Tirkî  |  Erebî

sehit gulbahar

Her kulîlkek bi taybetmendiyeke xwe, xwedî xweşikbûnekê ye, ji ber ku xweşikbûna xwe ji ax, hewa, av û tava ku lê şîn dûye digire û eynika welatê xwe ye. Mîna lîlozan li hember qeyranê qêrîn e, mîna gula sor balkêş e, mîna gula pembe bêguneh e, mîna beybûnan dikene. Gul dayîka tiştên xweşik e. Her tim kêliyên xweşik dide jiyan kirin. Di kêliyên kêfxweşiyê de xwedavend ango şervanê kenê ye. Bihar pir tiştan di hundurê xwe de dihewîne. Çima em her dem ji biharan hez dikin? Sedema xwe ji hestên di hundurê mirovan de digire. Ji ber ku bihar pir tiştên xweşik û cûda pêşwazî dike û yekbûna tevahî xweşikbûna nîşanî me dike. Bi baranên xwe û tava xwe her dem tevahî zindîbûna dixe rewşa zayînê. Di heman demê de bihar zanista ketina ferqê di mirov de pêş dixe. Ger mirov bixwazibe dikare bihuştên mezin ava bike; mîna biharan…

Ji yekbûna gul û biharê zayînek pêk te li navçeyeke Şirnex’ê. Gelo ji ber navê wê min di kenê wê de bihar didît. Encax navek wisa dikare ken û biharên ku min di wê de dîtine pêşwazî bike. Di tarîtiya şevê de porên te, di rewnaqtiya stêrkan de çavên te yên zeytûn digerim. Bê rawestgeh dixwazim bigihîjim waterdabûna te, xwedavenda pakbûnê… Min te li zîrveyên Cîlo yê ku hemêza dayîka Zagrosa ye nas kir. Ez bûm şahidê dil, ken û vîna te. Kengê ez hewaya Zagrosan dikişînim hundurê xwe her dem li te digerim. Zagrosa asî, Zagrosa ku mirovan xweşik dike, gelo te xweşikbûna xwe da van çiyayan? Gelo ji ber wê ye dilê min her tim bi wan deran ve girêdayî ye. Tu di her xweşikbûnê de her ku diçe xweşik dibe. Tu ewqas berxwedêr û xweşikî tu bûyî şahidê tevahî xweşikbûn û hêrsbûna Zagrosan.

Zagros warê ked û kedkara ye, ji ber ku hezkirin ked dixwaze û te li ser vê axê hezkirin di lûtkeyan de jiyan kir. Vaye, vegotina kedê Gulbahar e. Bêhesab tevlê jiyanê dibû. Li Zagrosê cara yekem me heşt hevalên jin ji bo zivistanê amadekarî dikir. Ji bo me amadekariya vê salê pir cûda û bi wate bû. Ruxmê hemû zehmetiyan li Zagrosan, li pala çiyayê Cîlo em ê zivistaneke xweser derbas bikin. Ev pratîk wê hêza jinê ya esasî derxistiba holê. Di wê demê de Şehîd Viyan Koçer, Şehîd Rûken Kato û Şehîd Gulbahar jî li gel me bûn. Heval Gûlbahar di qempa me de çavkaniya moralê me bû. Hemû hezkirin û kêfxweşî li derdora xwe kom dikir. Her sihar me dixist rêzê û yek bi yek pora me kezî dikir. Dema ku perwerde dida jî em qed di dersa wê de teng nedibûn. Ewqas bi heyecan perwerda dida, me jî pê re heycan digirt. Hinek rojan ji ber ku berf pir dibariya di avêtina berfê de em ji hal diketin. Çawa ku em dirûniştin heval Gulbahar di wan derfetên kêm de ji me re kekên xweş çêdikir. Ruxmê ku ew jî weke me diwestiya di cihê xwe de nedisekinî. Ji xwe seqertiyê wê qed ji bîr nakim. Çêkirina tunelên berfê hunereke mezin e. Piranî ez û heval Gulbahar ji bo avêtina berfê diçûn. Wê rojê dîsa pir berf barîbû. Me bi hev re tunela berfê çêkir. Destpêkê me ji binî ve vekir. Heya ku hev dû negire pêwîste tu dest nedê jorê. Kî wê bi heval Gulbahar bide guhdar kirin. Cardin lezbûna xwe negirti û beşek ji tunela berfê ser me de ket. Ji bo ewlekariya tunelan me ew tenê rênedikir. Lê belê heval Gulbahar xwe nedigirt, cardin diçû. Dema ku tunel diket dihat mangê û weke bêgunehan dirûnişt. Heval Gulbahar dengê xwe ji sotîna Botanê girtibû. Ji me re her tim strana ‘Siwaro’ digot. Heya niha jî dengê wê yê xweş di guhê min de deng vedide. Dema ku dîlana Xelef dileyîst digot qey li çiyayê Cudî, Feraşîn, Kela Memê ango li Cizîra Botan e. Hevrêya sebrê, ferîşteya jiyanê; Gulbahar. Bahozên mezin dizîvirand biharê. Me her tim jê re digot Gulê, ji ber ku ew gula havîn û zivistanê bû. Di her demsalê de ji nûve dibişkivî.

Me zivistanek bi hev re derbas kir. Di bihara din de heval Gulbahar weke fermandarê teximê derbasî Sûmbûlê bû. Dema ku ez jê veqetiyam him xemgîn bûm him jî ji bo ku wê biçe cihekî xweş ez kêfxweş dibûm. Di heman demê de wê çûba yekîneya Şehîd Viyan Koçer. Em hemû şervanên heval Viyan bûn. Heval Viyan di her alî de wê pê re bûba alîkar. Dema ku çû min wê oxir kir. Ez ne şaş bim meha gulanê bû. Li erdê bi metreyan berf hebû. Ji bo ku berf kêmekê nerm bibe di seat 11’an de em derketin. Dema ku me xwe ber bi Deriyê Aslan ve berda berf hîna pir hişk bû û kêmasiyeke biçûk dikarîbû bibe sedema şehadeta me. Ez li pêşî bûm, heval Gulbahar jî li pey min dihat. Ez kêmekê rehet bûm, ji ber ku di berê de ceribandinên me yên berfê hebûn. Me gavên xwe hişk li erdê dixist. Ji nişka ve heval Gulbahar navê min got û qîr kir. Bi qirîna wê min destê xwe daye. Her du lingên wê şemitî bûn. Min hewildida ku ez wê bigirim, lê belê ji ber ku cihê min nexweş bû min nikarîbû ez wê bigirim. Heval Gulbahar şemitî û çeka wê ji gel çû. Çawa ku ew şemitî min jî xwe pê re berda. Li ser keviyê em difirin. Lateke mezin li pêşiya me bû û kêm maye ku em lê bikevin. Ez her carê dixwazim çeka xwe bixim nav berfê, lê belê çênabe. Min wê demê fêm kir ku heval Gulbahar rêbaza sekinandinê nizane. Her ku heval Gulbahar lat didît ji min re digot; ‘min berde, xwe bide sekinandin.’ Dema ku min dît êdî tişteke ku em bikin nîne min destê wê hişk girt. Em li wî latî ketin. Li kêleka latê kûneke berfê hebû û ji wir sûlavek dibariya. Piştî ku em li çend keviran dikevin herê dawî dikevin wê sûlavê. Ji ber şîdeta kevir ez ser hişê xwe çûbûm. Dema ku min çavên xwe vekir heval Gulbahar digiriya. Ji min re digot; ‘çavên xwe veke’ min wê demê fêm kir ku çiqas tirsiya ye. Bi destê xwe min jê re got ez başim. Dema ku em kêmekî ser xwe de hatin bi halê xwe keniyan. Ruxmê hemû zehmetiyan roja din em gihiştin hevalên li Sûmbûlê. Bi hemû hezkirina xwe min ew hemêz kir. Toqeya ku ji min re çêkiribû her dem di nav pora min de bû. Ji ber şert û mercên operasyonê di wan deman de min li wir veşart û cardin ez neçûm wir. Min qed ji pora xwe dernedixist. Ger ez rojekê bizîvirim Zagrosan ezê cardin wê toqê bixim pora xwe.

Herî dawî li ser cîhaza mezin bi heval Gulbahar re axivîm. Dengê wê yê xweş herî dawî min di guh û dilê xwe de mohr kir. Her dem ji bo pratîkeke din plansaziyên me hebûn. Ew fermandara me bû. Heval Gulbahar di payîzekê de li çiyayên Sûmbûlê bû rêwiya dawîbûnê. Tu bihara me yî, bihar ti carî di nav têkoşîna me de xilas nabin. Her dem xwe nû dike û her ku diçe xweşik dibe. Tu di her kulîlkê de ji nûve dibişkive.

Rehavala wê ya têkoşînê

Kategori: Şehidên Me