Tirkî  |  Erebî

SEROKATI mayis 2018

Mirov bi armancên mezin di nava şerên dijwar de dimirin. Her kesek bi pîvanên cûda nav li merteba şahadetê, sifatên bilindkirinê lê dike. Di hemûyan de xisûsa bingehîn a derdikeve pêşiya me, sembola rasteqîn ya doza xwe ye. Bi hêzbûyîn û rasteqîniya armancên xwe, dibe qanitê wê yekê ku ji bo mirova tişta herî girîng canê wan e, lê di vê oxirê de dayîna can ew qasî ji wan re girîng e. Mertebeyên wan, ew pêvajoyên ku di nava vê tevgerê de zoriyên dijwar, ji bo demên daketin û serketinê bi serkeftine derbaskirin nîşandana keda mezin û ew keda ku dayiye nîşandan bi merheleyên ku tê de derbas dibin derdixîne holê. Gava mirov li dîrokê mêze dike; di dîrokê de hemû olên esîl de, baweriyan de, dîsa hemû derketinên girîng yên xasî mirovan de pêşengên wan bi navên qehreman ku wekî laîkin, yên ku di ewil de jî xwe îfadekirin jî şehîdên mezinin. Ger ku xwîna van qehremanan nebûya ev serkeftinên mezin jî nedihatin bi dest xistin. Ew yê ku cesareta ewil, fedakariya ewil a mezin nîşandane û her wiha paşê jî kesayêtiyên ku tevgerkirina gel mûmkûn kirine ne. Wateya xwe di vê derê de temam dike. Qasî ku bi armancên wan ve girêdayî mayîn girînge, ew qasî jî armancên wan pêkanîn pîroz e. Hemû tişt dide diyar kirin ku pêwîste em nirxên şehîdan bidin jiyan kirin. Di derbarê şehîdên me de wekî nirxandineke bi wate, qasî ew nirxên ku wan mîsogerkirine, ger em wan bikine hêza pêkanînê, em ê bikaribin bêjin em wan temsîl dikin. Ev şehîdên me yên azadiyê ne, bi jiyana wan a xas em ê karibin bi kijan dem û kîjan zemîna û rastiyan çawa derxistine holê em ê tesbît bikin, bi tenê tesbîtkirinê jî na, çawa wan weke heyî bixine jiyanê jî bi zanîna vê ve ji nêz ve girêdayî ye. Di nav PKK de mêrxasiyek heye. Di nav şer de şerbeta şahadetê hatiye vexwarin. Pêwîste em vê mîsoger fêm bikin. Xiyanet lê naye kirin. Me li hember dewleta Tirkî şerek da meşandin û em mafên xwe dixwazin. Ev mafê me ye û pêwîste em bigrin.

Wesiyetên wan hene. Nirxên wan yên watedar hene. Weke ku tê dîtin, li hember ferasetan me şerekî mezin da meşandin. Bi şêwazê pêşxistina kûrbûna polîtîk, tedbîrên rêxistinî û bi plansaziyên nû me têkoşîn da. Ji bo kesên ku dixwazin bi xeyal û hewldanên xwe şer bikin pêşketinên pir mezinin.

Destana azadî û afirînê, ji nû ve zayînê weke merc hûnê deynin pêşiya xwe. Ji xwe ev destan bi hezaran şehîd û bi nirxên berxwedanê hatiye nivîsandin. Ger artêşbûnek hebe yê herî bi bandor fermandarên kolektîfin. Li Roma’yê gladyator ji koleya dihat hilbijartin. Tenê ji bo ku were temaşe kirin bi şêran re dihat şer kirin. Fermandarê gladyatoran jî hîn bêhtir bê eman bûn. Hunera şer wisa ye; bi şêran re şer kirin!. Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş serokên ku di têkoşîna şoreşgerî a Tirkiyê de derketine ji bo min mîna xwedayên şerin. Wana bangewazî kir, ez heya niha jî li gor fermanên wan şer didim meşandin. Ji bo vê jî ji bîr nekin ku ez jî lekşerim.

Encamên ku van tiştan daye ava kirin hene. Dema em biçin plansaziyekê ango nîqaşeke mezin em ê vana hîm bigrin. Bingeheke mezin yê vê planê heye, sedemên wê jî hene, hewldanên wê yê ku ketine nav salan jî heye. Hûn dikarin li ser vê bingehê bibin leşker. Em dikarin we wisa erkdar bikin. Di sala 1890’an de dema Kemal Pîr talîmata yekemîn da hat bîra min. Hakî Karer û Kemal Pîr ne Kurd bûn, lê belê ji bo partîbûn û rêhevaltiyê zanisteke sosyalîst ya bi rêzê jî têrî dikir, ji ber ku em mirovên cidî bûn. Mînak; Kemal Pîr her tim bi rûmetî û şanaziya kesayetê fermandariyê ve girêdayî ma. Di girtîgehê de dema Ferhat Kurtayan, çaran çalakiya xwe ya şewitandinê pêk anîn Kemal Pîr bi xemgînî dibêje; “ Ev kar erka me bû. Bi vî şêwazî nebûba jî li hember pêwîste me ev kar ji Ferhat Kurtayan re ne hiştiba.” Piştî wê dest bi rojiya mirinê dike. Weke ku hûn jî dizanin, yê ku dawiya xwe bi qehrementiyeke mezin pêk tîne Kemal Pîr’e. Ev soza fermandar e, şanaziya fermandar e.

Bila di dara darazê de be, bila di zindanê de be yê ku mezin berxwe dan him peyam dan him jî ji me re wesiyet hiştin. Li ser vê bingehê em xebitîn û me we xiste yek. Milekî de me gerîla da destpê kirin, milekî de jî me ev her tim pêş xist. Nirxên pir mezin hene, bi deh hezaran şehîd, ax, bi sed hezaran berxwedêrên zindanê, ked û hêviya bi milyonan gel tê de ye. Di heman demê de sosyalîzma cîhanê û bîranîna têkoşîna bindestên dîrokê heye. Ez ji we re nabêjim destan binivîsînin, serkeftinên mezin qezenc bikin. Şahadetên weke Mazlum, Pîr, Mahîr, Denîz, Kaypakkaya hene. Bi deh hezaran şehîdên me yê binirx fermandarên me yê manevî hene. Nirxên ku wana vegotin kiriye fêm bikin.

Bi salan bi kom kirina caribandina, li hember zehmetiya berxwedanê û çareser kirinê em hatin vê astê. Gerîlayê demê yê PKK di vê çarçovê de dê teşe bigre. Fermandarê wê dê tam fermandar, leşkerê wê dê tam leşker bibe. Em hemû jî leşkerin, di rastî de em nikarin cûdahiyeke wisa bikin. Serokatî dil e, mejî ye; ez di hundirê we de me, hûn mil, çîp û govdeya minin. Em ewqas di nav hev de ne. Cûdahiyên ku tên kirin sexte ne, di rastî de em hev du temam dikin. Encam; em jiyan bikin jî bimrin jî em ê bi hev re bin. Ji ber ku mirin jî nîne em ê azad bijîn.

Che Guevera çû Bolîvya. Heya niha jî şanazî û rûmetiya herî mezin di Guevera de ye, him jî di şahadeta wî a di Bolîvya de ye. Ev naye biçûk xistin. Ev çeka berxwedanê di destê tevahî gelên cîhanê û gerîla de ye. Çawa ku qet ne bê wate ye, taca serkeftina gela ye.

Em ê li ser vê bingehê, vê bi Tirkî bidin qezenc kirin. Erkeke xweşik, balkêş û bi wate ye. Anadolu’yê bi gerîlayeke wisa silav kirin pir bi wate ye. Li ser bîranîna şer û çanda gelan sekna herî mezin ya ku em bidin raber kirin ev e. Hêza ti şerên taybet ji bo ku vê reş bike têrî nake. Mirin daîmî ye, lê belê meşa ku di rekeke wisa xweşik de tê kirin mirin bê wate ye. Ji bo vê pêwîste em ji ceribandinên xwe yê şer ders derbixin, hundirê xwe baş dahûrînin û di rastiya milîtanên heqîqî de têkevin rê. Li ser vê bingehê ez dibêjim; piştî ku her tişt hate kirin şahadet were, bi rastî jî bi xêr hatiye, na ger serkeftin hatibe rastî jî ew ala herî xweşik ya ku em bûne şahîdê wê ye. Mezinbûnên wisa layiqî xwe dîtin çiqas bi nirx e. Ji hezarî yek ihtîmal jî hebe jiyan û mirineke wisa, serkeftina şer bi vî şêwazî silav kirin çiqas bi nirx e. Di bin rejîma ku ruhê mirova zuha dikê de bûyîna gerîlayeke wisa çiqas bi şanaz e. Tiştên ku di gel de hatiye winda kirin cardin qezenc kirina wan çiqas bi wate ye.

Di vê wateyê de ev şerê ku di ciwantiya me de destpê kiriye û heya niha jî em didomînin çalakiyeke pir bi rêz e, bin neketî ye. Ji ya her demî bêhtir bûyîna xwediyê serkeftina nêz, ya herî binirx e û ya ku herî zêde li we tê ev e.

Bi kûrtasî di me de, di xeta Şehîdan de jiyan û mirin bûye yêk ango cûdahiya wan jê çû ye. Şêwazê xebatê Serokatî, cûdahiya di navbera mirin û jiyanê de rakirin e. Şehîdên PKK’ê vê pozber dike. Jiyaneke ji mirinê dûr nîne, di mirinê de jî jiyan xilas nabe. Taybetmendiyê ku jiyan xilas nabe heye. Ev pir giring e. Di xebatên ramyarî, leşkertî û rêxistinî de bêguman di her xebatan de ferqa ku di navbera mirin û jiyanê de ye ji holê rakin, lê weke ku mirov ti carî nemirê jî jiyan kirin, lê her tim bi mirinê re rûbirû mayîn û jiyanê esas girtin were çêkirin, ew dem tê wateya ku di xeta Şehîdan de tê jiyan kirin. Ev xebatana bi vî awayî di meşe. Ev jî tekiliya xwe bi şewazê serkeftina PKK’ê re heye. Ez di bêjim fêmbikin, ev roja Şehîdan ji bo we fersendeke pir mezine. Ji av û hewa ya ku hûn dikşînin hundirê xwe zêdetir, pêwîstiya we bi jiyaneke wisa he ye.

Hêvîdarim ku hûn fêm dikin. Ger ku hûn fêm bikin ev ji bo we perspektifên jiyana rast, şerê serkeftî û meşeke sexlem e.

Kategori: Reber APO