Tirkî  |  Erebî

Kurdistan Heftenîn

azimearkadasAzîme, bi hezkirina mezin bi înata zivistanên qerisokî serê xwe rakirin û berbi rojê pêşdeçûna. Ji tarîtiyê re meydan xwendin û berbi ronahiyê ve meşandine. Azîme lêgerînvana mafdar a hêvî û hezkirina nirxên civakê yên windabûyî ye. Nasnameya jinê ya xwebûna azade. Fermandareke efsanewî ya ku di hafizeyan de şop dihêle, di dilan de jî israra di tekoşînê de diafrîne. Ne hêza pênûsa min têre pênaseya wê dike ne jî xezîneya min a zanistiyê. Lê baş dizanim ku Azîme ruhê cidiyet û disiplîna gerîla ye.

 

Dema min cara yekê heval Azîme dît hesta destpêkê ya ku di min de avakirî, rûmetiya jinbûnê bû. Heval Azîme di min de pîrozî û rûmetiya jinbûnê avakir. Ji wê rojê de heval Azîme bû qehremana jiyana min a ku diviyabû bigihimê.

Me cara yekê di sala 1992’an de li qada Heftenînê hevdû dît. Ez nûbûm û cara yekê min rûyê şer didît. Di Heftenînê de girek bi navê Tepê Aram hebû. Diviyabû me grûbek heval cebxane bibira wir. Dema em berbi êvarê gihane wir heval Azîme em pêşwazî kirin. Sekna wê ya bilind û bi heybet bala min kişand. Çawa em dîtin tekmîla me girt û ji hevala fermandar ya li cem xwe re got hevalan zû belavî çeperan bike. Ber destê sibê ye û her kêlî dibe ku dijmin êrîş bike. Piştî wê li ser hemû çeperan geriya. Sekna wê ya ji xwe bawer û hakimiyeta wê ya xwezayî ya li beramberî şer û jiyanê di dilê me hemiyan de hestên baweriyê û serkeftinê avakir.

Ez nûbûm û min di derbarê jina Kurd de ti tişt nedizanibû. Ev sekna heval Azîme ya ji xwe bawer, meyzandina wê ya zelal û disiplîna wê ya xurt wêneya jineke wêrek di mejiyê min de xêzkir. Sekna heval Azîme ya asê, jinên kizilderelî dianî bîra min. Esmerbûna heval Azîme, porê wê yê reş, asîbûna wê û hişyariya wê ya li hemberî şer û jiyanê ez heyranê xwe kirim. Heya ku roniya rojê xwe belavî hemî çiya kir, heval Azîme yek kêlî jî nesekinî û her li ser çeperan digeriya. Ez jî bi mereqeke mezin li benda tîrêjên rojê bûn da ku rûyê vê jina fermandar a ji xwe bawer bibînim. Ji ber wê jî yek kêlî çavên min jê nebirîn û min her ew dişopand. Bi rastî jî fermandareke hişyar, heya dawî di karê xwe de cidî bû. Wek min di serî de jî got, ez wê demê hem pir nûbûm hem jî ciwanbûm. Ji ber wê jî di van demên ku hêdî hêdî fêrî jiyana gerîla û têkoşînkirinê dibûm, sekna vê jina şoreşger pûsûla min a jiyanê avakir.

Piştî ku roniya rojê belavî herderê bû û heval Azîme zelalkir ku ti êrîş û tahlûke nînin, bi riya cîhaz3e bang li hemû grûbên ku di çeperên cur be cur de bicih bûbûn kir. Hemû heval paşve kişiyan û berê xwe dan girê ku em lê diman. Hemû heval bi hev re amadekariyên xwarina seherê kirin. Hin heval çûn daran, hin heval çûn avê, hinekan jî hêdî hêdî agir pêdixist. Di van kêliyan de çavên min li heval Azîme geriyan. Dema li pişt xwe zivirîm min dît heval Azîme di nava du keviran de rûniştiye, dûrbûna wê di destê wê de ye û hêjî tevgera dijmin dişopîne. Wê demê heyraniya min a li hember heval Azîme zêdetir. Bi rastî jî erka xwe ya fermandariyê bi berpirsyariyeke mezin bicih dianî. Di her warî de mafê erka xwe ya pêşengiyê dida. Wê demê ez fêrî yek ji dersa bingehîn a gerîlabûnê bûm. Ez fêrbûm ku gerîlabûn cidiyeteke mezin dixwaze. Divê tu cidî nêzî şer û jiyanê bibî, yan jî tuyê winda bikî…

Hêjî min heval Azîme dişopand, min dî heval Azîme carekê pişt xwe zivirî, çavê wê li çavê min ketin, bi rûyek li ken rabû û berbi me ve hat. Hema bi lez du heval erkdar kir û ew şande cihê nobetê. Ji hemû hevalên ku li hev civiyabûn û wê dest bi xwarinê bikirana got; “heval hemû hişyarbin, bila çeka we jî nêzî we be.” Piştre heval Azîme jî hat xwarina gerîla ya bi nav û deng Mirtoxe û çayeke germ vexwar. Piştî wê hat bi grûba me re axivî, yek bi yek pirsa hemî hevalan kir. Me jî tekmîla xwe bi rengek berfirehtir dayê û em cardin ketin rê ji bo vegerin cihê xwe.

Piştî vê hevdîtina me ya destpêkê min demeke pir dirêj heval Azîme nedît. Lê ew sekna wê ya bi heybet, ew bawerbûna wê her di mejiyê min de zindî mabû, her ku dihat bîra min heyraniya min zêdetir dibû. Êdî heval Azîme ji bo min bûbû wek pîvanê gerîlabûna rast.

Bi vî rengî hemû kêliyê jiyana me di nava şer de derbas dibû û her roja diçû şer dijwartir dibû. Li qada Heftenînê di hemû çeperan de berxwedaniyeke pir mezin dihat raberkirin. Lê hêzên dijmin jî bi desteka NATO bi hejmareke pir mezin ser me de hat. Dema rêxistinê dît ku asta şer pir bilind bû, wek textîk ji bo demekê talîmata paşvekişînê da hemû hêzên şer. Bi vî rengî em tevahî hêzên Heftenînê li cihekî bi navê Dola PAK’ê kombûn. Piştî ku hevalan civîneke berfireh ji bo me çêkir, vesaziya hemû hevalan li cihên cûda çêbû. Bi vî rengî wê nîvê hevalan derbasî çiyayê Sipî bûbana. Ji xwe hevalên birîndar û yên birîndar wê ji wir derbasî Rojavayê Kurdistanê bibana. Hevalên din ên mayî jî wê ji nûve xwe bi rêxistin bikirana û weke yekîneyên bi tevger cardin vegeriyana qada Heftenînê. Min cihê xwe di nava grûba ku wê biçiya Çiyayê Sipî de girt. Grûba me grûbeke pir mezin bû. Heval Azîme jî di grûba me de bû. Ji ber ku piranî hevalên grûbê nûbûn, pir zêde hevdû nas nedikirin. Bi vî rengî me xwe ji milê Batufa de berda deştê û em ketin rê… Lê mixabin ji ber ku rêzanên grûba me îxanet kirin, em du rojan di deştê man. Ji xwe demsal Payîz bû, ji ber wê jî baran qet ji ser me qut nebû. Ji ber hevalên din jî rê nedizanîn me gelek zehmetî kişand. Bê ku em di ferqê de bin, em ketin nav çembera dijmin de. Her çiqasî wek tedbîr me di cihên bilind de çeper girt jî, lê çember birîn û ji nav dijmin derketin wê bi xwe re bedelên pir giran bianiya. Ji ber wê jî hêzên hevkar agahiya grûba me dan rêxistinê û bi vê boneyê hevpeymana Xakûrkê li ser me ferz kirin. Ji ber ku rewş pir kirîtîk bû, heval neçar man ku vê peymanê qebûl bikin. Piştî ku agahiya vê hevpeymanê giha me, grûba me xwe berda ser rê û li wir erebe hatin pêşiya me. Bi ruxmê ku em di encama hevpeymanekê hatin vir, lê dîsa jî van hêzên îxanetkar hemû rêbazên şerê taybet li ser me dida meşandin. Di van kêliyan de heval Azîme xwe negirt û bi helwesteke şoreşgerî ruh, coş û moral da dil û mejiyê me. Bi uslub û xîtabeta xwe ya xurt ve nêzikatiyên van hêzên nûker rexne kir û helwesta xwe bi rengek zelal danî holê. Bi dengê xwe yê bilind ve wiha got; “Raste em niha di encama hevpeymanekê li virin. Lê em di rêgezên xwe de zelalin. Hun dixwazin bi çend parî nan ve me jî bixin hevkarê îxaneta xwe. Lê hun jî dibînin hê xwîna hevalên me li ser me zuha nebûye. Emê îxanetê li van nirxên xwe nekin û di rêgez û pîvanên xwe de bi israr bin. Em li vir ne wek êsîr, em di encama hevpeymanekê de li virin. Mafê we nîne hun bi bangawaziyên bi vî rengî bi rûmeta PKK bileyîzin…” Heval Azîme bi van gotinên xwe ve rêya helwesta şoreşgerî nîşanê me hemî hevalan da. Ev gotinên heval Azîme ji bo me veguherî hêza zanistê û me cardin di rêya berxwedanê de israrkir... Heval Azîme sekna milîtaniya APO’gerî ya rasteqîn bû. Wek min destpêkê jî got mîna pusûleya me ya jiyanê bû. Piştî wê bi ruxmê ku hemî heval çend rojbûn têhn û birçîbûn, lê ti heval nêzî xwarinê nebû û hertişt mîna ku hatî li erdê ma.

Êdî me bawer kir ku her tişt di bin kontrola me de dimeşe. Êdî me bi rengek xwezayî rastî û şaşitî ji hev derdixist. Heval Azîme li hember nêzikatiyên PDK’ê pir bi kîn bû, pir aciz dibû. Her digot mirov çawa wisa îxanet li xwûşk û birayên xwe dike.

Piştî vê grûba me bi rengek saxlem giha Zelê. Piştî wê em rengê tabûrekê hatin birêxistinkirin û di palên çiyayên Qendîlê de bicih bûn. Em wê demê nûbûn û fêrî şert û mercên zivistanê yên çiyê nebûbûn. Lê disiplîna heval Azîme, hişyarbûna wê ya li beramber hevalan û eleqedariya wê ya bi me re di her watê de em fêrî van şert û mercan kirin. Yanî dikarim bêjim ku bi qasî heval Azîme di şer de fermandareke hişyar û wêrek bû, di jiyanê de jî bi vîna xwe ya azad ve li beramberî tevahî zorahiyan disekinî û herdem rêya çareseriyê nîşanê me dida. Naskirin û famkirina heval Azîme pir ne zehmet bû. ji ber ew xwedî şêwazeke jiyanî ya pir şefaf û vekirî bû. Fermandareke di pîvanên xwe yên red-qebûlê de zelal bû. Heval Azîme di şer de hoste û zana bû di jiyanê de jî bi pîvan bû. Fermandara min a destpêkê û ya herdeme. Ji ber ez rêgezên şervaniya rast ji heval Azîme fêrbûm. Bi bîranîna heval Azîme jiyankirina wê ye. Ev feraset ji bo min her dem derbasdare. Dema min şehîdbûna heval Azîme bihîst, min êşeke wiha hîs kir weke ku nîvê dilê min jêbûye. Hêjî nikarim destê xwe bavêjim van hestên xwe, ji bo ku her di dil û mejiyê min de taze bin. Mîna birîna ku ti carî qalik nagre.

Di nava dema kevnar de, hesta min a ku ti carî kevin nabe, hesta hevrêtiya fermandara min Azîme ye.

Kategori: Şehidên Me