Tirkî  |  Erebî

SEHIDEN ME SIBAT

Vegotina hevalên şehîd him milê manewî him jî milê hest de mirov pir zordar dike. Milekî jî ji bo ku em wan

hevalan bixin malê dîrokê û sekna wan vegotin bikin pêwîste em wan hevalan bînin ser ziman.

Min sala 2009 an heval Şayan naskir. Piştî ku em ji perwerde derketin hatin Zagrosê. Demekê em bi hevre li biryargehê man. Taybetmendiyê wê yê ku destpêkê bal dikşand bi wate mêzekirina wê a jiyanê bû. Pir hestiyar bû. Li hemberî xwezayê hezkirineke wê a pir mezin hebû. Heval Şayan bi xwezayê re dibû yek. Weke gerîlayekê ev yekbûyîn bi xwe avadikir. Bi xwe di şert û zûrifên penabertiyê de mezin bûbû. Her tim digot; “em zarokên ku hatine sirgûn kirin, bi destê dijmin ji welatê xwe hatine derxistin û zaroktiya xwe jiyan ne kirine ne. Tiştê ku ji bê derfetiye me nikarîbû em derxînin holê niha bi derfetên ku Serokatî avakirine em dikarin derxin holê." Van gotinên xwe her tim bi hevalan re parvedikir. Pir nivîs dinivîsand. Tişte ku hatiye jiyankirin radigihand. Milê wê yê wêjeyî pir bi hêz bû. Li hember xwezayê mêzekirineke wê a bi felsefîk hebû. Têkoşîna me milê hest û raman de pir tiştan di hûndirê xwe de dihewîne, lê belê hest tena xwe têrî nake. Di milê, xwe pêşxistin û têkoşîn kirinê de heval Şayan her tim têkoşîneke pir mezin dida meşandin. Taybetmendiyê wê a yekîdin jî heval Şayan li ser rêhevaltî, hevalên şehîd û jiyanê gelek nivîs dinivîsî. Ji bo ku mirov hezkirina xwe bîne ser ziman pêwîst nake ew heval şehîd bikeve an jî çûbe cihekî dûr. Rojnivîsa heval Şayan ji nivî bêtir li ser hevalan bû. Taybetmendiyên wan, tiştê ku pêwîste bikin, tiştê ku pêwîste derbas bikin... di rojnivîsa xwe de li ser hevalan dinivîsand û di nivîsên xwe de perspektîf jî didan. Rojnivîsên xwe bi me jî dida xwendin. Tiştê ku bi me re parvedikir jî dinivîsand. Dema kêmasiyek pêş diket rexne dikir, lê li kêlaka wê jî milê wê yê xweş jî di got. Ji ber ku milê wê ê hestiyarî pir li pêş bû carna pir hişk rexne dikir. Piştre ji bo vê mijarê jî rexnedayîna xwe dida û herî dawî jî di rojnivîsa xwe de rexnedayîna xwe dinivîsand. Dema heval diçûn erkekê heya nîvê şevê li benda wan dima û meraqa wan dikir. Ev taybetmendî ji ber erka ku girtibû pêş nediket ji hestên wê yê berpirsyartî pêş diket. Di jiyanê de seranser li erka mêze nedikir. Dixwest daxwazî û bendewariyê hevalan bi cih bîne. Ev mijar pir bala min dikşand. Min her tim dixwest  heval Şayan mînak bigrim.

Hevaltiya heval Şayan pir bi hêz bû. Li hember hevaltiyê baweriyeke wê a pir mezin hebû. Wê bixwe jî bawerî dida. Taybet bi hevalên jin re parvekirina xwe hîn bêtir çiqas xurt bike li ser vê lêhûr dibû. Di vê mijarê de sazgeriya rexnê pir dişuxuland. Ji bo pêşketina hevalan, her tim rexnê xwe vekirî dikir. Weke jineke milîtan taybetmendiyê wê yê peşengtî hebû. Çend meha em bi hevre man. Milê fermandartiyê de bi hêz bû. Xwesteka wê a şer pir zêde bû, lê vesaziya wê li biryargehê çê bûbû. Xwesteka wê her tim ji bo qadên pêş bû. Taybet ji bo qada Bakur pêşniyarê wê pir zêde bû. Ji bo ku bibe layiqê hevalên şehîd pir ked dida û di got; "min pir soz da hevala, bi tevlîbûn û sekna xwe pêwîste ez ji wan re bibim bersiv." Weke fermandarekî milê wê yê şerker pir pêşde bû. Di her aliyan de pêşeng bû. Beriya ku talîmatekê bide di got; "ev talîmat ji bo mine jî." Him bi xwe dikir him jî bi hevalên din jî dida kirin. Zehmetiyên ku hevalên jin di têkoşînê de kişandine dizanibû, ji ber wê her tim alîkarî dida hevalan. Perwerde qed piştguh nedikir. Bi xwe jî di got; "wî demî zurûf zêde dest ne didan, me bi xwe jî pir tişt nekirin." Ji ber wê girîngiyeke mezin dida perwerdê.

Ez dixwazim bîranîneke xwe a bi heval Şayan re parve bikim. Em ê çûbane Dola Bizina. Rê 1-2 seat bû. Esnaya çûndina me de keşif me girt. Em pir tînî bûbûn û westîyabûn. Li gel me hêstirek hebû. Ez wî demî di nav rêxistinê de nû bûm. Min pir fêhm nedikir, ez di fikirîm ku; "em ê çawa 2 hevalên jin bar li hestirê siwar bikin?" Dema ku min wîsa difikirî hemû kar heval Şayan kir, ji ber ku ez nû bûm. Mêzekirina min a bi pergalî hebû. Di gorevê de heval Şayan tu kar bi min neda kirin. Bar anî û li hêstir siwar kir. Min tenê serê hêstir girt.  Wî demî di şexsê heval Şayan dea baweriya min a li hember jin pêşket. Dema ku min lê mêzedikir bawerî, hêz jê digirt. Xwesteka min a tevlîbûyînê zêde dibû. Beriya ku şehîd bikeve jî min her tim ji hevalan re di got; "pir mijaran de deyndarê heval Şayanim."

Di çalakiya ku herî dawî tevlîbûye jî wisa bû. Dema ku şehîd ket ez ne li gel bûm. Min ji hevalan pirs kir; "hevalan jî fedakartî, tevlîbûyîn û rihê wê ê têkoşer anîn ser ziman, di şer de jî wisa fedakar bû.” Zivistanê çalakiyek kirin. Vîna ku di wê zivistanê de nîşan dabûn behskirina wê pir zehmete. Di vê çalakiyê de jî me wê naskir ku heval Şayan her tim weke xwe bû. Di kesayetê wê de weke çandakê runişti bû. Pêwîste mirov taybetmendiyê wisa ji xwe re esas bigre û wisa tevlî bibe. Heval Şayan di got; "tenê di axaftinê de mirov layiqî hevalên şehîd nabe, pêwîste mirov xwedî li xwestekên wan derbikeve." Xwesteka wê jî pêkanîna daxwaziyên hevalên şehîd bû.

Di diyalektîka gerdûnê de tiştek dijî dem û cih çênabe. Em nikarin kesayet û şahadet ji hev qut bigrin dest. Pêwîstê mirov armancên hevalên şehîd pêk bîne û kesayetê wan her tim bide jiyan kirin. Çalakiya ku liderxistibûn di nav zehmetiyên pir mezin de encam bû bû. Him di çalakiyê de him jî di jiyanê de ev nîşanî me dabû. Di wê çalakiyê de tevî ewqas zehmetiyan jî dîsa ne gotibû bese. Bi terzekî fedaî çûndina ser dijmin di kesayetê wê de hebû. Ewqas xwe perwerde kiribû armanc û têkoşîna wê di wir de derket holê. Bi sekna xwe ya jiyanê re, nava şerde jî ev rastî derket holê. Li ser vê bingehê em soza pêkanîna serkeftinê didin rêheval Şayan û tevahî rêhevalên me yên şehîd.

Gulan Makû-Amara Cudî 

Kategori: Şehidên Me