Tirkî  |  Erebî

sehit nujiyan adar2018

Ma gelo dê kîjan dîroknas bikaribe rastiya dilê dayîkên şengalê bide vegotin yan jî bide nivîsandin. Dayîkê dil bi êş her roja di nava penebertiyê de, jiyana xwe didin meşandin. Carekê din îxanetkaran berê xwe dane warê Dewreşî Evdiya. Rêhevalên Dewrêşî Evdiyan jî li kenara deşta Mûsîlê şerê xwe yê berxwedaniyê didin meşandin. Her roja ku dice tekoşîna xwe hîn bilindtir dikin. Lêbelê hesûdê pergala desthilatiyê nahêlin ku bi xweşi bûna xwe re jiyana xwe bidin meşandin. Her carekê êrîşên xwe yên kirêt dibin ser wan. Lê wan jî biryara xwe ya ji bo jiyanek azad dane û heya dawiya jiyana xwe dê tekoşîna xwe bidin meşandin, di nav ronahiya roja pîroz de. Jina şoreşger jî bi germahiya dilê xwe yê mezin re berê xwe dide nava gelê şengalê û nave xwe yê zêrîn li sere niyaza rokê şengalê dide nivîsandin. Bi hizra jina azad re tekoşîna gelê berxwedêr, radigihêne nava mirovatiyê. Esmara şoreşger bûye evîndareke ji çiyayên Şengalê. Digot; ez ê dengê Edûlên Şengalê bigihînim nava pêlê nava Îmraliyê û ez ê bibêjim ciwanê Dewrêşî Evdiya, careke din, şûr û mertalên xwe li ser pîşta hespên xwe kirine û berê xwe dane meydanê cengê. Di wan kêliyana de dê mamostayê jiyanê jî di navkefxweşiyekê mezin de, dêguh li pakrawanê Edûlê bigirin û ez ê jî bi aramiyekê mezin li ser rûyê vê cîhanê meşa xwe ya azadiyê bidim meşandin. Belê, Esmera çiyayî bi van xiyalê xwe yê mezin re, berê xwe dide nava rastiyên şerê. Lênûkerên ku xwe fîrotin neheştin jina şoreşger hemû rastiya bike male dîrokê. Rabûn kirin hedefê guleyên xwe yê kirêt. Lê belê, rêhevalên wê yên doze de xiyalê nesmara jiyanê li erdê nehêlin.

Belê, ez ê porxeleka xwe di nava dilê Kurdistana rengîn de bidim neqişandin,ji bo Jiyana wê a biwate. Ji ber ku porxeleka çiyayî di hemû jiyana xwe de, biwateya jiyaneke rasteqîn re jiyana xwe daye meşandin. Di hemû hizir û ramanên xwe de, li pey şopa heqîqetê meşa xwe ya azadiyê,dida meşandin. Bêedaletiyê di jiyana xwe de ne dida pejirandin û ji bo jiyanek biedalet bide avakirin, bîst û çar seetan li hemberê bêedaletiyê şerê xwe yê heqîqetê dida meşandin. Digot;em zarokê naxa pîroz in, divê em ji bûna jiyaneke biwate di nava berxwedaniyê de bin. Bi vê meşa xwe ya biwate re, wata li hemû ratiya jiyanê jî dida barkirin û digot; divê em nehêlin dijminê me yê xedardestdirêjiyê li ser çanda bav û kalên me bide maşandin û bi wê rihê xwe yê mîna deryayan re berê xwe didaramanên mirovê mezin.Dema berê xwe dida ramanên azadiyê, di wan kêliyan de, bedena wê di navaaramiya jiyaneke biwate de tijî dibe. Xelekên pora wê li ber bayê çiyayên bilind difiriya nava stêrkên azadiyê.

Belê em ji bir nekin; por xeleka çiyayî jî, qurtekê avkaniya bajarê dayîka xwedawend vexwarî bû û bi wê zelaliyê wêre jî nexşa xwe ya jiyana azadiyê di nava bedewiya roja pîroz de daye nivîsandin. Porxeleka jiyana heqîqetê, di hemû kêliyên xwe yê jiyanê de, jiyana xwe di nava tekoşîneke bêhempa de daye meşandin û li hemberê hemû paşvêrûtiyan jî şerê xwe yê berxwedaniyê daye kirin. Dema ku ez li bejîna porxeleka Esmer temaşe dikm, ez bedewiya jiyana jinên şoreşger di wan reşikên çavê wê yên bîriqî de dibînim. Di çavên Esmera şoreşger de hêviya pêşeroja zarokê berxwedêr dihate dîtin. Di ronahiya çavê wê de bedewiya zarokê dayîka pîroz xuya dikir, bi wan çavê xwe yên pak re dilê hemû mirovan ji bo jiyankê nû dida qezeckirin. Ji bo navê yekê jî, her mirovek dixwest bibe rêhevalê wê yê dozê. Porxeleka rastiyê bi vê hêrsa xwe ya jiyanê re berê xwe dide nava xwezaya rengîn û bi xweşikbûna gulên şilêrê rûyê wêşeg dibe,di nava bedewiya xwezayê rengin de. Bi xweşikbûna gulên şilêr re dest bi ragihandina azad dike, di nava welatê Edûlan de. Belê, ev meşa wê ya pîroz dibe dengê qêrînê zarokên şengalê û her miroveke şoreşger jî dixwaze bibe dengê hêviya pêşeroja cîvaka Şengalê. Por xeleka çiyayî ji bo ku dengê qêrînê jinên şengalê di nava çeperên berxwedaniyê de ragihêne,berê xwe dide kuzkên şer dihûndirê wankuzikên şer de jî jinên berxwedêr hene. Porxeleka rastiyê jî bi lehengiya xwe re berê qemereya xwe ya heqîqetê dide ceperên ku êrîşî warê Bêrîvan dike. Wênekêşa jiyanên fermana heftê çaran radigihên ber destê mirovahiyê. Ji ber ku mirovên vê sedsalê çav û guhê xwe ji bo rastiya gelê Şengalê gîrtibû û nedixwestin vê rastiyê bibînin. Lê belê şoreşgera jiyanê bi qemereya xwe re hemû rastiyên heyî radigihêne, ber cave cîhanê, ji bo ku fermanekê din neyê çêkirin. Mirovê dilsoz jî berê xwe didin çeperê parastina Şengalê, ji bo hêviyek nû ji bo zarokên şengalê bidin avakirin, di nava aramiya jiyanek bêtirs de. Her civakek jî, bi çanda xwe re xwe li ser rûpelê dîrokê mayinde dike. Por xeleka şoreşger jî dixwast çîrokê zarokên Şengalê bi Nûceyê xwe re mayinde bike.

Bêguman, dema ku ez li rûyê Nûjiyana leheng temaşe dikim, ez bedewiya Deniz Firatan dibînim. Ji ber ku Deniz Firat jî bedena xwe ya azad, di riya Nûceyê xwe yên heqîqetê de dabû fedakirin, di nava germahiya Mexmûrê de. Xezala çiyayî bi wê wêrektiya xwe re dibe mînaka çapemeniya azad, d i nava çeperên şer de. Ji bo ku dengê penaberên Mexmûrê, bigihêne raya giştî, dibe hedefa guleyê xwînmijan. Ji bo ku mirovek bibe dengê rastiyê, divê mirov xwe di yê îradeyek mezin be. Belê, Nûjiyana porxelek jî meşa xwe ya rastiyê, di riya Deniz û Gûrbetan de dida meşandin, di nava çiyayên Edûlan de. Porxeleka dozê jî bi wê îradaya xwe ya azad re berê xwe dide çiyayên Şengalê û dixwest rastiya fermana 74’ an ji bo cîhana zalima dibe ragihandin,bi wê meznahiya xwe ya şoreşê re, berê xwe dide çeperê şer. Dema ku rastiyê şer radigihêne ew jî dibe hedefa guleyê çeteyê PDK’ê. Nûjiyana berxwedêr serî li hemberê guleyê wan netewand û riya berxwedaniyê nîşanê bêdengiyê da û got em ê bibin dengê qêrînê ciwanê Şengalê.

Belê, rêhevala Nûjiyana di temênê xwe yê ciwantiyê de dest bi tekoşîna xwe ya şoreşgertiyê dike. Di sala 2005’ an de bedena xwe dike mertalek zindî û li hemberê faşîzma Erdoxan jî berê xwe dide wargehê azad. Di nava wargehên azadiyê de dest bi ragihandina azad dike.

Mizgîn Şivan

Kategori: Şehidên Me