Tirkî  |  Erebî

sehit devrim amed biwe serbilindim 

Rojnivîsa şehîd Devrîm Medya

Merheba Can heval

Te ev rojnivîs di roja 1’ê Îlona 2013’an de dabû min. Piştî 18 salan di vê rojê de min tu cara yekê û dawî te dîtibû. Ew roj di heman demê de rojbûna te bû. Min soz dabû ku ezê vê rojnivîsê ji bo te binivsînim û bişînim. Lê qet şensê min nîne ku karibim vê soza xwe bicih bînim.

Heya niha min çima nenivîsand, ez jî nizanim. Niha baştir fam dikim ku çima min nenivîsandiye, Ji ber min her dixwest bi rengek mukemel ji bo te binivsînim. Êşa ji te re ne nivîsandinê di dilê min de her taze ye. Canê min ezê çawa fêrî vê rastiyê bibim. Ji roja min agahiya şehîdbûna te girt ez ji xwe vê pirsê dikim. Û wer xuya dike ku ezê bersiva vê ti carî nekaribim bidim. Ez fikirîm vê rojnivîsa ku te dabû min bidim ciwanekî din, lê min nekarî bidim. Ji ber çi dibe bila bibe pêwîste ez soza xwe bicih bînim. Weke tê gotin cîhaneke din heye an nîne, nizanim. Lê tenê tiştekî dizanim, ew jî ewe ku her çiqasî nikaribim di vê cîhanê de careke din te bibînim, lê min rojek jî bê te derbas nekir. Bi te re dikenim, bi te re coş dibim û bi te re hembêza xwe ji jiyanê re vedikim.

Ez fêrbûm ku tu di encama teqîna bombeyeke DAİŞ’ê de şehîd bûyî. Weke reflekseke xwe parastinê te xwe avêtiye ber dîwarê malekê, lê dîwarê wê malê ser te de hilweşiya ye. Canê min; gelo te pir êş kişand? Di kêliya ku ew çavên te yên zeytûnî hatin girtin tu çi hizirî, te çi hîs kir? Li gel vê jî fêrbûm ku tu bûye fermandar. Fermandarê minê biçûk. Min nekarî te bibînim ku erka te ya fermandariyê pîroz bikim.

Ewqas tişt hene ku dixwazim ji te re binivsînim ku… Gelek caran di rêkên ku tê re derbas dibim, hîs dikim ku tu jî derbas bûye, bi hevalên ku bi wan re axivîme hîs dikim ku tu jî bi wan re axivîye. Di sala bihorî de di cihên ku tu lê maye me Newroz pîroz kir. Di dilê min de hertim tu hebûyî. Hevalên ciwan bi coşa Newrozê re bi coş bûn. Dema wan wisa kêfxweş dibînim ez jî bi coş dibim. Newroz ji bo me rojeke pir bi nirxe. Wateya qezenckirina berxwedanê radike.

Bû şev, li derve baraneke pir şîrîn dibare. Tu dibê qey ne tenê li ser rûyê erdê, di hemû damarên jiyanê de diherike. Ez te û hemû hevalên ku azad bûne di her dilopeke baranê de dibînim, hîs dikim. Mîna bayê ku agirê eşqê hênik dike. li gel vê jî dengê ewran belavî asîmanan dibe. Ji rengê kesk pir hez dikim. Di vê demsalê de jî her der şîne û li her derê zayîn heye. Ez te di guhertin û veguhertina xwezayê de digerim. Û ji ber tu bûyî parçeyeke bê hempa ya xwezayê te li hemû rengên xwezayê de dibînim. Canê min; berfa çiyayên Zagrosan hêdî hêdî dihele. Her ku dihele hemû kanî diherikin. Ji bo av xwe bighîne axê şerekî bê eman dide ber xwe û diherike. Belê canê min tu xakî. Ez jî ava ku dixwaze bighêje te. Dizanim ku av encax bi kedê bighêje axê. Mîna guherîn û veguherîna biharê, ruhê min jî tije tije diherike. Min çiqa dixwest tu jî bêhna axê bikşînî hinavên xwe. Lê tu berbi bêhna azadiyê ve beziyayî. Ez te di tevahî xweşikiyên ku min keşif kirine de dibînim û her bêriya te dikim. Bêriya te dikim û bi eşqeke bê dawî ji te hezdikim…

Min qet çavdêriyên xwe yên di derbarê Çarçêla de ji te re venegotiye. Dema nû hatim berfê xweşikbûna bê hempa ya Çarçêla vedişart. Wê demê fêrbûm ku yek ji taybetmendiyên berfê jî veşartîbûne. Siran vedişêre û asta îksîrê bilintir dike. Dema ku berf hêdî hêdî diheliya, ji bo em ji nişkê ve li beramber xweşikbûna Çarçêla matmayî nemînin giran giran diheliya. Di meha Hezîranê de herçar demsal di heman kêliyê de jiyîn hesteke muhteşem bi mirov dide jiyîn. Di milek te de perdeyeke sipî, di milekî de palaseke kesk, di milek de neqşên cur be cûr, di milek din de jî berxwedana axê ya ku ne sipî maye ne jî ti rengek cuda girtiye. Herhal ezê qet nikaribim pênaseya bêhna gul, Beybûn û Sosinan bikim. Di vê erdnîgariyê de cih ji tekbûnê re tune ye. Bi cesareteke mezin hembêza xwe ji asîbûn, esalet, înad, bawerî û îradeyê re vekiriye. Li gor nêrîna min dema erdnîgariya Çarçêla hatiye afrandin bi rengek wiha hatiye xêz kirin ku tenê rê dide mirovên esîl, bi vîn û bawerî. Ev der warê xweda û xwedawendane. Cihê ku mejî û dil lê bûye yek. Axa ku xezîne lê hatine komkirin û belav kirine, Çarçêla. Dergeha romantîzma şervanan, cihê ku tembelî lê hatiye jibîr kirin. Navenda baweriya roj, agir, ax, av û bayê ye. Li kêleka Çarçêla Çiyayê Cîlo yê asê heye. Li gorî efsaneyan Çarçêla û Cîlo aşiqê hevin. Lê ji ber çiyayê Belqiz ketiye navbera wan nekarîne bighên hevdû. Lê şîroveya min a di derbarê vê mijarê de ne wiha ye. Li gor nêrîna min ji ber ku di Oremar, Şitazin, Çeta û Memîştan de qereqol hatine çêkirin û xwînmij ketine navbera herdû çiyan de wiha tê gotin. Çi balkêşe ku qele û qereqolên van cenaweran jî pir nêzî çiyayê Belqize. Afrîneriyên wan, ango qereqolên wan mîna hest û ramanên wan bê şeklin. Di nava bedeweiyeke wiha de me nedixwest şahidî ji kirêtiyeke wiha re bikin. Ji ber kirêtiya wan kirêtiyeke bê pênaseye, li dijî xwezayê ye.

Di van deran de hevalên jin çalakiyeke pir mezin li darxistin. Li yekîneya dijmin a veşartî dan û 12 leşkerin hatin kuştin. Ji ber ev çalakî di Salara de çêbû ji bo min watedartir bû. Piştî Şengalê cihê herî zêde tu lê mayî û te pratîk da meşandin qada Salara bû. Ez bawerim te jî ev çalakî bi serbilindî pêşwazî kir.

 

Ji bo bîranîna heval Hîwa Hewreman

Hêjî min xwe îqna nekiriye ku te rê girtiye berbi dawiyê û gihayê şehadetê. Di hundurê min de her hêviyek heye ku tuyê cardin vegerî. Emê cardin hev bibînin û cardin tuyê ji bo hemû hevalan bibî çavkaniya jiyanê. Çawa ku bawer nakim ku wê çiya di hejandinekê de hilweşe, bawerim nakim ku tu jî bê dem ji nişkav de ji jiyanê qut bûyî. Niha li cihê ku te ji bo xwe xistibû mesken digerim. Êş û giraniya xaka te pêlê kirî dilê min parçe dike. Şopên te ji xakê neçûne û wê ti carî jê neçin. Divê tu cardin biherikî berbi jiyanê. Mîna çavkaniyên xwezayî yên ku diherikin berbi jiyanê tu yê jî bi halê xwe yê herî esîl, herî xwezayî û herî saf ji nûve bibî jiyan, bibî hêvî ji dilê me re. Pir mereq dikim gelo kîj hevalê ji te heznekiriye? Û pir baş dizanim ku bi qasî te hez kir tu hatî hezkirin û min bi azweriya hevaltiyê ji te hezkir. Ez bi te re giham sira hevaltiyê. Te her digot; “zorahiyên Çarçêla jî xweşin”. Li gor min Çarçêla bi te re xweşikbû û tu jî bi Çarçêla re xweşikbûyî.

Tu jî yek ji hevalên me yên herî bedew bûyî. Te bi hevaltiya xwe, bi pêşengî û fedekariya xwe serê min bilind kir û eniya min gihand stêrkan. Te zîrveya kelecanê bi min da jiyandin. Tu tova hêviyê ya di dilê min de yî, tu hevkarê nefesa minî… Tu roniya zanyariyê ya ku di bêdawîbûna asîman de diberiqe, tu mamosteyê minî, çiyayê ku min xwe spartiyê. Tu agirê ku kîna min a ji zaliman re bilind kiriye. Tu ava herikîn a ku me ji kirêtiyan paqij dike. Tu xaka min a ku dûbare dûbare zêde dibe… Tu henaseya jiyanê ya ku dikşînim hinavên xwe. Emê ti carî ne te, ne jî lehengên ku di oxira vî welatî de canê xwe feda kirine ji bîr nekin. Dema ev gel ji ber êşan keç û xortên xwe yên herî hêja feda kir, ez bûm deyndara van lehengan. Ji ber jiyan li ber çavên min bedew kirin. Ez fêr kirim ku bê berxwedanî, bê eş û janî jiyan nayê hezkirin. Ji bo Kurdistaniyan jiyan ne tenê ji bo jiyankirinê ye. Ji bo Kurdistaniyan jiyan ji xwe de destpê dike û mirovan dawetî jiyana bi rûmet dike. Bi her tiştê ku hezkirinê lewaz dike re têdikoşe, ya bedew, ya azad dide afrandin.

Kategori: Şehidên Me