Tirkî  |  Erebî

SEHIDEN ME 2018

Zagros nava bedena xwe de çiqasî mirovên hêja û binirx hewandiye. Bûye dergûşa kûlîlkên reng bi

reng. Bedewbûn û jiyana cevherî mîna tacekê lî ser zinarên xwe daniye. Dema mirov xwe diavêje hemêza van çiyayên gewre(muazzam) xwe di gerdena dayikekê de hîs dike, wisa birehm û dilovanî... Weke bedewbûna çiyayên wê  yê asê,  gelek rêheval jî li wir bedew bûne, fêrî jiyanê bûne. Li wir jiyan wan hemêz kiriye, ew jî jiyanê hemêz kirine. Ji gelek gerîlayan re bûye, çav û çavên wan vekiriye li hember jiyanê. Bûye dil, nava dilê xwe de dilan hewandiye. Ji gelek kesan re bûye hêvî, bawerî û heskirin. Gelek kes jî di hemêza wê de zarokatiya xwe, ciwantî û mezinbûyîna xwe jiyan kiriye. Li nava dil û ruhê gelek gerîlayan de wêneyê xwe yê herê xweşik xîz kiriye da ku her tim li wê wêneyê meyzebikin. Ew wêneyên ku xwesteka mêzekirinê di mirov de dide avakirin mîna perçeyek ji bihûştê ne. Her wêneya ku li çavên gerîlayên wê yê dilsoz dikeve di hidutên jiyanê de azadiyê hemêz dike. Erê Zagros te kî li xwe kir mêvan û kî ne kir. Lê ew mêvan bûn xwediyê malê, te wan parast da ku ew jî te bi parêzin. Ango ew bûbûn parêzvanê te, tu jî bû bû parêzvanê wan. Yek ji wan parazvanên te jî rêheval Aysel bû.

Rêheval Aysel di sala 2003’an de beşdarê nava gerîlla dibe. Rêhevalek gelek ciwan bû, di sala 2004’an de em bi hevre derbasî qada Çarçella bûn. Ruxmê ku hevalek gelek ciwan jî bû lê xwestek û îdeayê wê gelek mezin bû. Ev mezinbûna xwestek û îdeayên wê mîna koka darekê ew bedewbûn û hevaltiya wê a ji dil jî mezin dikir. Belê ew bi heycan û coşa, xwe naskirinê bi awayekî gelek eşkere jiyan dikir. Ev heycana wê di bibîkên çavên wê de xwe dida der. Di her kîte kîtên wê de ew pakbûn weke avake zelal diberiqî û bê sinor diherikî. Belê ji bo ku xwe nas bike hatibû qadên Zagrosan. Ji bo ku ji nû de xwe avabike, rojbûyîn û avabûyînên nû bi welidîne derbasî qada Zagrosan bûbû. Gava min yekem car rêheval Aysel dît herê zêde jî rêhevaltiya wê bala min kêşandi bû. Tevahî ruh û hestên wê de heskirina rêhevaltiyê xwe dida der. Wisa ji dil hevalên xwe hezdikir, ev hezkirina wê di dilê mirov de li hember wê baweriyeke bê dudilî avadikir. Gelek bi coş û bi heycan bû. Ji ber temenê wê ciwan bû ji pêşketinê re gelek vekirî bû, ji ber vê sedemê heval vesaziya wê qada Zagrosê çê kiribûn. Ew jî di zanistiya ve de bû ku bi her dinokên (zerre) xwe tevlî jiyanê dibû. Rêheval Aysel nirxek gelek pîroz nava hevalan de da bû avakirin. Sekna wê ya li hember jiyanê û tevlêbûyîna wê ji bo tevahî hevalan mînak bû. Bi coş, heycan û moralê xwe weta dida jiyanê. Taybetmendiyên wê yên ku li ser mirovan bandoriya xwe dida çêkirin di pêş de bû. Yek ji wan taybetmendiyan jî heskirin û rêzdayîna rêhevaltiyê bû, rojek tenê jî hevalek dîtiba qet ji bîr nedikir û heskirinek cûda nava dilê wê de pêşdiket. Hevaltiyê re gelek girêdayî bû. Pir paqij nêzî hevala û hevaltiyê dibû. Ji bo rêheval Aysel pêwîstiya jiyanê a herî bingehîn hevaltî bû. Dilê rêheval Aysel weke gûlîstanekê bû, hestên wê mîna kulîlkên reng bi reng derdor dixemiland û hezkirina wê mîna bêhna beybûna bû hevalan giştî bandor dikir. Cihê ku rêheval Aysel lê bû, rengê xwe dida der. Dengê wê jî gelek xweş bû, gava stran di got mirov bi dengê wê re di çû, ewqasî dengek xweş lê bû. Di wî dengê xwe yê xweş de dîrokek dihewand û ev dîrok di nav ahengbûna wê de xwe dida der. Mirov pir rehet dikare bibêje ku teybetmendiyên wê yên bedew, xweş zêdetir di pêş de bû.

Gelek ji gerîlatî û erdnîgariyê hesdikir, ango ji bo wê tu tiştek ne di bû asteng. Her çiqasî di berê de pratîkê de ne mabe jî lê qada Çarçêlla ji rêheval Aysel heskiribû. Ji xwe heskirina rêheval Aysel jî li hember Çarçêlla û Zagrosê mirov nikare bide diyar kirin. Di pakbûyîna zarokekî de ji van qadan hez dikir. Mirov di got qey zarokeke ku ji dayikan xwe hatiye veqetandin û cardin gihîştine hev. Wisa bi dildariyeke mezin li Zagrosan mêze dikir û dilê xwe bi van çiyayan re dikir yek. Ji xwe bi çanda gerîlatiyê re gelek girêdayî bû û tevahî hewildanên wê ew bû ku vê çandê di kesayetiya xwe de bi cewherî bike. Ji bo ku her tiştê fêr bibe gelek meraqdar bû dixwast her tiştê bizane.  Ango li hember zanînê gelek baldar bû, ne dixwast tenê di yek aliyê de bi mîne. Bi hinek tiştan re sinordar mayîn di kesayetê rêheval Aysel de nîn bû. Nûbuyîn, xwe di her alî de pêş xistin ji bo wê pêdîviyên pêşketinê bûn. Heskirineke nayê vegotinkirin di rêheval Aysel de hebû. Ev heskirina wê ya li hember jiyanê, hevaltiyê nirxên gelek giranbiha avadikir. Bi hezkirin û hevaltiya xwe rêheval Aysel jî di dilê me hemûya de bû nirxeke pir pîroz.

Ji bo ku xwe di her hêla de zanabike, nas bike tevahî deman Serokatî dixwand. Di wê zanabûyînê de bû ku ger ku Serokatî nas bike, fêm bike wê bikaribe rast xwe nas bike, jiyan bike û rêhevaltiyek rast jî bi Serokatî re jiyan bike. Ji bo ku rêhevaltiya PKK’ê fêm bike û rast pêk bîne gelek ked dida raber kirin. Li hember paşverûtiyan jî têdikoşiya. Cardin ji bo ku bi Serokatî re rêhevaltiyek rast bi de jiyan kirin jî li hember paşverûtiyên xwe jî şer dikir.  Şerê wê yê hûndirîn teyisandina xwe weke tevlîbûneke hîn xurt dida der. Ya rast ji bo rêheval Aysel mirov çiqasî gotinan rêz bike wê nikaribe vegotina wê bike. Lê mirov dikare bibêje ku ew milîtanê Rêber APO bû. Di ew temenê xwe de li hember tevahî zor û zehmetiyan şer kir, tu carî ji bo xwe tu tiştekê nekir asteng, ango tekoşervan bû. Rêheval Aysel yek ji wan hevalan bû ku di demê pêşde berpirsiyartiyên pir giring dayne ser milê xwe û ji bo rêxistinê û tevgera azadiya jin nûbûyînan bi afirîne. Gava me şahadeta wê bihîst em gelek bandor bûn. Bêguman di ew şert û zurifên zehmet yê zivistanê de di herêma Botanê de li hember neyar berxwedaniyên dîrokî hatiye meşandin. Bi sekin û berxwedaniya xwe girêdanbûyîna xwe li hember Serokatî dan diyar kirin. Gelek heval qala berxwedaniya wê dikirin. Ji xwe gava Zagrosê bû jî di sekin û girêdanbûyîna wê di jiyana wê de diyar bû. Rêheval Aysel bi girêdanbûyîna xwe a bi vê jiyanê re dabû diyarkirin ku ew ê her tim lehengê vê dozê be. Keçeke Kurd ya berxwedêr bû. Em jî weke rêhevalên wê soz didin ku emê xwedî li berxwedan û têkoşîna wan der bikevin, emê ruhê wan û îdeayê wan her tim bijîn û bidin jiyan kirin.    

Zîlan Kanîroj

 

     

Kategori: Şehidên Me