Tirkî  |  Erebî

SEHIDEN ME 2018 avrel

Di derbasbûna pêvajoyek pir dijwar de gelek hevrêyên me yê pir xweşik gihiştîn bêdawîbûnê. Şahadeta Heval Nalîn û Heval Hêlîn yê ku dem bi dem koordînasyonê PAJKê bûn ji bo me rûmetiyên pir pîrozin. Her çiqas şahadeta van hevalan ji bo me giran hatibe jî ev jî rastiyeke, bi şahadeta xwe her tim li gel me ne û bi hemû xweşikbûna xwe di nav jiyana me de ne. Heval Hêlîn û heval Nalîn ji bo jiyanek rast û bi wate peyamên tije hiştin û bi tevlîbûna xwe a mînak di derbarê emê çawa bijîn, jiyanê de çi esas bigrin şopên kûr hiştin. Ji ber wê emê her tim bi wan re bijîn. Ew jinên rûken yê jiyanê bûn. Bi van halên xwe her tim ciwan û zindî bûn. Weke iksîra ciwanbûnê bi herikandinên xwe yê zindî, bi coş û heycan me jî di nav herikandina xwe de kaşdikirin. Her tim tije û xweşik dikeniyan. Kenê wan reng û wate tevlî jiyana me dikir. Carna dibûn xwediyê kenêkî serhildêr yê ku li hember êşên jiyanê mîna bertekekê derdiket, carna kenekî alayî li hember erzantî û sextekartiya ferasetê ku roja me îro de hatine avakirin û carna jî kenekî bi coş ji bo xeyalên xwe yê di jiyanê de pêk bînin.

Ruxmê hemû zehmetiyên ku jiyan kirine jî xwediyê ruhekî ciwan yê ku kêm nabe û kevin nabe bûn. Em dikarin di şexsê van hevalan de mînaka di ciwanbûnê de serkeftin û di ruhê ciwantiyê de israrbûnê bidin. Ji ber wê ye ku her tim zîrek, çalak û xwediyê nûbûna bûn. Bi hêlên xwe li hember astenga newestandin û bi berxwedaniya xwe a bêtirs hêlên ruhê ciwanî diparastin. Ciwan li jiyanê mêze dikirin û ciwan tevlî dibûn. Ti tiştek ruhê wan nehincirandi bû û nabe ne dabû gotin, ya nabe anî bûn asta dê bibe. Pêwîste em hêlên ciwantiyê yê esnek û ji guhartin û veguhartinê re vekirî jibîr nekin. Di vê çarçovê de her cihê ku diçûn rengek cûda li ser jiyana wir zêde dikirin heman demê de bi şêwaza ber bayê gurhatinê ketinê ve bi serpêhatiyê jiyanên xwe re di zanista cihê ku lê ne ji xwe jî hinek tiştan lê zêdekirinê de bûn. Ji ber wê her cihê ku diçûn jê can digirtin û ji xwe can tevlî dikirin. Ango ruh parzan dikirin(aşilamak), ji xwe yê ku xwediyê coş û kêfxweşiya jiyanêne dibin xwediyê tevlîbûnek wisa. Êş û zehmetiyên jiyanê ne ku wan westand bû, li ser ruhê wan yê ciwan xozantiyeke ku ji jiyanê nesîbê xwe girtiye tevlî dikir. Tam di vir de gotinek navdar yê heval Nalîn em bibîr bînin. Dema rastiyek derdixist holê ango tişta ku pêwîste zû de were gotin di cih û wextê wê de digot her tim ev axaftin dikir; “ Êdî wextê gotina rastiya hat.” Dema wisa digot kenek her kesî digirt. Henekên zirav mîzaca jiyana wê bû. Ji xwe rastî, bi şêwazê henekan dihat ser ziman, ji ber ku bi vî şêwazî ceribandinên jiyanê dianî ser ziman. Hêlê henekên wê yê ku mirov dida fikrandin û bê ku radestî ya heyî bibe bi şêwazekî din mêze kirina wê ya jiyanê hebû. Rastî wiha vegotinkirin nabe nesîbê her kesî. Di encam de dema rastî di kesayetê wê de dihat fêhmkirin bi vî şêwazî di dilan de rastî di anî asteke ku destê xwe lê de.

Heman demê hunera Heval Hêlîn a ku biçe kudere coş û azweriya jiyanê belav dikir pir balkêş bû. Zanista, her tiştî bi wate mêze kirin karê ruhên bi heste. Ti tiştek negirîng ango bêcih nînbû. Çavên wê di rastiyan de dialiqî û bi watedarbûna çavên xwe mafê tiştê ku didît dida. Wan tişta dinivîsand, di cihna de mînak dida, dikir mijara perwerdê û bi vî şêwazî nîşe dixist dîrokê. Ewqas zirav mêzekirin encex mirovên ku ziraviya ruhê jinê girtiyê de mîsoger bû.

Her du jî jinên ku bi xwezayîbûnê jiyan dikirin bûn. Xwezayîbûn dibe navê din yê tevlîbûna jiyanê. Tevlîbûnek ji dil, cevherî, sade û dilsozî. Ango ji can û pak… Milên wan ne yê zêde ne jî yê kêm hebû. Çawa ji dilê wan dihat diaxivîn. Ji ber ku gotinên wan ji dil bû hîn bêhtir li ser mirovên beramberî wan bandor dikir û bûyer dibû sedema şopên kûr. Ew li hember pergala ku mirovan kopî dike, jinên nîşenaya civaka xwezayî bûn. Zû qebûlbûna wan û cihê ku lê ne zû girêdanbûnê xurt avakirina wan berhemê van nêzîkatiyên wan e. Xwezayî mêzedikirin, xwezayî diaxivîn, xwezayî têkilî dideynan û xwezayî dikeniyan. Bi vî şêwazî me wan ji dil hemêz dikir û di dilê xwe de dipêçand.

Heval Nalîn çîroka jiyanê ya ku cevherbûna xwezayiya Serhedê di xwe de dabû runiştandin bû. Ji bo hevrêyên xwe yê têkoşînê di bû bêhnek ji jiyanê. Mîna çinarekê bû a ku mirov pala xwe bide û jê tesellî bigre. Dema mirov pê re ba bîranên ku qed neyên jibîrkirin dihat jiyankirin. Her tim li bûyera û tiştê ku tên jiyan kirin cûda mêze dikir û bi zanista xwe a berfireh, mirov ji mêyzandina rêzê dikişand, dawetî dinyaya xwe a dewlemend dikir. Ango ceribandinên jiyanê yê ku bi perwerdeya Serokatî şênber bûye bêhn dida sitandin. Destên wê yê efsûnî mirov ji nûve dizîvirand jiyanê. Jina Efsûnî, mîna xwedavendekê jiyan belav dikir, ji mirinê safî dikir.

Heval Hêlîn jî xwezayîbûna xwe qed ji jiyanê qut nedikir, çawa be wisa xuya dikir û şoreşger bû. Li hember xwezayîbûna wê di sedsala niha de mirov diket şoqê de. Xwezayîbûna wê ji wateya ku dida jiyanê dihat. Ev jiyan jiyana wê bû. Jiyana ku di xwest û pê re dibû yek. Di hemû tevgerîn û hêlê wê de pir vekirî xuya dibû ku jiyanek din qed qebûl nedikir. Ango çi bi xwesta jiyan bike wê jiyan dikir. Ji ber ku bi şêwazeke din jiyan kirin nedifikîrî, pir xwezayî disekinî. Ji xwe di vê iksîra xwezayîbûna wê de hevdîtina hundirîn a bi xwezayê re hebû. Di xwezayê de her tişt ji bo wê di kêfxweşiya zarokeke ku tiştek nû keşif kiriye de bû. Ji ber wê kevir dida axaftin, ax hîs dikir, bi stêrkan re yarenî dikir, bi daran re silav dida jiyanê. Di nivîsên wê de dîrok dihat ser ziman, xweza ruh digirt. Dîroka cihê ku pêlê kiriye dizanî bû, xwe digihand demên borî yê peyvên efsûnî, her tim xweşikbûna xwezayê temaşe dikir û qed dev jê bernedida. Hevala her tim jê re digot; “ Heywax, Heval Hêlîn hate vir, dê niha her kesî binivîse û xêz bike.” Herî dawî di zivistaneke Zagrosê de di şikeftê de wêneyê 12 hevalan çêkiribû. Her çiqas hevala gotibû; “ Wêneyên hevalên şehîd tê çêkirin” jî heval Hêlîn bi gotina xwe a “Giringiya hevalên ku jiyan dikin jî heye” imzeya xwe avêt destpêkekê.

Her du jî nîşaneyên kedê bûn. Tevlîbûn, perwerdeya bingehîn ya kedê ye, lê belê ji dil tevlîbûn. Hinek tişt afirandin û hinek tiştan tevlî hevalan kirine. Li ser şoreşê xwêdana xwe palandine. Ev hemû hûnandina kedê ye. Ked sertaba xwe derbaskirin, ji xwe derbasî milê din bûyîn û tevlî yê din bûyînê ye. Yê ku ji vê sertabê derbas dibe dê bigihîjin tama fêkiyên ji şitilên ku bi xwêdana xwe mezin kirine, şîn bûne. Heval Hêlîn bê ku eciz bibe hevalan guhdar dikir û bi ruhê xwe yê xweşik bi hemêzkirina hevalan ked dida. Heval Nalîn navê rêka rast nîşanî hevala dayîn û di bin her şert û mercî de bê ku bi weste hewldayîn bû. Ruxmê hemû şert û mercan xwesteka wê a eniyên pêş teyisandina keda wê a pîroze. Di çarçova kedê de taybetmendiyek heval Hêlîn yek jî ew bû kû ji perwerdekirina hevalan pir hezdikir. Cihê ku lê bû ew der dibû qada nîqaşên germ. Jiyan di destê jinê de dibû dergeha perwerdê. Yê ku têne vir pak derdikevin û mîna derwêşekî dikevin pey heqîqetê. Ji xwe milê perwerdê de mirov nikare keda heval Nalîn bîne ser ziman. Tenê bîranên wê ango tiştên ku jiyan kiriye ji bo ku mirov jê ders derbixe û feyz bigre dibû mînakek dîrokî. Heman demê ji bo her du hevalan vegotina jina azad wê di cih de be. Di kesayetê heval Nalîn de sekna jineke îdeal a ku baweriya salan aniye hebû. Bi vî halê xwe her cihî de xwediyê giraniyekê bû. Tenê ne di milê hevalên jin, milê hevalên xort de jî di hat guhdar kirin û rêz dayîn. Baweriya wê herî zêde di berteka ku li hember paşverûya dida raberkirin derdiket holê. Gotinên xwe bê ku tirsînê jiyan bike digot û bi têkoşînek tije ji bo azadiya jin pêşengek bi nirx bû. Bi kurtahî kesayetek rûniştî bû, lê belê ewqas jî xwediyê ruhê zarokekî bû. Bi vî halê xwe kesayetek mezin yê ku ji ceribandina xwe dawerindiye bû. Di heval Hêlîn de jî lêgerînên azadiyê hatibû asta rastiya jiyanê yê şênber. Ruxmê hemû zorlenmeyên xwe yê fizikî hevaleke ku dema herî dawî li Cîlo dima ji bo ku biçe Botanê xwe amade dikir û rûmeta xwesteka eniyên pêş jiyan dikir. Ruxmê ku xwediyê avahiyek nerm û narîn bû jî zîrekiya wê me şaş dikir. Hêlên Dersîmê yê asî û serhildêr di dinyaya xwe a veşartî de dihêla û dema mijar dibû têkoşîn ji derxistina vê şerm nedikir. Ruxmê ku xwedî kesayetek nerm jî bû dema di rastiyê de net dibû ji bo ku mirov bikşîne rastiyê pir wêrek bû. Heval Hêlîn kesayetê Dersîmê yê serhildêr wî demî derdixist holê. Wî demî ji azadiyê bêhnek distand û ji azadiyê desteyek kulîlk bêhn dikir.

Dema em behsa heval Nalîn dikin ger em behsa Zîlana biçûk ya ku li gel bû nekin nabe. Ji xwe heval Zîlan a ku bi heval Nalîn re şehîd ket me bi heval Nalîn re nas kir. Ji ber ku biçûk bû bavê heval Zîlan ji heval Nalîn re gotibû; “ Ez emanetî te dikim.” Heval Nalîn jî ji bo ku daxwaziya wî pêk bîne heya ku heval Zîlan kêmek mezin bibe û perwerde bibîne li gel xwe girt. Ger heval Zîlan beriya heval Nalîn şehîd ketiba dibe ku ji bo Heval Nalîn pir giran hatiba, ev ji bo heval Zîlan jî derbasdare û bi hevre berê xwe dan merteba nemira. Di rastî de bi hev du parastinê pêşerojek xweşik afirandin. Yê ku li vir diparastin ne kesayetek bû, yê ku diparastin pêşerojek azad bû. Dinyaya wan ya bêguneh û xweşik dê bibe dinyaya pêşerojê. Jiyan dê dive çarçovê de bê hûnandin û mîna Nalîn, Hêlîn û Zîlan dê mirov bi girêdanbûnên mezin bên girêdan, dê ji dil ji hev hez bikin.

Vegotinkirina wan demên pir dirêj dixwaze, ji ber ku her gaveke wan, dest lêdana wan û jiyana wan ji bo me mînakên pir bi wate di hûndirê xwe de dihewîne. Ew hevrêyên me yê ku bûne mînaka çawa bijîn bûn. Em wan qed jibîrnakin û her tim emê kenê wan yê xweşik di têkoşîna xwe de bidin jiyan kirin.

Koordînasyona PAJK’ê

Kategori: Şehidên Me