Tirkî  |  Erebî

sehiden me 11 2018

Di van saetên ku kesera êvarê dadikeve, ji bayê şevên din bêpar e. Germahiya êvarên havînê di hewayê de heye. Di bin rengê sor de ya ku wê xwe ber bi tarîbûnê ve berde her tişt bêdeng û aramî bû; çiya, dar, şîverê, rûbar… Di gewrbûna êvarekê de her tişt giran giran reng davêt. Awaza rojê bi heman şêwazî belav dibû û rojeke din jî ber bi xilasbûnê ve diçû. Di girê Bihar de yê ku li Behdînanê yek ji girên herî xweş e di nav dar û giyayên wê de rûniştibû.

Min jê pirs kir;

-Tu çi difikire?

-Yên ku çûne.

Çavên wê tenê li cihekî mêze dikir. Piştî ku henaseyeke kûr kişand dom kir;

-şop û gavên ku hiştine…

-herhal di pey xwe de tenê êş nehiştine?

-di demeke ku dixwest bi destê xwe jiyana xwe temam bike, wateya jiyanê hê nû fêm dikir, çûndina wê êş dide. Mîrateya ku ji bo şopdarên xwe hişt nîvbûn e.

-navê wê çibû?

-Baran.

Bayê çiya di rûyê wê de çû û dihat. Di çavên wê de şînbûna avê xuya dikir. Tarî ne veşartiye, lê belê bê ku bide diyarkirin daketibû jî. Bayê ku ji nav pelan dihat pêtên agir di milê din de dirazand.

-tenê carna navê wê gotin jî têrî dike. Dema ez bi bîr tînim barana êvarî di dilê min de dibare.

Jiyan zêncîra têkîliya ye. Bûyîna parçeyek ji ya giştî û barê vê rakirin, xwe gihandina veşartiya vê jiyanê ye. Ew veşare navê avakirinê ya diye. Zehmetiya, xwe gihandina xweşikbûnê vegotin dike. Carna bi kar, carna bi fikrandin carna… carna jî da ku xeletiyek dubare nebe bi rijandina xwînê ciwanên me xeleka rêz dikin. Ji bo demên dirêj çîrokan kom dikin zarokên gelê min, him jî di demeke ku sînorên qehremantiyê xwe gihandiye wekheviyê.

Û kerwan zêde dibe.

-behskirin wan di peyvan de hepis kirin e. Ez ê ji te re behsa wê bikim û ji pir kesên din re behs bikim, lê belê pêwîste weke ku şopek ji te re hildigre guhdar bike. Ji xwe ev qurala yekemîn ya di zêncîrê de bûyîna xelekê ye. Ev tiştên ku ez ê bêjim di sînorê xeyal û fikrandinên min de ne. Lê belê ew di aliyê din de ye. Ez ji şibakeyekê mêze dikim. Pêwîste tu jî ji şibakeyeke din mêze bike. Baran dibariya. Li çadira naylon rûniştime û şewitandina darê şil mêze dikim. Mija ku girên li beramberî me pêçandibû her der girtibû, ewqasî baran bariyabû ku bêhna axê êdî nedihat. Ji nişka ve heval Sarya(Nursel Înce) kete mangê. Gotûbêjên xwe xilas kiribû, wê ji qempê derketiba baran wê girtibû. Di wê demê de em jî axivîn.

-Tu Fatma Aslan nas dike, demeke kin li zaningeha Eskîşehîrê xwendiye?

Dema ku min got ez nas nakim mijar guhart.

Berêvarî piştî baranê her derê mij girtibû. Ji ber ku em li cihekî bilind bûn ji bo me avantejek bû. Hevala got hevalên nû hatine yekîneyê. Di demeke kin de heval Baran hate manga me. Bi sekna xwe ya ya bandor bal dikişand ser xwe. Nêzîkatiyên wê yên kin, mîsoger û aram dida diyar kirin ku ne ji rêzê ye. Modela ku dida pora xwe ya zer û xelek terzê wê û yê heval Sarya bû. Bi Kurdiya xwe ya nîvçe bersiv dida, berê xwe da min û got; “tu ji kur hatî vir?”

Min wan guhdar dikir, ez keniyam.

Min got; “te çawa fêm kir”

-dibe ku ez di vê yekîneyê de nû bim, lê belê tevahî hevalên li qadê nas dikim.

Piştra jî got; “bêdeng bûn naye wateya ne ferq kirinê”

Ziravbûna di çavên wê de ew dabû dest. Bi pirsên xwe dixwest min nas bike, lê belê ne bi tiştê ku ez dibêjim bi pîvanê xwe. Dema ku navê Eskîşehîrê bihîst çavên wê beriqîn. “ez jî demeke kin li wir mam. çaya porşuk qed ji bîr nakim.”

Min got; “Fatma Aslan?”

Sekinî.

Got; “tu ji kur dizane?” demekê min wê di meraqê de hişt. Piştra dema ku bihîst heval Sarya gotiye got; “cêwiya min her tim min deşîfre dike.”

Her ku ba dihat agir ji xweliyê paqij dibû. Di rengê sor de em diketin nav bîranînan. Ne rêkên ku diçûn warên din ne jî demên ku em bê henase diman hebûn. Tenê dengê bayê ku di pelan de dihişt û di rûyan de keser hebû. Min miroveke nû nas dikir. Her ku min ev kesa ku bi me re jiyan dikir û fêm dikir nas dikir bayê cemed ya zinarên di navbera me de li rûyê min diket.

-taybetmendiyê wê yê herî diyar çibû?

-şaşmayîn û ruhê wê yê hunerî bû. Serokatî jê re digot “keçika proleter.” Ewqas kedkar bû bê ku serma, baran an jî westandin guhdar bike kar dikir. Him jî ji bo ku ya herî baş bike bi hemû afirandina xwe kar dikir. Ti kar nedîtiba jî gorê xwe didûrit. Dibe ku cûdabûna wê jî ev be. Her tim di rewşa çalakbûnê de mayîn û vê bi serkeftinê temam kirin, di jiyanê de şop hiştin…

Ger tu bi pirse bûyîna hunermend çiye? Ezê bêjim; “gihîştina rastiya demê ye.” cûdabûna naskirina mirovên demê û dema ku tu jiyan dike ye. Ji ber vê jî li hember tiştê ku pêwîste be kirin ne diket nav bê hêvî û bê çareseriyê. Ya ku dida şerekî mezin bû, li hember paşverûtiyê şer dikir. Têkoşîna wê li hember ramanên paşverû bû. Li her cihî sînorê nû û yê kevin dida diyar kirin, ji ber vê her tim ecizbûna paşverûtiyê li ser bû. Her tim digot; “em dîrokê dinivîsînin, dîrok ne bi jiyan kirina paşverûtiyê bi nûbûnê tê nivîsandin.” Ji ber wê di her karê xwe de cidî bû. Taybetmendiyê wê yê herî diyar ev bû. Digot; “desthilatdarî hestên mirovan ewqas parçe kiriye mirov nikare kêfxweşiya serkeftina karê xwe jiyan bike.” Bi van gotinên xwe şerê li hember desthilatdariyê qezenc kiribû. Ji ber ku ew çalakvana zanista xwe bû.

Di sala 1970’an de li Erdexan’ê hatibû dinê. Di neh saliya xwe dayîka xwe winda dike, ji xwişk û birayên xwe re dibe dayîk û wisa jiyanê nas dike. Ruhê parastin û kedkariya wê ji vir tê. Zaningeha Stenbolê beşa Iktîsadê xilas kiribû, lê belê dil, ruh û jiyana wê her tim ji bo şanoyê jiyan dikir. Huner xwesteka wê ya herî mezin bû. Di sala 1995’an de tevlê nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeya Serokatî di sala 1996’an de hate çiyê. Niha hûn ji kê pirs bikin her kes kêmekî dikare behsa wê bike. An dîtiye an jî bihistiye. Li Behdînan’ê… gerîlatiya wê. Pakbûna wê tevahî sînor rakiribû. Tenê ji wê re hîs kirin, fikrandin û kirin dima.

Di sala 1999’an de di giranbûna çilmisandina tinebûnê de, di germahiya şer û havînê de, di siharekê de beriya ku tav derbikeve heval Baran birîndar bû. Li noqteya operasyonê çete destpêkê wê dibînin. Ji zikê xwe gule dixwe. Lê belê ruxmê her tiştî deh rojan li berxwe dide. Bê ku dilopek av vexwe, serumeke bigire û pariyek nan bixwe. Berxwedaniya wê heya niha jî li Metîna tê behs kirin. Her kes behsa berxwedaniya wê dike, dema ku xwîn winda dike dikene û ji hevalan re dibêje “ez başim.” Piştî deh rojan çavên xwe li jiyana ku qasî hunerê jê hez dikir digire.

Hewa giran dibû, ba xwe dida hîs kirin. Behna qutbûnê ji axê dihat. Êşa naskirinê ye ango lêdana nîvmayînê ye? di şanoya axê de perde vedibin. Di her perdeyê de qehremanên eyidî dem û warên cûda derdikevin pêşiya me. Her yek ji wan çîrokek, her yek ji wan temenek, her yek ji wan çîrokeke axê ye. Heval Baran ne bi wê kenê xwe ne jî bi rêwîtiya xwe dikare were vegotin kirin. Ew tenê bi hestên xwe yên ku ji av û ba re dixwend û bi hezkirina jiyanê dikare were penase kirin. Ji ber ku ew gihiştibû hêza rastiya demê hunerê. Heval Baran di demeke ku ruhê wê xwe ji nû ve dafirand xwe gihand axê.

Rêhevalên wê yên têkoşînê

Kategori: Şehidên Me