Tirkî  |  Erebî

Ji Rêber APO re

Dema pênûsê digrim destê xwe

û hewl didim ji bo we binivsînim, hemû peyv bê çare dimînin û wateya xwe ya heyî wenda dikin. Belkî jî pênasekirin û nivîsandina we, bibe çalakiya herî mezin. Bi rastî jîpênasekirina HEQÎQETEKE mîna we ku her roj germahiya wê li rûyê me dide û ji me re ronahiyê tîne, qet hêsan nîne... Û ji ber nikarim hemû hestên di dilê xwe de derbasî nivîsê bikim rexnedana xwe didim, lê gelek baş jî dizanim ku ezê di vê mijarê de hertim kêm bimînim.

RÊBERÊ MİN; Ey mirovê xoşewîst û bilind yê ku gelekî mirî ji nûve zindî kir û pirsa “Ez kîme? Bi me hemiyan da pirsîn…

Dema min biryara vê çalakiyê da tenê xemgîniya tiştekê xwe li nava kûrahiya dilê min pêça. Ji bo kêliyekê jî be min dixwest carekê serê xwe danim ser milê we û di kelecana wê kêliyê de winda bibama. Her wiha min xeyal dikir ku rojekê we di bajarê Çiyager û Jiyan’an de, di qela berxwedanê Amedê de pêşwazî bikim. Ji ber ezê vê rojê nebînim, xemgîniya wê dijîm. Lê dizanim ku ezê bi vê çalakiya xwe ve zêdetir nêzî we bibim û ezê jî bibim pêteke ji xeleka agirê hevrêyên fedaî Zîlan, Kemal, Çekdar û Avesta’yan. Dibe ku ezê vê kêliyê nebînim, lê wê neslên piştî me vê kêliyê bibînin, wê hevrêyên min kelecana wê bijîn.

Bi vê çalakiya ku ezê pêkbînim, emê gaveke din nêzî vê xeyala xwe bibin û wê hemû cîhan careke din fam bike ku meşaleyên azadî û serkeftinê yên ku li derdora Rêberê me geşbûne, wê ti carî netefin. Heya roja îro hemû hewldana min ew bû ku bibim hevaleke we ya dirust û layîqê we derkevim. Bi hêz, coş û kelecana min ji we girtî, min hemû kêliyên jiyana xwe tije tije û watedar jiya. Lê dema hemû jiyana xwe radixim ber çavan, dibînim ku li beramberî vê keda we ya bê hempa bûme xwedî pratîkeke nebes û kêm. Em ti carî ji bo we nebûn hevrêyên xurt û me her we bi tenê hêla. Min herdem di mijara “Hevaltiya kêm” de xwe lêpirsîn kir. Lê ji ber min hevrêtiyeke xurt a layîqê we di xwe de ava nekiriye, xwe li beramberî we mahcûp dibînim. Ezê bi vê çalakiya xwe ve rexnedana vê hevaltiya kêm bidim ûhewl bidim ji we re bibim rêhevaleke rast.

Coş, kelecan, û morala ku ezê çalakiyeke wiha li darbixim di asteke ewqas bilinde ye ku ezê ti car nikaribim pênaseya van hestên xwe bikim. Keda ku we di ber me hevalên jin de daye û hezkirina ku we ji bo me nîşan daye di ti cihekî cîhanê de nehatiye dîtin. Baş dizanim ku em ji bo Rêberê xwe yê ku jin ji xewa mirinê şiyarkir û hêza xurt a jinê derxiste holê, em çi jî bikin wê kêm bimîne. Mîna ku sembola fedaîbûn û xwedawendiyê hevrê Zîlan jî di nameya xwe de diyarkirî; “Xwezî ji canê me zêdetir tiştek cuda heba min ji bo we feda kiriba…”

Ji bo ku ew tecrîda li ser we bişkê, destên we xurt bibin û ji bo em we di nava hevalan de bibînin,ez vê berpirsyariyê bi eşqeke mezin digrim ser milê xwe. Ango dikarim bêjim ku ez ji bo xwe fedakirinê amade me…

Dost û dijmin, wê herkes careke din bibîne ku jiyana bê Rêbertî,wê ji me re jî ji wan re jî heram be. Ger wê jiyanek hebe ya wê bi Rêbertî re be yan jî emê wê jiyanê ji jiyankirinê nehesibînin. Emê careke din bînin bîra herkesî ku kilîda zafer û serkeftina demê di GİREVA ÎMRALİYÊ de ye.

Ji ber hevaltiya min a li beramberî we kêm ma, careke din rexnedana xwe didim û soz didim ku ezê bi vê çalakiya xwe ve ji we re bibim rêhevaleke baş.

BÊ SEROK JİYAN NABE!

YA EMÊ Bİ RÊBER APO RE BİJÎN, YA JÎ EMÊ QET NEJÎN…

 

Ji hevrêyên min ên hêja re;

Di dîrokê de hin dem hene ku bi qasî henaseya mirov qut bike, pir zor û giran derbas dibin. Hin dem jî hene ku bêhna azadiyê belavî her derê dibe û tu bi hemû hestên xwe hîs dikî ku ev bêhn pir nêzî te ye. Em di demeke wiha re derbas dibin ku, van hest û ramanan hemiyan bi hev re dijîn û dibin neferên azadiyê yên ku şahidî ji her kêliya van deman re dike. Bi salane têkoşîneke pir mezin tê meşandin û gelek bedelên giran di vê tekoşînê de hatin dayîn. Bêguman em hemû vê dizanin ku, şoreş bedelên pir giran dixwaze. Di dîroka têkoşîna 40 salî de bê hejmar, me gelek hevrêyên xwe di vê oxirê de rêwî kir. Bi jin û xortên wê ve me pir hevalên xwe yên hêja û bedew winda kir. Ji ber wê ye ku divê em bibin xwedî tevlêbûna fedaî ya ku Rêbertî layîqê me dibîne û divê em di wê astê de bibin xwedî çalakiyên mezin... Dema em hemû tevlê vê rêwîtiya bê rawestgeh bûn, me her tiştê xwe feda kir û em hatin. Çalakiya me ya destpêkê di roja ku me gava xwe avête nava PKK’ê pêkhat. Lê têkoşîna esîl û ya herî zor jî piştî wê destpê dike. Mirov têkoşîneke bê hempa li beramberî xwe dide meşandin.

Bêguman me hemiyan jî pir zêde para xwe ji polîtîkayên înkar-îmha û asîmîlasyonê yên ku dijmin li herêmên Kurdistanê dide meşandin girtiye. Ji ber wê jî xwe ji kesayetên paşverû û klasîk paqijkirin û gihandina kesayetên APO’gerî qet ne hêsane. Di kêliya tu vê bi ser bixî tu şoreşa destpêkê di xwe de avadikî. Û êdî her kêliya jiyana te xwe di tevna vê têkoşînê de dihûne.

Divê em pirsên Emê çawa bijîn? Çi bikin û ji kur destpê bikin her kêlî ji xwe bipirsin û di bingehê ji hevrêyan re bûna heval, divê em bê hesap û kîtap xurt tevlê bibin. Ger em xwe ji tevahî gemariyan paqij bikin û bi rengê xwe yê herî sade bi dil û mejiyekî xurt ve tevlê bibin, emê karibin ji Rêber APO re bibin hevrêyên rast. Wê demê jî emê vê jiyana pîroz a PKK’ê heq bikin.

Li her derê li dijî tevgera me êrîşên pir dijwar pêktên. Û dijmin her carê dibêje emê xilas bikin, emê kesekî ji wan nehêlin. Lê tiştekî ku ji bîr kirine heye; ew jî ewe ku fedaîyên Rêber APO qet xilas nabin. Û di dawiya her êrîşekê de wê ev fedaî mîna volkanekê bi ser we de bên. Her dema dewleta Tirk dibêje bi dawî bû, emê bi çalakiyên xwe yên herî mezin ve qîr bidin û bêjin bi dehan Doza, Zinarîn, Azad, Laşer, Rêzan, Zenda û Axîn hene. Ev ruh li her derê jiyan dikeû wê her zindî bimîne. Wê dijmin vê baş zanibe ku şopdarên Zinar, Arjîn, Roger û Kemal’an qet û qet xilas nabin. Û emê mîna xewnên wan ên tirsok yek kêliyê jî hênaseyeke rihet bi wan nedine kişandin.

 

Hevrêyên min ên hêja…

Em hemû jî dizanin ku em di pêvajoyeke pir xwînrêj, zor û zehmet de derbas dibin. Ev pêvajo ji me hemiyan berpirsyariyên mezin û çalakiyên pir xurt bendewar dike. Gelek ji me bi çalakiyên xwe yên xurt ve wê bibin bersiv, gelek ji me jî bi hevrêtiya xwe ya di jiyanê de û bi tevlêbûna xwe ya durust ve wê bibe bersiv. Baş dizanim ku ti carî di asta dihate xwestin de tevlênebûm. Ez her kêm û nebes mam. Ji ber min hevrêtiya ku dihate xwestin pêk ne anî, min her şerê vê bi xwe re da meşandin. Ji ber wê jî ancax bi çalakiya ku ezê pêkbînim re, ezê karibim rexnedana vê nebesiya xwe bidim. Min dixwest pir tiştan ji dîrokê re bihêlim, lê her kêm mam û êdî dem hatiye ku ji vê nebesiyê re bêjim bese. Wê çalakiya min li hemberî van hemû nebesiyan bibe rexnedaneke mezin. Min dixwest her kêliya xwe bi we re tije tije bijîm û malî dîrokê bikim. Gelek caran me şer kir, carnan jî me hevdû acizkir, carnan em bûn mîna zarokan û me cardin di kenê hevalan de xwe dît. Lê min ev ti carî ji bîr nekir ku baş, nebaş, di her kêliya te de hevalên te li cem te ne. Em hebûnên zindî ne û mixabin ku me xwe negihandiye diyardeya mûkemelbûnê. Teqez nebesî derdikevin û kêmasî tên jiyankirin. Ji ber em hebûnên di nava guhertin û veguhertinê de ne.

Lê tişta girîng ewe ku mirov bikeve ferqa vê de û di wê bingehê de hevaltiyê xurt bike. Em bi qasî ku bibin hevrêyên xurt emê hê zêdetir nêzî Rêbertiyê bibin û bibin hevrêyên wî. Ji ber ne wendakirin; êdî dem dema ji nûve û mezin bi serxistinê ye. Ger em dibêjin, “kêliya tu fêm dikî, kêliya tu pêktînî ye” û ger em li gorî vê fam dikin wê demê divê em erkên xwe pêk bînin.

Mirovê bilind dibêje; “Şoreş kesayetên firtone dixwaze”. Gelo em dikarin bibin kesayetên firtone? Divê em bighên xiza zeman û şoreşê, divê em her li pêşbin û zanibin ka di kîjan demê de çi pêwîste û li gorê wê jî gav bavêjin. Nivîsandina van belkû jî ji kêliya herî dawî ya çalakiyê zehmetire. Dizanim ku niha gelek heval dixwazin şûna min bin. Ji ber ku di çavê hemiyan de heman kîn, nefret û hêrsa tolhildanê dibînim. Ev çalakî wê ne tenê çalakiya Tekoşîn be, wê bibe çalakiya hemû hevalan. Û ezê ji bo we bi serbixim. Heya kêliya dawiyê jî wê dilê we bi dilê min re lêbide û hunê bi min re bin.

Dema ku tecrîda herî giran li dijî Rêbertî pêk tê, dema ku dijmin her rojê parçeyekê ji canê me dibe, divê em bi ti şêweyî jiyan û tevlêbûneke ji rêzê qebûl nekin. Ji ber lazime em ji bîr nekin ku, xeyalê yên çûn weke barekî li ser milê me maye û divê em vî deynê xwe rast û bi rengek xurt bidin. Ger em tevlêbûneke ji rêzê ji bo xwe esas bigrin û heger em van xeyalan rasteqîn nekin, emê herdem ji Rêbertî dûr bikevin.

Em hemû jî vê dizanin ku di pêvajoyên diyarkirina qederê de çavkaniya herî bingehîn û diyarker a serkeftin û binkeftinê sekn û rola kadro ye. Yanî di fikir, jiyan û çalakiyê de tu tarzê APO’yî di kîjan pîvanê de derbasî jiyanê bikî ew diyarker dibe. Pêvajo ji me bûna perperîka çaremîn û şewata di agirê azadiyê de dixwaze. Gelek ji me bi çalakiyên xwe, gelek ji me jî bi sekna xwe ya jiyanê, xeta qehremaniyê şênber dike. Lê em ti carî mirina hêsan û jiyana bê wate ji bo xwe qebûl nakin. Ger wê canek em bidin hebe, emê vî canî di oxira azadiyê de bi vala derxistina êrîşên dijmin re emê bidin. Ji ber canê her kadroyeke PKK û PAJK’ê bedelê bi sedan cana ye. Bi vê çalakiyê ve dema tu dev ji canê xwe berdidî, tu ji bo yên din dibî can û wan didî jiyankirin.

Di dîroka me ya azadiyê de pireke bi lehengiyê hatiye lêkirin heye û ev pir heya roja îro dirêj dibe. Di roja me ya îro de jî gelek hevrêyên me lehengiyên xwe afrandin û navên xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsandin hene. Çiyager, Berfîn, Jiyan, Delîl, Kemal û gelek hevrêyên min ên ku min navê wan nenivsandiye, bi wêrekî û lehengiya xwe ve îsbat kirin ku wê sedsala 21. bibe sedsala qehremaniyê. Li ser vê esasê jî ji ber ez berendamim ku di dîlana azadiyê ya van hevalan de serkêşiyê bikim,xwe wek mirova herî bi şens dibîn.

Li Amedê min hevalên pir hêja û bedew naskirin. Min ji her hevalekê tiştek girt û bîranînên me yên pir xweş çêbûn. Ev ji bo min pir watedar bû. Min xwest bi hevaltiya xwe ve di her hevalekê de şopeke xweşik bihêlim. Gelo min karî vê bikim, ez jî nizanim. Lê dizanim ku ji her hevalekê şopeke bedew ji min re ma. Me gelek hevalên xwe yên hêja şehîd da. Û ev şehadet ji bo me hemûyan pir giran hat. Lê ya girîng ewe ku em bi tevlêbûneke xurt ve xeyalên wan ên nîvco mayî pêk bînin. Ya girîng ewe ku mirov mîna Laşer û Azad ruhê xwe yê ciwan biparêze. Mîna Rêzan bê teredut bibe heval. Mîna Zenda û Axîn bi rengek fedekar û berpirsyar tevlêbibe. Mîna Kemal û Çekdar bi halê xwe yê herî paqij û saf bibe tacê hemî dilan. Ya girîng ji hevalan re bûna hevale.

Dema vê çalakiya xwe pêktînim tişta ku wê vê çalakiyê watedar bike, cihê ku wê çalakî lê pêk were ye. Di Amed-Lîcê de pêkanîna vê çalakiyê, wateyeke xwe ya cuda heye. Lîce, cihê herî zêde yê ku dijmin êrîşê dike û dixwaze îradê li wir bişkîne. Lê warê me Lîce herdem xwedî wateyeke girînge. Di cihê ku dijmin dixwaze îrada me bişkîne, emê îrada wî bişkînin û di mejiyê wî de biteqin. Emê ji herkesî re careke din nîşan bidin ku wê Lîce ti carî bêdeng nemîne û wê herdem mîna dînamîtekê ji teqînê re amade be. Ji ber wê ye ku ev çalakî kelecaneke mezin dide min. Ez bawerim hunê ji operasyonên ku bê navber li eyaleta Amedê didomin û ji wendahiyên giran re bibin xwedî bersivên pir xurt…

Êdî hatim dawiya nameya xwe. Lê dizanim ku min nekarî gelek tiştan binivsînim. Dibe ku ti tişt bi qasî nivîsandina van hevokan zehmet nîne. Her wiha ji ber ku ji hemû hevalên xwe re nebûm hevrêyeke xurt rexnedana xwe didim û dixwazim diyar bikim ku ezê bi çalakiya xwe ve ji wan re jî bibim bersiv. Tiştekî herî dawî yê ji we dixwazim ewe ku em ji pirsên Rêber APO ên “ÇİMA” re bibin xwedî bersivên rast û watedar. Ji ber ku em heya roja îro nebûn xwedî bersivên xurt me hertim Rêber APO bi tenê hêla. Divê em hertim lêpirsîna hundurîn bi xwe re bikin û kesayetên xwe ji kûrde lêpirsîn bikin. Ji ber encex em bi vî rengî karibin destê Rêbertî xurt bikin û jê re bibin hevalên rast.

Mîna ku fermandarên me Çiyager û Berfîn dibêjin; “Wê dawî Muhteşem be”. Emê bi vî ruhê xwe yê fedaî siberojan bi azadiyê tacîdar bikin. Wê zarokên Mezopotamya yên esmer û çav bedew di siberojên azad de, di xeyalên azad de mezin bibin. Ji ber wê jî çalakiya xwe diyarî generalên biçûk ên welatê xwe dikim.

Her milîtanek dema ku kêliya wê/wî ya fedakirinê were, divê tiştên ku karibe bide di xwe de ava bike. Divê em bibin Zîlan, Egîd û Çiyagerên hemdemî. Ez we hemiyan pir hezdikim…

Bijî Serok APO

Bê Serok Jiyan Nabe

An jiyana bi Rêbertî re an jî ne jiyankirin û nedana jiyankirin!...

Silav û rêzên şoreşgerî

Tekoşîn AMED

4 Îlon 2017

Kategori: Şehidên Me