşene dike, gava duyemîn diavêje Romayê û li wê derê tê qetilkirin, di dîroka Ewropayê de girîngiyeke mezin hildigire. Çîroka Sokrates bêtir trajîke û bûyereke ya Atînayî ye. A ku herî balkêş e; di mîtolojiya Helenê de, xwedawenda Atînayê ya berevaniyê Athena ku dilêrê Troya Hektor, xwe di şibîne birayê wî Deîphopos û ew ber bi pevçûneke ku dê ew bibe mirinê ve berpêş dike û dide xapandin. Mebesteke min mînanî Atînaya ku bajarekî girîng ê dîroka şaristaniyê ye, rêş bikim nîn e. Lê tiştên ku diqewimin, ji ber ku bibîrxistineke dîrokî di nava xwe de peyda dikin, babetekî balkêş e. Ev rasteqînek e ku, bangawazî û têkiliyên dostaniyê yên Athena ango Atînayê neba, dê me bi dost û gelên xwe re, heta bi dijberên xwe re vê trajediyê nejiyaba. Hilkeftina min a Atînayê û encamên wê bi aliyên teng û teknîk ve hildana dest, dê bibe helwesta ku qet nayê bexşandin. Dê li hember ji Sokrates, ji Solon, heta ji Perîkles vir ve, ew hişmendiya tê birêvebirin, rûmeta mirovî û puxteya demokrasiyê bibe bêrêzdari. Ji kû derê tê nihêrtin bila bê nihêrtin, helwesta li dijî min, aliyê xwe yê dîrokî heye û divê em vê rast biselimînin. Ger mezinahiya Atînayê hebe, guman tê de nîn e ku, ew bi selmînereke rast ve girêdayî ye. Ew tiştên ku rayedarên Damascus, Moskova û Romayê nekirin, çima olîgarşiyeke li Atînayê di şêwaza komployê de çêkir? Bingehîn peywirê darêzgeriyê divê bibe rast bersivandina vê pirsê. Nexwe dê çi cewaziya me nemîne ji gotina “Sokrates, xwedayên nû ê xistiye mejiyê Atînayî, divê bê kuştin." Mirina min di destên Tirkiyeyê de tam polîtîkayeke “kuçikan berdana hev” e û dê sazbariyeke têkûz qezenc bike. Kuçik çiqas hev û dî biderbînin, di encamê de, dê polîtîkaya wî bibe ya qezenckirî. Ev nêzîkatî eşkere datîne holê ku, desteka ku hatiye dayîn, bi temamî bi armanca berjewendiyên taktîk bûye. Raber dibe ku, çi aliyê mirovanî yê herî piçûcik jî tê de peyda nîn e. Hemû hesab li ser ger ku ez bikevim nava berxwedêriyeke kor û bimirim hatine çêkirin. Li ser mirina min ku roj hatine jimartin, di rojnameyên Atînayê de jî derketin. Ji ber ku kesaniya min ji nêzîkatiya miliyetgerî dûr e, ji şîdeta kor re ne vekirî ye, hesabên ku pêşiya miliyetgeriya Kurd a hoveber heta bixwazin dê vebikin û bi pirsgirêka Kurd bileyizin, di vê de bûye diyarker. Roja ku ez hatime radestkirin, tê zanîn ku hinek serokên miliyetgeriya Kurd hatibûn Atînayê. Hemû hesab di bingehê ku komplo û xiyanet bi mirina min ve dumahîk bibe, hatine birêvebirin. Em dev ji aliyê hiqûqî berdin, eşkere ye ku çi aliyê mirovanî di vê nêzîkatiyê de nehatiye pêşçavkirin.  Weke dumahîk, di dîroka mirovayetî û dostaniya gelên me de, ev bûyera komployê weke lekeyekî tarî peyda dibe.

Ez bi xwe vê yekê weke pirsgirêka tolwergirtinê nirxandinê ji rewişta xwe re guncav nabînim. Ji bo dostanî û aştiyê di berdewamkirina rola pirê de biryarmend im. Têkiliyên Tirk û Helen bi vê lîstoka ku li ser min hatiye gerandin, bi taybet bi xwesteka DYA’yê durûstkirinê re zêde bawerî nabe. Dostaniyên mayînde tenê dikarin bi piştgiriya demokratik a gelan bêne avakirin. A ku ez jî dikarim bikim, êdî di tevahî dirêjahiya dîrokê de, ji azîneyên polîtîk ên hêzen şaristaniya bixwîn bi teşeyekî rehdar jê qutbûn, li ser bingehê têkoşîna siyasî, têkoşina demokratîkbûna gelên me dana rûniştandin û serkeftinê dana qezenckirin e. Ez ji vê bikûranî bawer dikim ku, nêvengeke lihevhatin û aştiya demokratîk a rehdar, ku em di têkiliyên Kurd û Tirkan de pêk bînin; dê bibe hêza pêkhêner û ewlekariya herî hêzdar ji bo dostanî û aştiya gelê cîhanê ê ku ev bi sed salin hêviya wa kûr e.

Cihê ku cara yekê ez li çarmixê kirim, peytext Atîna ye. Atîna, bi ruhekî tirsonek û çandeke paşverû, xwest ku êşa windakirina desthilatiya xwe ya sê hezar salan li ser Anatolyayê derxe; bendewariya serfiraziyeke erzan û bêrêgez a li hemberî Tirktiya Anatolya ji min hatî kirin. Dema ku fêhm kirin ev yek ne gengaz e, weke ku xwediyê min ew in, ji bedêla hinek tawîzan li Kıbrıs û Ege weke pakêta diyariyê yan jî miheke qurbanî xayîntiya pêşkêşkirina ji hikûmeta Tirk re ketîtiya ku di dîrokê de wekî wê nehatiye dîtin û bêşereftiya ku di tu kitêban de cihê wê nîne daye nîşandan; wekî endamê YA, li hemberî PMMA sûcê hiqûqê kiriye. Bêyî ku tu mehne (bahane)ya dijber li darîçav were dayin, bêexlaqiya di vê bûyerê de û sûcê li hember hiqûqê misoger e. Ger ku hewce bike, bi gelek şahîdan re ev yek dikare were îspatkirin. Nivîskarê Yewnanî Kazancakis, romana “Ji Nû Ve Çarmixkirina Îsa” ji zû de nivîsandiye. Lê ya min rewşa min ne takekesî ye. Çalekiya çarmixê li ser milyonan Kurdê vîna wan azad û bi mirinî girêdayî serokatiya xwe hatiye kirin. Di be ku Yewnanî ji Zeus û virde xwe pir qurnaz bihesibîn. Xwedawend Athena ya keça Zeus a ku ji enya xwe çêkiriye, bi hîle dikare xwe bixe dewsa Deîphobosê brayê Hektorê ji Troyayê û bavêje nav şerê agir tasfiye bike. Wê çaxê dikare deryê Anatolya veke. Ev rastî di mîtolojiyê de derbas dibe. Lê di sedsala 2 hezaran re mabû salek, dema ku di sedsala 20. de dijîm xistim vê xefkê. Ger ku wan bi xwe ez bikuştama, komplo be jî rengê qezayê dabanê û ev pêk bianiyana min xem nedixwar. Weke pêwîstiya çanda wan wî bibuwa û biqediya. Lê bi usula weke diyarî paketkirina ku di tu kitêbên insanetiyê de û di tu rêgezên exlaqî de cihê wê nîne, di nav êşên nêzî 30 hezar şehîdan û hesirê dayikên şehîdan de, di demeke herî krîtîk ku ez hîç ne hazir bûm û hîn hêvîya wan î tiştna ji min hebû, çawa diwêrê min radestî tîmên şerê taybet bike? Li pişt wan serokwezîrê DYA Clînton hebûye, wî emir daye.(Şewirmendê wî yê taybet Blindkend ev di çapemeniyê fermî daxuya) Hikûmeta Yewnan jî bi leystoka dostaniyê ev pêk aniye.

Clinton wê donemê di bin pencik(kıskac)a darizandina hetîketi(skandal)ya Monika ya senato de ye. Jina wî Hilery û xwoşewîsta wî Monika, her du jî du jinên bi eslê xwe Cihû ne ji berê de amadekirine û xistine hindurê qesra sipî. Cihû dibejin ku ev huner xwedê daye me. Weke behsa Îbraniya ya ku di tewradê de derbas dibe, dema ku weke yekemîn sixura jin bi pesindarî behsa fahîşe Rahap tê kirin, Clinton, weke nûnerê dawî yê zilamê sipî ku ji çanda kowboyê û nêçîrvaniya çermesoran dike hedê xwe nizanê ye. Tenê ji bo ku ji hetîketiya ku bi Monika re ketiyê xwe erzan xelas bike, pêk anîna vîna radestkirina min a ku MOSSAD’ê şert kiribû, nedibû erka hikûmeta Yewnan. Ji bo piştgiriya serokê DYA yê mezin hertişt hate kirin. Yan wekî din bêexlaqî û dervî hiqûqiya vê komployê ne didan berçav.

Îsraîl, ji bo ku di ser Tirkiye de dengeya stratejîk ava bike ne dibû xwedî heqê ku min bike qurbanî. Yê ku cara yekemîn qurbankirina mirovan rakiriye jî pêşiyê me Hz. Îbrahîm pêxember e. Tenê ji bo bîranîn û rêzdariya ola wî jî bana, diviya bû ku MOSSAD neketana vê çalekiya qurbaniyê. Divê ji bo mezinahiyê sînorekî exlaqî hebe. Hîç neba jî diviyabû hikûmeta Yewnan nebûba amûrê vê leystika qirêj. Bi van leystikê zirav yê ku li ser Tirkiye dileyizin û li hev dikin wan bi xwe jî ji akilmendiya vê bawer nedikir disa jî, diviyabû ku Kurdekî weke min weke bomba atomê ya zindî bikar neanîbana. Diviya ku hesab bikira wê rojekê hişê Kurd jî werê serê wî û tolahildana xwe birêxistin bike. Ji hezarî yek be jî divaba ev îhtîmal hatiba hesabkirin. Ev sûcê ku li Navenda Xirîstiyaniya Ortadoks di her alî de ji nû ve çarmixkirina rihê Îsa Mesîh divaba evqasî erzan nehata kirin. Divaba nebûba muştaq(turev)ê Yahuda Îskarîot ê hemdem. Ya hîn xerabtir, bi van daxuyaniyên sexte bi vê bêexlaqî tirsnak sûcdarî nehata sergirtin. Ez zêde dirêjnakim. Wateya mîxê destpêkê li çarmixa min yan jî tabûta min a ku li Atîna hatî amadekirin hatiye xistin ya însanî û dîrokî di vê çarçovê de ye. Heger dirust nêzîkbûn bê esasgirtin, rexê wê yî siyasî û hiqûqî divê bênin ber çav.

Bizmarê duyemîn li Moskovayê hate lêxistin. Ez hîç ji vê şaş nemam û aciz nebûm. Gilîkirinê jî zêde bi mane nabînim. Min îhtîmal neda ku qaygiyên Rus û Hikûmeta wan î ku bi şiklekî herî xerab bi xemsarî nêzî nirxê xwe yî herî bavçê (soylu) dibin, yên însanî û exlaqî hebin. Rusan di vê donemê de zêde zêde îspat kirine ku nirxekî ji bo pera feda nekin nîne. Weke endamê Konseya Ewrûpa Rusya, girêdayî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpa ye. Her wekî din bi piştguh kirina xwesteka min a îltîcaya siyasî ku Duma ya di cihê parlemento de bi 298 rayên li himber yek rayê hate qebûlkirin, bi zorê avêtina min a ji Rusya dervî hiqûqê ye. Ev jî YA û PMMA elaqedar dike.

Bizmarê siyemîn jî li peytexta Awrûpa ya pîroz Roma li ber çavê papa hate kutandin. Her çiqasî di destpêkê de mirovê mezin Aziz Paol xirîstiyanê ku cara yekê li Romayê hatibe kuştin jî, divabû pêvajoyeke ji mirinê xerabtir ji bo min nehata inyatkirin(dayatma). Awrûpa û Roma di wê îdeayê de ne ku nûnertiya şaristaniya hemdem dikin. Ji 2000’an re salek mabû Roma divabû tişta ku li Saint Paul kir cara diduwa neceribandibana. Eynî weke wî ez jî ji Şamê dihatim. Ez î bi qasî ku zimanê min zîvirî hinek rastiyên li ser şaristaniyê bêjim. Ji bo çi hatin rewşeke ku ewqas qebûl nakin? 66 rojan weke ku di qefeseke hesinî de bigirin, li her aliyên min polisê weke pola danîn û bi xedarî nêzî min bûn. Min ê hebûn û azadîxwaziya gelekî dîrokê yê herî kevn ku mafê mirovatiyê jê re nehatî naskirin, hîna navê xwe jî nedaye qebûlkirin bianiye ser zimên. Vekiriye ku ev daxwaza demokratîk û heq li gorî nirxê Ewrûpa yên hiqûqî û siyasî ye. Ji vî heqî re hîç rêz nehate girtin. Ji bo ku ez bêm revandin her tişt hate kirin. Ji bo çarmixkirinê hemû fonksiyonên psîkolojîk hatin bicihanîn û ez hatim postakirin. Divê PMMA li ser vî aliyê rastiyê bisekine, hesap were pirsîn çima li Romaya ku teşe û giyan daye YA’yê rewşeke wiha pêşket û tişta hewce werêne ber çav.

Revandina min a peytexta Kenya bi temamî bi şirîkatiya vîna Awrûpa û DYA’yê pêk hatiye. Rola herî adî jî bi zaroka xwe ya mizir Hikûmeta Yewnanê dan leyistandin. Çîroka vê dirêj e. Min qismen behsê kir. Pêwîst bike ezê vê rastiya revandin û radestkirina li Sefîri(elçilik)yên Kenyayê bi devkî jî dirêj dirêj û peyitandî li PMMAyê bêjim. Yek ji îşê komployê yê herî qirêj jî erka barkirina tabût, çarmix û pakêtê, kişandina ben a ku bi dest yamyamên Afrîka yên ji Kenya ku baş hatine terbiye kirin hatî pêkanîn e. Qaşo Awrûpa pir û pak bû, sûc jî Kenya kir! Xuyaye ku, Awrûpa di qirkirina gelan de baş tecrûbe qezenc kiriye. Di vê derê de jî rola celadê siyasî yê sivik leyîstiye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan dipelikîne(çekinmek), hinekî jî ev taktîk xistiye dewrê. Yanî li Awrûpa karê qirêj qet nabe; bibe bibe jî di navbera yemyaman de dibe.

Li Kenya rola DYA’yê vekiriye. Jixwe serokê DYA’yê li rola xwe, yanî emrê radestkirinê xwedî derketiye. Li gorî min teqez e ku îstîxbarata Yewnan û CIA vê leyistikê ne ji eşqa Tirkiye re leyîstine. Şika nakim ku weke armanceke stratejîk dipejirênin ku mirina min ji destê Tirkan be. Bawer dikim ku nêzîkatiya Îngilîzan jî ev e. Li gorî min qismen weke berxwedêrekî qebe dijminatiya Tirkan nekirina min, qismen jî nêzîkatiya Serkantiya Giştî ya Tirk a îhtîyadî, pêşiya teqîna bomba ku ji vê leyistikê hêvî dikirin ku di şexsê min de bibe malî jiyana dehhezaran girt. Pêşî hat girtin ku sedsala 21. bibe weke sedsala pevçûna Kurd û Tirk. Eşkereye ku, ev leyistika ku di bin maskeya dostaniyê de him li Tirkan him li Kurdan tê kirin, komploya ji lîstikên Bîzansê yên ku di dîrokê de weke wan ne hatiye dîtin hîn xerabtir herî bêzirav û bêşeref e. Ez di wê baweriyê de me ku hewceye him Kurd him Tirk teqez vî aliyê komloyê bibînin.

Îsraîl, di radestkirina min û tecrîtkirina min a di raya dinyayê de rola diyarker leyîstiye. Derketina min a Rojhilata Navîn û di Tevgera Kurd de pêşxistina min a xeteke nû ji xwe re reqîb û talûke dîtiye. Wexta ku weke kevneşopî Tevgera Kurd tê gotin Îsraîl, hezên hevkarên Kurd yên Iraqê esas digire, hewl dide ku bi rêka wan hemû Kurdan di têkiliyên pir alî yên bi wan re bixe nav tevneke stratjîk de. Tevgerîna min a serbixwe û perçekirina min a vê tevnê, her wekî din timî tengkirina min a saha hevkaran û di saha Ereban de zêde mayina min, rê li ber vekir ku di derheqê min de di raya dinyayê de stratejiyê pêş bixin. Dibêjim qey ez ji Îsraîlê rewşekê ku ji Arafê hîn bêhtir neyê xwestin dixwazim. Van faktoran di ketina wan î îtifaqa stratejîk a bi Tirkiye re di derheqê min de rola bingehin leyîstine. Gumana min nîne ku ev stratejî aîdî rastê Îsraîl e li cem vê yekê, derneketiya holê ku ji milê xeta Şîmon Perez a ku nûnertiya çepê dike çiqasî tê pejirandin nayê pejirandin.

Îsraîl ji beriya 9’ê Cotmeha 1998’an de dest avêtiye min. Ji bombebarankirina 6’ê Gulan 1996’an xebera wî û piştgiriya wî heye. Mijareke hêjayî lêkolînê ye ku Yewnanîstan çiqasî weke taşeron hatî bikaranîn. Ji aliyê serok Primakov mişextina min a ji Moskova bi lobiya Îsraîl û Yahûdî re pêwendîdar e. Tê bîra min Ariyel Şaron bizat bixwe hatibû. Ya ku bi ser DYA de Îtalya ditepisand jî Îsraîl e. Li Londra, Awrûpa li pişt nîşandana tewrê zilamê nayê xwestin îhtimaleke mezine ku MOSSAD hebe. Ya ku zor da DYA ku di derheqê min de emrê radestkirinê bide jî rastiya Cihû ye. Ez hertim vê tewra Îsraîl dişibihênim tiştên ku di derketinê de anîne serê Musa belkî jî kuştina wî. Ez hertim dixwazim ku cihê gelê Cihû di Rojhilata Navîn a demokratîk de hebe. Dîsa min hertim heyrantî û rêz da hêza felsefe, huner û zanista Cihû. Wê her roj baştir fêhm bikin bi tişta ku li min kirin gelek zerarê didin xwe. Kurd bi dîtina rastiya bi vî şiklî wê hîn bêhtir şiyar bibin, wê îspat bikin ku bigihin hêza xwe, û edaletê bênin.

Kategori: Reber APO